Çîgdem Dogû: Jin Her Ku Têbigihêje Û Zane Bibe, Wê Bi Ser Bikeve

Endama Koordînasyona KJK’ê Çîgdem Dogû tevlî bernameya ‘Xwebûn’ a JIN TV bû û têkildarî xwezaya jinê bersiv da pirsên Arjîn Baysal.

Em qala xwezaya jinê dikin, xwezaya mêr dikin. Xwezaya jinê çi ye?

Çawa xwezaya her hebûnekê heye, xwezayeke jinê jî heye. Em neçar dimînin vê dibêjin. Çima? Ji ber ku di dîroka serdestiya mêr de hebûna jinê jî ket nîqaşê. Jin wek fîzîkî heye lê di encam de em mirov in. Di nav cureya mirov de jin û mêr hene.  Gelek car hat nîqaş kirin jin di nav vê cureyê de ye ango mirov e an na. Bi fîzîka xwe, fikir û hestên xwe hatin biçûkxistin, wek mirov nehatin dîtin û wek bîrdoziya serdestiya mêr ev fikir belav bû. Em ji vê re dibêjin zayendperestiya civakî. Zayendperestî wek çandek belav bû. Xwezaya jinê, hebûna jinê nîqaşkirin pir girîng e. Yek ji mijara ku di waneyên Jineolojî de li ser disekinin ev e. Têkoşîna jinan, xebatên teorîk -femînîst jî xebatên girîng meşandine- asta em gihiştine êdî hin tiştan derbas kiriye. Pirsên wek “jin heye nîne, jin mirov e an na” hatine bihûrandin. Ev heqîqet û rastiyên ku bi têkoşînê derketine holê ne. Lê divê em pirsgirêkê wiha kûrtir bikin. Ji ber ku bi pergala kapîtalîst re objebûna jinê, metabûyîna jinê bû pirsgirêkeke hîn girantir. Rewşeke wiha heye: Jin wek hebûn, wek mirov tê qebûlkirin. Heta di makezagonan de cih digrin, dibêjin di civakê de cihê xwe hene, wekhev in, hemwelatî ne; jin jî dikarin kar bikin, bixwînin û hwd. Mêrek çi bike herî kêm di nav sînorên qanûnan de jin jî dikare bike. Her çiqas di nav jiyana civakî de ne wiha be jî, di nivîsê de heye. Lê ya herî bi talûke jî ev e. Wek ku azadî û wekheviyek heye nîşan didin lê di rastî de bedena jinê, rihê jinê, hestên jinê, fikrên jinê, zimanê jinê wek mal tê dîtin û tê îstîsmar kirin û xwezaya jinê tê berevajî kirin. Berê bi riya mîtolojiyan hatin berevajîkirin, bi argûmanên olî yên hatibûn berevajîkirin re tine hatin hesibandin lê bi zanistperestî re gihiştin asteke hê profesyonel. Di nav avahiya netewe dewlet de dema jin û civak bi dewletê ve hat girêdan ev rewş gihişt asteke hê xirabtir. Lewra jî, xwezaya jinê pênasekirin, ji nû ve derxistina holê wek têkoşîna azadbûnê derdiekve pêşberî me. Divê em vê yekê pir zelal îfade bikin. Rastiya jina ku ewqasî hatiye berevajîkirin û hatiye objekirin heye.  Divê em vê deşîfre bikin. Xwezaya jinê çi bû ku piştre bû çi? Çi hatin serûbinkirin, çi jê hatin kêmkirin, çi hatin tinekirin? Divê xebatên li ser jinê di vê çarçoveyê de bên kirin. Me di xwe de çi winda kirin? Jineolojî xwedî stratejiyeke girîng e. Xebateke cidî ya analîzê pêwîst dike. Divê xebateke dîrokî, lêkolîneke sosyolojîk bê kirin. Di waneyên Jineolojî de têgihek tê bikaranîn “arkeolojiya jinê”. Ev pênaseyeke hêja ye. Rêbertiya me jî Îmraliyê anî ser ziman. Di heyeta Îmraliyê de Pervîn Bûldan hebû. Jê re got, “wek jin divê arkeolojiya te bê kirin”. Behsa neh tebeqeyan kiribû. Divê em wek rêbaz bigrin dest. Divê em wek jin ji nû ve dîrokê binêrin û kolandineke arkeolojîk bikin. Em di civaka Neolîtîk de çi bûn? Ew rastiya jina xwedawend a di civaka Neolîtîk de cewhera esîl bû. Ev rastiyeke çawa bû û piştî pêvajoya xwedawendan dema pergala mêrê serdest pêş ket koletî çawa hat avakirin? Mîtolojî çawa hatin şixûlandin, argûmanên olî, felsefe, zanist çawa hatin şixûlandin? Divê em kolîna van a arkolojîk bikin. Ev ne tişteke razber e, divê vegerin dîrokê. Dîrok di roja me de dije. Rêbertî digot “dîrok di roja me de veşartî ye, em di kûrahiya dîrokê de veşartî ne.” Birastî jî wiha ye. Jin niha bûye obje. Lê em dixwazin halê wê ya kirde zindî bikin lê wext derbas dibe, şert û mercên nû ava dibin. Di nav van şertan de divê jin xwe ji nû ve ava bike.

