JI BO JİNÊN TÊKOŞER YÊN ARJANTÎNÊ Û DAYİKÊN PLAZA DE MAYO!
Em duh bi xemgîniyekî kûr hîn bûn ku Mîrta Acuna De Baravalle yek ji damezrînera Dayîkên Plaza De Mayo çûye ser dilovaniya xwe. Em wek tevgera Jinên Kurd KJK di kesayeta berxwedêr ya Mîrta Acuna De Baravalle de, ji bo Jinên têkoşer yên Arjantînê û dayîkên Plaza De Mayo sersaxiyê dixwazin. Û êşa we ya mezin parve dikîn. Dosta meya hêja yek ji avakera pêkhateya PLAZA DE MAYO bû, ji salên 1977’an heya 1’ê Mijdara 2024’ê temenekî dagirtî bi têkoşîn jiyan kir. Heya gihişt ser dilovaniya xwe bû dengê tevahî dayîk û pîrikên ku ji ber zilmê û faşîzmê zarok û neviyên xwe wendakirine. Di rastiya xwe de di serdema cuntayê de li Arjantînê jinan yekemîn çalakiya bi rêxistinkirî ya li dijî binpêkirina mafê mirovan bi rêya Plaza De Mayo pêk anîn. Ew dayîkên ku zarok û neviyên wan bi darê zorê hatine winda kirin ji bo aqûbeta ewladên xwe hîn bibin, rastî neheqiyên pir mezin hatin. Ev berxwedan û vîn îlham daye têkoşîna gelan jî. Rêzdar Mîrta Acuna De Baravalle dostaniya xwe bi gelê Kurdistanê re taybet jî bi dayîkên Şemiyê re domand. Mixabin wê rûxmî tevahî ked, berxwedan, têkoşîn, hewildan, azwerî û bêrîkirinan jî nekarî xwe bigihîne neviyên xwe. Lê rûxmî vê zilma mezin wê tucarî ji têkoşîna birûmet gav paşde ne avêt. Bi bîr, bawerî, wêrekî û azaweriya xwe, bû ye remza têkoşînê. Wan bi wêrekî û dilsoziya xwe li şûn xwe de mîrasekî berxwedanê ya pîroz afirandin. Li dijî pêkhateyên zordest, dîktator û faşist wan rojekî jî xeyalên xwe yên azadî, edalet û heqîqetê wenda nekirin. Em îro wek tevgera Jinên Kurd şopdarên meş û têkoşîna heqîqetê a dayîkên mîna Mîrta Acuna De Baravalle ne. Emê di her kêliya têkoşîna xwe de xeyalên we yên ji bo jiyanekî adil û azad mezin bikin.
Belê parazvana edalet û azadiyê dosta me ya hêja em te tû carî ji bîr nakîn. We ispatkir ku mezinbûn û pîrozbûna herî mezin têkoşîna ji bo edaletê ye. Bê xem be Dayîka têkoşer, em xeyalên te li ser xeyalên xwe bardikin. Emê we di têkoşîna xwe de bidin Jiyan kirin. Ala we ya berxwedanê di deste me de ye.
Emê bi bilindkirina laçika xwe ya spî re, doza edaletê teqez serbixînîn.
Birêzdarî..