Çidem Dogû: Divê Jin Li Dora ‘Sifra Rojê’ Bicivin

Endama Koordînasyona KJK’ê Çîgdem Dogû beşdarî Medya Haber TV bû û pêngava ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re’ nirxand.

Çîgdem Dogû anî ziman ku pêngav gihîştiye astekê, gaveke girîng avêtiye û got, “Pêngav her tim tê wateya gavavêtinek bi pêş ve. Yanî di her gavê de pêwîstî bi ruhekî mezin, enerjiyeke hîn mezin û gavên encamgir heye. Lewma di pêvajoyên 15’ê Sibatê, 8’ê Adarê, Newroz, pêvajoya hilbijartinê ya li Bakur, her yek ji van gavan gavavêtinek ber bi pêş ve bû. Ya rast pêşvebirina pêngavê bû. Niha piştî vê pêvajoyê divê pêngav li ser xeteke hîn mezin bê pêşvebirin.”

‘EM ÇIQASÎ SIFREYA ROJÊ MEZIN BIKIN, EM Ê AZADIYA FÎZÎKÎ JÎ EWQASÎ KARIBIN MISOGER BIKIN’

Çîgdem Dogû destnîşan kir ku weke Tevgera Jinê ew bi rengê herî xurt tevlî vê pêvajoya pêngavê dibin û got, “Em ê hîn bi biryardarî tevlî bibin. Lê belê weke jin, divê em li dora paradîgmaya Rêbertî û armanca misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêbertî çalakiyên hîn xweser lidar bixin. Em dixwazin bi vê tespîtê binirxînin. Di têkoşîna me de Rêbertî weke ‘Roj’ê hate pênasekirin. Eger bê bîra we, di pêvajoya komploya navneteweyî de çalakiyên ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ hatibûn lidarxistin. Yanî Rêber Apo rastiyeke welê nîşan dide ku bi rojê re sembolîze bûye. Û sîstema ku Rêber Apo afirandiye, rastiya têkoşînê, sîstema rêxistinî, hest, fikir û heqîqeta ku afirandiye, mîna sifreyekê ye. Çawa ku dibêjin sifreya Xelîl Brahîm ku li Rojhilata Navîn wateya vê heye. Ji aliyê rastiya têkoşîna me ve jî Rêberê me têkoşînek mîna sifreyekê daniye pêşiya mirovahiyê. Mîna sifreyekê pêşkêşî gelê Kurd, jinan kiriye. Em dixwazin di dema pêş de çalakiyên xwe yên xweser ên jinan bi navê ‘Li sifreya Rojê’ hîn xurt bikin. Divê jin li dora vê sifreyê hîn bêhtir bicivin û bibin yek. Li dora vê sifreyê divê em hîn bi xurtî piştevaniya hev bikin, rêxistiniya xwe mezin bikin, bi vê yekê re Pêngava Rêbertî hîn xurt bikin. Yanî bi vî navî gelek çalakiyên afirîner û dewlemend dikarin bêne kirin.

Biçûk an jî mezin, jin ên ciwan bi hestiyariyeke mezin divê li dora ‘Sifreya Rojê’ bicivin, gavê biavêjin. Weke Tevgera Jinê em di wê baweriyê de ne ku divê pêngavê ji aliyê xweser ve hîn bêhtir bi pêş ve bibin.

Li hemberî me rastiyeke sîstema êşkenceyê ya bêhiqûqî, îllegal û ne qanûnî ya paşverûtiya herêmî, dewleta Tirk a faşîst û hêzên navneteweyî di nav de ne, heye. Ya ku vê sîstemê kontrol bike, rawestîne, mezinkirina têkoşîna civakî ya jin û gelan e. Em vê têkoşînê çiqasî karibin mezin bikin, em çiqasî karibin li dora vê sifreyê rûnên, em ê ewqasî karibin vê sîstema êşkenceyê bişikînin û di nava vê de jî azadiya fîzîkî ya Rêbertî, azadiya jinan, gelan û gelê Kurd misoger bikin. Ji ber vê yekê jî divê em giraniyê bidin ser pêvajoyê û rolên gelekî mezin dibin para me hemûyan.”