Baş e çi bû cewhera xwezaya wê?

Dema em ji hêla rastiya xwedawendî ve dinêrin ev vê yekê pir zêde dibêjin lê tiştekî girîng e. Rastiya jinê, bi civaka neolîtîk re nasnameyeke xwedawendî qezenc kir, bû kirde. Jin çawa dibe kirde, li ber çavê civakê çima nasnameya xwedawend bi dest dixe? Ji ber ku ew civak li ser piya bimîne, xwe bidomîne, xwe biparêze jin di klan, qebîle, eşîr, gundan de roleke pêşeng dilîzin. Ji bo ew civak li derdora hev kom bibin roleke stratejîk dilîzin. Xwedawendî ev e. Ev ne tişteke ku em tenê bi hebûna fizîkî ve îfade bikin. Hebûna wê ya fîzîkî, avahiya wê ya anatomîk, cudahiya wê ya cinsî jî di avakirina civakbûnê de roleke pir girîng dilîze. Di mezinkirina nifş de xwedî roleke pir girîng e. Yek jî, bi taybetmendiyên xwe yên dayikî dikare civakan li ba hev bigre. Pîvan ji bo civakê diyar dike. Em niha jî bifikirin, ger di jiyanê de pîvan nîn be, exlaq nîn be pênc kes jî nikarin bi hev re bijîn. Ger di wê hawirê de exlaq nîn be, mirov dibe hebûneke pir ezperest. Dema mirovahî ezperest dibe, ferdperest dibe êdî nikare bi hev re bijî.  Lewra jî ewqas qetlîam çêdibin. Jin roleke aştîxwaz dilîze. Avahiya exlaq û polîtîkayê derdixe holê. Civak wê çawa xwe xwedî bike, xwarin wê çawa bên parastin, kîjan xwarin wê bên çêkirin, pêwîst e çiqas bê xwarin û hwd. Wê demê xela heye. Her tişt wiha zêde nîne. Civat neçar e ku bi hev re parve bike û jiyanê birêve bibe. Pêwîst e bê ku cih bide ferdperestî jiyana xwe pêş bixe. Jin di vir de roleke pir girîng dilîze. Di xwezaya jinê de parvekirin heye, aştîxwazî heye, di rêxistinkirinê de hosta ye. Bêhtir dikare empatî bike. Ev aliyên me yên ku namirin in. Me got ya dîrok xilas nebûye. Xwezayiya jinê jî bi giştî xilas nebûye. Xweşbîniya jinê, berhemdariya wê, taybetmendiyên wê yên empatî kirin û afirînêriya wê pir li pêş e. Nîqaşên wiha hebûn. “Di jinan de zekaya hestiyarî hîn pêşketî ye, zekaya analîtîk jî di mêr de hîn pêşketî ye.” Lê ne wiha ye. Dema civakbûneke nû pêş dikeve divê di nav hilberanên nû de bin. Ez vê ji bo zanistên fîzîkî jî, ji bo sosyolojî jî dibêjim. Dibe ku wê de di din navê zanist de nedihatin gotin lê afiranên zanistî jî hebûn. Rastiyek heye ku zekaya analîtîk di asta herî jor de dihat bikaranîn û zekaya hestiyarî jî di nav hevsengiyê de bû. Em dibînin ku di avahiya jinê de ev birastî jî di nav hevsengiyê de ye; jiyana civakî jî hîn bi geştir, herikbartir bûye. Em dikarin rastiya xwedawendiyê wiha îfade bikin.

Dema em dibêjin mirovek di xwezaya xwe de dijî em behsa Xwebûnê dikin. Wek xwebûn jiyîn e. Dema em îro dinêrin dibînin ku pir zêde mûdaxele li laş, aqil û hestên jinê hatine kirin. Gelo em dikarin bêjin jin wek Xwebûn dijîn, bi xwezaya xwe re di nav aştiyê de dijîn, xwezaya xwe dinasin û bi cewhera xwe re dijîn?

Xweziya me gotibana. Mirov jî civak jî wiha ye. Tiştên nebin nabin hene. Min wek nasnameya xwedawend pênase kir; rastiya xwezayî ya nehatiye xirakirin îfade dikin. Ev nebin nabe. Ger ev nebe wê civak çawa bijî? Ger di jiyanekî de mirov ne aram be, ne kêfxweş be, ne azad be, nikaribe xwe îfade bike wê çawa bijî? Ev jiyaneke çawa ye? Yek ji sedema zêdebûna xwekuştinan ev e. Jiyanê tînin wê astê ku mirov êdî nikare bijî. Hêviya mirov namîne, xweşiya jiyanê namîne. Mirov bi mirov re ne di nav pêwendiyê de ye. Ez çima van dibêjim? Ev ne nirxandinên giştî ne. Ev atmosfera jiyanê ya ji bo nasnameya jinê rast bê jiyîn û biteyise ye. Dema em ji aliyê rastiya jinê ve dinêrin nikarin bêjin ku em sedî sed wiha xwezayî dijîn. Lê em nikarin bêjin sedî sed jî xilas bûye. Jixwe ger xilas bibe wê hemû jiyan û mirovahî xilas bibe. Jin di vê watê de pir berxwedêr in. Dema em behsa xwezaya wê dikin divê em di serî de vê yekê bêjin. Jin hem wek bedenî hem jî wek zîhnî pir berxwedêr in. Tiştên ku jin nejîne nemane. Di her serdemê de bi awayekî sîstematîk bi êşkencê re rû bi rû mane. Hem di nav malê de bi êşkenceya psîkolojîk û fîzîkî re rû bi rû dimînin, hem li derveyî malê bi êşkencê re rû bi rû dimînin. Her tim bi zext, êşkence û tundî re rû bi rû dimînin. Xwe her mezin dike û wiha didomîne. Hîn taybetmendiyên bingehîn ên jinê hene. Jin bi şeklekî wê digre. Qismek xira bûbe jî qismekî digre. Ev xaleke pir girîng a berxwedanê ye. Aliyê me yê herî xurt jî ev e. Ewqas zextên zêde, cînayet, qetlîam; li malê, li kar ewqasî zext hene lê dîsa jî ti hêza jiyan û berxwedanê dibîne. Ev pir girîng e. Em nikarin bêjin bi giştî hat tinekirin lê di rêjeyeke mezin de hat xirakirin. Erkên me yên ku em xwezaya jinê ji nû ve keşf bikin, xwezaya jinê bêhtir bidin xuyakirin, rêxistin bikin, bikin pergal hene. Helbet ev ne tenê tiştekî teorîk e. Gelek erkên ku bi keşfkirina wê re derketine hene. Girîng e ku em hêza di hûndirê xwe de bibînin. Her tim ji me re hat gotin ku em ji laşê xwe şerm bikin. Ji me re hat gotin ku em ji hemû cûdahiya nasnameya me ya cinsî ya mêr şerm bikin.

Piranî jî li cihên wek Rojhilata Navîn.

Rast e li Rojhilata Navîn wiha ye lê li Rojava jî berevajî dibêjin ji laşê xwe şerm nekin. Ev tiştekî baş e lê rewşeke pir xirab e ku laş bi giştî veguhere metayê, bê teşhîrkirin, bi giştî bikeve bin xizmeta mêr, jin xwe bi mêr bide ecibandin, ji bo xizmeta hewesa mêr jin bê şixûlandin. Ji laşê xwe şermkirin çiqasî tiştekî xirab be laşê xwe bi giştî xistina bin xizmeta mêr jî tam karesat e.

Dibe amûra îstîsmarê.

Belê dibe amûra îstîsmarê. Ev du xalên dijber in lê eleqeya her duyan jî bi xwezaya jinê re tine ye. Divê em ji laşê xwe şerm nekin. Jina dixwaze azad be divê di serî de laşê xwe nas bike, pê re di nav aştiyê de be. Sedema hebûna her zindiyekê heye. Sedemeke hebûna mêtî û jinbûnê di nav vê gerdûn û dinyayê de heye. Hebûna me, cuddahiyên me ji bo me ne çavkaniya şermê ye. Ne sedema teşhîrê ye jî. Sedema jiyanê ye. Lewra jî, di Kurdî de “Jin Jiyan Azadî” pir bi wate ye. Di jin û xwezayê de jî mêtî çavkaniya jiyanê ye. Li gel berxwedanî yek jî taybetmendiyên xwezaya me bûyîna çavkaniya jiyanê ye. Wek metafîzîk jî wiha ye. Fikrê jinê jî, hestê jinê jî pir berhemdar e. Di nav nîqaşekî de jî ev wiha ye. Ger jineke ku xwezaya xwe winda nekiribe be di nîqaşan de hîn berhemdar e, baştir guhdar dike. Yek tiştekî dibêje ya din ji gotina wê derdikeve rê û fikrê ya din mezintir dike.

Zêde sînordar nîne. 

Ne sînordar e û hev bandor dikin. Ev jî berhemdarî ye. Zayokî tenê tiştekî fîzîkî nîne. Di milê fikrî de jî cudahiya mejiyê jinê heye. Ev jî aliyekî girîng a anatomiya me ye. Hormonên me kêmek din cuda ye. Ez naxwazim pir zêde bi biyolojiyê re têkildar bikim lê fîzîkê me jî carna vediguhere metafîzîkê. Divê em vê pêwendiyê çêbikin. Hin lêkolînên ku mejiyê jinê û mejiyê mêr dinêrin hene. Cudahî hene. Ne ku yek li ser yekî serwer be lê cudahî hene. Divê em karîbin vê yekê pênase bikin. Ji bo jin ji xwe bawer be, ji bo azadkirina xwe karîbe ji xwe re palpiştên xurttir bibîne divê laşê xwe nas bike. Helbet divê bi vê re jî sînordar nekin. Divê tu dîroka xwe jî bizane. Rast û rast têkiliya metafîzîka jinê bi dîroka jinê re heye. Ma em dikarin jinê bêdîrok bigrin dest? Dema em dibêjin xwezaya jinê ji nû ve keşf kirin, wê demê arkeolojiya jinê pir girîng dibe. Divê em wek jin neolîtîkê zanibin. Jin destpêkê kê bû, çi bû, çawa bû; piştre di aliyê neyînî de guhertinên çawa çêbûn? Ji aliyê din ve ji kîjan milan ve xwezaya xwe parast? Ez wiha difikirim; Ger jin îro hê jî dikare li dijî desthilatdarî û dewletan têbikoşe ev teqez bi taybetmendiya wê ya berxwedêr re têkildar re. Rast e her tim serokên mêr hebûn. Ev di têkoşînên sosyalîst û anarşîst de jî wiha ne. Piranî serokên mêr li pêş in. Pergala mêr jinê fetisandiye. Lê jin, dayik tu car berxwedaniya xse winda nekirine. Çavkaniya jiyan û berxwedanê winda nakin. Dibe ku qada wan teng bibe lê winda nakin. Ji bo nifşên nû jî her tim dibin mînak û çavkaniya berxwedanê. Divê em bi du aliyan ve dîrokê binêrin. Koletî û objebûyîn çawa di me de hat avakirin? Divê em baş fêm bikin û binirxînin ku karîbin paqij bikin û ji hev veqetînin. Ji ber ku ev ne aîdî me ne. Dema em vê dikin xwezayîbûna me bêhtir derdikeve holê. Em vê di têkoşîna gerîla de pir zelal dibînin. Mînak hevalek nû beşdar dibe. Dema nû tê di mejiyê wê de hezar û yek nakokî hene, elimandinên pergalê hene, zayendperestî pir kûr e. Ev hem ji bo hevalên jin hem jî ji bo hevalên xort derbasdar e. Jiyana me sade ye, xwezayî ye; ne di bin bombebarana teknîk û înternetê de ye. Tu ji zanistperestiyê qût î. Rêgez û pîvanên me yên jiyana azad hene. Dema tu dikeve nav vê jiyanê tu tiştên ne aîdî te dibîne. Êdî tu dibêje, “Pergal wiha li min kir, dibistan wiha li min kir”. Ev dahûrandinek e. Divê hem ji bo kesayeta xwe ya jî, hem ji bo dîroka jinê jî kolîna arkeolojîk bikin. Divê em tebeqeyên xwe dahûrînin ku dînamîka me ya hûndirîn û azadiyê hîn xurttir derkeve derve. Lewra, pir girîng e ku tu bi rih, mejî, hêza fikrî û hem jî bi laşê xwe re di nav aştiyê de be.

Dema pergal jinê bi wê dide biyanîkirin xirabiyên pir mezin jî tên jiyîn. Dema em dinêrin hişmendiyeke wiha heye. Wek ku pirsgirêkên derûnî, depresyon, xwekuştin, rewşên hîsterî hemû aîdî jinê ne. Hûn ji bo van çi dibêjin? Ji bo qada psîkiyatrî ku bi giştî berê xwe daye jinê çi dibêjin? 

Ez di serî de vê bêjim. Di nav vê pergalê de hiş neavêtin nebûyîn pir zehmet e. Tu her tim bi biûkxistinê re rû bi rû yî. Laşê te biçûk tê xistin, wek amûra tecawûzê tê dîtin. Çavên li te dinêrin wiha dinêrin. Di medyaya civakî de rewşên wiha derdikevin. Tu diçe kar rewşên wiha derdikevin; tu tê malê li malbatê bi rewşên wiha re rû bi rû tê. Yanî hemû qadên jiyanê wek ku dixwaze te dîn bike. Wek ku dixwaze te ber bi mirinê ve kaş bike. Lewma min got jin pir berxwedêr in. Helbet yên ku dev ji xwe berdidin jî, xwe dikujin jî hene.

Ev berxwedêriya wê dihêle ku têkeve ferqa hin tiştan. Di ferqa tundiya aborî, fîzîkî, psîkolojîk de ye.

Ferqnekirin ne gengaz e. Lê dema ji nav dernakeve derûniya wê xira dibe, krîz tên jiyîn. Pergal wiha nêz dibe wek ku qet berpirsiyartiya wê tê de nîne. Wek ku pirsgirêkên şexsî yên jiyan e tên nîşandan. Dibêje ji xwe zayenda jin van tiştan dijîn. Wek ku pirsgirêka hebûna jinê ye, jin her tim bi krîz in, jin her tim hesûd in nêz dibe. Ji xwe tê gotin ya “krîza hesûdiyê”. Tu li fîlman jî dinêre jin her tim krîza hesûdiyê derbas dikin, hiş diavêjin, qîr dikin. Wiha tê nîşandan. Hem wek sanal ava dikin hem jî jiyan bixwe vê tiştê li ser te ferz dike. Qada derûnî jî vê yekê pir dike. Jin her tim di rewşa hîsteriyê de ye, di nav krîzekî de ye. Lê tu wek pergal jinê dixe nav krîzê. Jixwe psîkolog bêhtir jinan dixin nav krîzê. Ger jinên ku diçin li ba psîkologan hebin pêşniyara min bila qet neçin ba wan. Psîkologên esasî kî ne? Rêhevalên te yên jin in. Rêhevaltiya ku bi jinan re dike ye, gêirêdana te ye, civakbûna te ye, girêdana te ya rast a bi hemû mirovan re ye. Tişta ku tedawî dike têkiliyên mirova ne. Têkiliyên mirovan ewqasî tevlîhev bûne, bûne qadên tundiyê. Tu yê biçî ba psîkoleg, pirsgirêkên xwe jê re bêjî ew ê jî çareser bike. Tiştekî bi vî rengî nîne, jixwe nikarin bibin çareserî jî. Ewqas derman, îlaç, wextên tedawî û pereyên tên xerçkirin… Ne tenê ev jî. Ev nêzîkatî di aliyê beden de jî tenduristiya jinê bandor dike. Çima rêjeya şêrpençe ewqasî zêde ye? Ji ber ku her tişt tê de stresê ava dike. Ev jî dibe sedema nexweşiya laş.

Rêbaz û xîrêta têkoşînê ditevizîne.

Helbet ditevizîne. Te her tim nexweş dike. Her tim nexweşiyên ser êşî û şêrpençe derdiekvin holê. Ji aliyekî vê te teşwîq dike û te dike nexweşa nexweşiyê. Li ser bedena jinê êrîşeke wiha jî heye. Min di bernameyên dîtir de jî got; pergal derûniyên cuda bi jinê dide jiyîn. Mînak; derûniya nexweşikbûnê, derûniya qelewbûnê, derûniya biçûkxistin, ji xwe şerm kirin û hwd. Ev derûnî jî tenduristiya jinê bandor dike. Hewesek ava dike. Pîvanek wek ku divê jin pir zirav bin ava kirine. Rojeva yekane ya jinê “ka ez zeîf bim, çend kîlo ji min çû, min çend kalorî şewitand” û hwd. Serê jinê her tim bi van re mijûl e.

Ev handîkapek e. Hem ji laşê xwe şerm dike, ji xwezaya xwe şerm dike; hem jî ewqaş bi laşê xwe re jî mijûl dibe. 

Bi rastî jî handîkapek e. Qaşo pergala kapîtalîst pergaleke azadîxwaz e lê kolekirineke sergirtî- veşartî heye. Te dike koleya bedena te. Ne ku tenê dike koleya mêr; dike koleya bedena te jî. Divê tu ji bedena xwe hez bike, nas bike û pê re di nav aştiyê de be. Lê divê tu nebe koleya bedena xwe. Divê em ji vê pergala serdestiya mêr bipirsin gelo pîvana nexweşikiyê çi ye? Satandardek diyar kirine, dibêjin xweşikbûn ev e. Jin jî çi dike? Hewes dike. Ya rastî ev oryantalîzm e. Her tim hewil didin bi operasyonên estetîkê re, bi boyaxan re, bi şêwazên cil û berg re, bi tevger re bikevin nav wê standardê. Xweşikbûnê ev pîvan diyar dike. Ev jî di rastî de dibe daxwaza mêr. “Hey mêrno pîvana xweşikiyê çi ye, pîvana nexweşikiyê çi ye? Çima ti vê diyar dike? Li gorî çi diyar dike?” Xweşikbûna her hebûnekê heye. Em wek Tevger dema tiştek xwezayî be xweşik dibînin. Pora wê wisa bûye, bejna wê ewqasî bûye, kîloya wê ewqas bûye û hwd. em van nanêrin. Ji bo me ew nasnameyek e. Ji bo hemû zindiyan derbasdar e. Ji bo mêr û jinê jî derbasdar e. Ji ber ku li ser mêr jî van operasyonên pêk tînin. Pîvana xweşikbûnê xwezayîbûna wê ye, civakbûyîna wê ye, xweşikî û exlaqa zîhniyeta wê ye. Ji bo me pîvana xweşikbûnê ev e. Lê tu rave vê tenê bi beden ve girê bide, bi taybetî jî tenê bi jinê ve girê bide. Wê çaxê ev jin wê her bêje, “ez ne wek fîlan kes im, ez nexweşik im, ne zer im wê demê nexweşik im.” Eleqeya wê bi xwezaya jinê re nîne. Li dijî xwezaya jinê êrîşeke mezin heye. Operasyona estetîkê jî operasyoneke mîna leşkerî ye. Li dijî bedena jinê şerekî cidî heye.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dibêje, “nasnameya jinê nasnameyeke bi krîz e.” Ji ber ku pir zêde mûdaxele heye. Mêr mûdaxele dike, netewe dewlet mûdaxele dikin, pergal mûdaxele dike, zanistperestî pir zêde mûdaxele dike; berê jinan pir zêde didin qada bijîşkiyê. Divê em kêmek biçin paş jî. Gelo jin ewqasî mûxtacî qada bijîşkiyê bû? Jin bixwe nikarîbûn tedawiya xwe bikin, nikarîbûn ji derdê hev fêm bikin, nikarîbûn ji hev du re bibin derman?

Dibûn helbet. Jixwe bijîşkên yekem ên dîrokê jî jin in. Serdemeke ku zekaya analîtîk pêşketî bû. Piştre nêzîkatiyên wek “jin bê aqil, bêziman e, nikare biaxive, bifikire, hebûneke kêm e, heta ne mirov e” derketin. Bi van re qada aqil teng dikin. Aqilê analîtîk a jinê pir pêşketî û xurt e. Rêbazên şîfa yên wê demê îro di nav gelên ku taybetmendiyên civaka xwezayî xira nebûye de – li Kurdistanê, di gelê Abya Yala de, di gelê Afrîkayê de- jin di nav wê civakê de bi rêbazên xwezayî têkelên kîmyewî çêdikin û tedawî dikin. Hê jî qismek mezin a civakê bi vê rêbazê bawer dikin ji ber ku hêza çareseriyê heye. Ev dîrok jî hê dijî. Kevneşopiya şîfagerî bi giştî xilas nebûye. Lewma, di nav civakên xwezayî de roleke pir girîng a jinê heye. Daneheveke pir girîng jî heye. Li Ewrûpayê bi sedsala 14. Re di pêvajoya nêçira pîrebokan de ev bêhtir bi zelalî hatiye nivîsandin. Ji ber ku dîroka nêze em dizanin. Bermahiyên wê jî hene. Bi mîlyonan jin li Ewrûpayê di bin navê pîrabokan de tên kuştin. Îşkence li wan tên kirin. Yek ji damezrînerê zanistperestiyê Bacon vê yekê diparêze. Bi îşkenceyan zanyariyên jinan tên standin û tên raporkirin. Piştre li ser van danehevan “Bijîşkî” derket holê. Yanî zanista bijîşkî jî wisa ne bê guneh e. Çavkaniya xwe ji wir digre. Lewma, piştre jî li dijî jinê êrîşeke mezin dike. Ev kevneşopî bi qismî hê jî dijî. Lê êrîşên wê demê di nav jinan de piştevaniyek ava dike. Di wê serdema nêçîra pîrabokan de pirsgirêkên jinan ên wek “nexweşîna jinan” hene. Van pirsgirêkan di nav xwe de çareser dikin. Pirsgirêkên zarok anînê di nav xwe de çareser dikin. Ya rast, şîfager pirsgirêkên demografiyê bi hev re çareser dikin. Serbixwe û azad vê yekê dikin. Di civakê de kesên nexweş hene, zarok hene. Li beramberî civakê jî rol dilîzin. Lewma jî, jinên pêşeng û zanyar in. Hem li Ewrûpa hem li Rojhilata Navîn li gelek cihên cuda yên cîhanê roleke wiha ya jinan hene. Ji ber ku ji pirsgirêka herî bingehîn a civakê re bersiv dibînin. Em vê dibînin. Jin laşên xwe baş nas dikin. Ger bedena xwe, anatomiya xwe nas nekin wê çawa derman bikin? Wê çawa çareserî ava bikin? Dema mirov nexweş dikeve serî li wir dide. Çima? Ji ber ku jin bedena jinê nas dikin, çareseriyan ava dikin û di nav piştevaniyê de ne.

Lê pergal nikare ji vir hin tiştan bi dest bixe. Jixwe pirsgirêk jî li vir destpê dike.

Ev jixwe veguheriye qadeke pir cidî ya bazirganiyê. Em li nexweşxaneyan binêrin hê jî piranî doktorên sereke mêr in. Hê jî yekdestî di destê wan de ye. Tipê xistine bin serweriya xwe û qadeke pir girîng a bazirganiyê ava kirine. Lewra jî, her tim nexweşî derdikevin. Pergal ji aliyekî ve bênavber nexweşî ava dike, ji aliyekî ve jî dermanan ava dike. Îndûstriyeke wiha jî ava bûye. Jin jî bûne qûrbaniyên herî mezin. Bedena xwe qebûlkirin heman demî xwe bi xwe dermankirin e. Mirov bedena xwe çiqasî nas bike, li dijî tiştên pergal ferz dike li ber xwe bide, hêza zanabûnê hebe ew e di warê anatomîk de jî ewqasî baş be. Lê ger tu ji van re çareserî peyda neke tu yê her tim di bin bombebarana vê de bimîne. Lê derûniya mirov vê derbas dike. Metafîzîk birastî jî pir girîng e. Dema ez tiştekî fêm dikim, di mejiyê xwe de dideynim cihekî ez nahêlim ku ew tişt min bandor bike. Wek beden jî, wek ruhî jî min bandor nake. Lewma, pir girîng e ku jin xwezaya xwe nas bike.

We di destpêka bernameyê de diyar kir ku berê nîqaşên wek “jin mirov e an na” hatine meşandin. Lê îro jî ev nîqaş tên kirin. Di sedsala 21. de li Erebîstana Seûdî di derheqê vê mijarê de semîner tên kirin. Hewildanên ku dixwazin van nîqaşan bibin serdema Arîsto, Platon hene. Wê li hemberî vê têkoşîneke çaw bê meşandin? Me behsa xwezayê kir û we windakirina wê girt dest. Em ê çawa vegerin vê xwezaya xwe ya windabûyî?

Em ê bi zanabûnê vegerin. Bê zanabûyîn ti tiştek nabe. Divê em di ferqê de bin. Divê jinek haydar bibe ku çimane azad e, çawa bê azadî maye, çawa hatiye kolekirin û çawa hatiye metakirin. Ev haydarbûn çawa derdikeve holê? Ger tu bizane tê haydar jî bibe. Zanîn û di ferqê de bûyîn hev du re têkildar in. Hişmendiya xwe pêşxistin, dîroka xwe naskirin pir girîng e. Hem dîroka jinê hem dîroka mirovahiyê zanîn pir girîng e lê divê wek şexs dîroka xwe jî watedar bikin. “Min di zarokatiya xwe de, di malbata xwe de ji jiyî? Ez li kîjan erdnîgariyê dijîm, di nav kîjan avahiya çandî-civakî de mezin bûm? Pergala dewlet çawa bû? Min bi çi re rû bi rû hişr, ez ji çi bandor bûm, di kîjan salan de pêvajoyên guhertinê çawa jiyî?” Divê di warê şexsî de xwe bikolin, kolîna xwe ya arkeolojîk bikin. Ev zanabûnek dixwaze. Ya din; divê em vê bi têkiliyên mirov re bikin. Divê jin ne tenê xwe, yên beramberî xwe jî nas bike. Hevaltiya jinê bi jinê re pir girîng e. Gelek caran “xwişkîtî” tê gotin. Rast e ev jî bi wate ye lê peyva xwişkîtî jî têrê nake. Xwişkîtî pênaseyeke malbatperestî ye. Lê hevaltiya jin asoya mirov firehtir dike. Lewma, divê jin êşa hev nas bikin, pirsgirêkên hev binasin li gorî wê nêz bibin; bi exlaq û wîcdan nêz bibin. Divê ev bi rêxistinbûnê re bibe yek. Rêxistinî jî wiha çêdibe. Rastiya jina ku ji xwezaya xwe dûr ketiye li gorî mêr e, bi jinê re di nav dijberî de ye, her tim di nav hêrsekî de ye. Her tim îteet dike, zû qebûl dike. Ma jineke wiha dikare xwe rêxistin bike, bi jineke wiha re hevaltiyek dikare bê çêkirin? Na. Divê ronakbûnek çêbibe. “Xwezaya min çi bû, ez çima ji hevaleke xwe hesûd bibin?” Ev zanabûnek e. Divê jin di her xalekî de xwe perwerde bike. Îteetkarî çi ye, qederperestî çi ye, ev min ji xwezaya min çiqasî dûr dixe, ez çima vê hovîtiyê qebûl bikim? Rast e ez mirovek im, di vê serdemê de mirovahiya min tê nîqaşkirin lê tu nikarî vê nîqaş bike. Divê em wiha jî nebêjin, “na, na em jî mirov in.” Ji bo gelê Kurd jî ev derbasdar e.

Her tim hewil didin xwe bidin îspatkirin.

Rast e. Ez çima xwe îspat bikim? Ez jixwe hebûnek im, pêwîst nake dîsa bêjim. Ez jixwe heme. Ez he me û tu yê min qebûl bike. Lê tu yê çawa qebûl bike? Ger ez xwe rêxistin bikim, bi rêxistinî têbikoşim, têkoşîneke bi zana bimeşînim, bi jinê re hevaltiyeke xurt ava bikim. Dema tu bi bîrdozî, têkoşîn, hêza berxwedanê, aqilê wê, hestên wê, bi hestên herî xweşik, hestên evînê hebûna xwe dideyne holê ji xwe pêwîst namîne ku tu xwe îspat bike. Lê divê tu vê hebûnê rêxistin bike. Di waneyên Jineolojî de em hebûn-zanabûn-xwebûnê nîqaş dikin. Yanî tu hebûn î lê divê wê hebûnê bi zanabûyîneykî bigihîne wateyeke mezintir. Ji xwe wê demê jî tu dibe xwe yanî “xwebûn. Ronakbûna xwezaya jinê teqez bi têkoşînê re têkildar e. Bi hêza berxwedanê, bi rêxistinbûnê re têkildar e. Divê li vir jî daîmî bikin. Pergal xwe rêxistin kiriye û daîmî kiriye. Dîroka desthilatdaran binêrin qet qûtbûyîn nîne. Ger li cihekî valatî hebe teqez yekî din xwe serwer kiriye. Ronakkirina xwezaya jinê azadkirina wê ye. Dema ji aliyê têkoşîna azadiya jinê ve dinêrin divê em diyalektîkeke perwerde û rêxistinbûnê ya ku valatî nahêle ava bikin.