Li Dijî Sûcên Li Hemberî Jinan Em Bi Hev Re Dibêjin ‘Jin, Jiyan, Azadî’
Sê pepûle xwişkên Mîrabel ên ku bûn wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Jinê, ji wan destpê dike heta Roza Luksemburg, Sakîne Cansizan, Şîlan Kobanê, Asya, Sevê, Pakîze, Fatma, Evîn Goyî, Jiyan, Reyhan, Yusra, Nagehan, Zelal Hesekê, Gulistan û Hêroyan em qetilkirina jinên berxwedêr bi tundî şermezar dikin û soz didin ku em ê mîrateya têkoşîna ku ji me re hiştine bigihînin azadiyê.
Di jiyana civakî de jin ji her nifşî, ji zarokatiyê heta ciwaniyê, ji kamilbûnê heta mezinbûnê, her roj, her kêlî tê qetilkirin, dest diavêjn wan, bedena wan tên bikaranîn, êşkence li wan tê kirin, tên mêtingehkirin û bi heqaretê rû bi rû dimînin. Carinan li ber çavê her kesî li nava kuçeyê, li quncikên tarî rastî destdirêjiyê tê û tên qetilkirin, carinan cenazeyên wan li kêleka çem, di nav ava bendavan û carinan li qeraxê tên dîtin û carinan jî di binê erdên ku ti kesî nedîtiye de hatine veşartin. Li her bihosta cîhanê cenazeyên jinan ên bêyî ku bên definkirin hene. Pitikên ku dema çavên xwe li jiyanê vekirine rastî destdirêjiyê tên û bi hovane tên qetilkirin. Jin û zarok li derveyî aqilan tên mêtin û bedena wan tê dagirkirin. Hemû jin û zarokên ku hatine qetilkirin û rastî tundiya fîzîkî-derûnî hatine, hincetên me yên tolhildan û têkoşînê ne. Hesabpirsîna van komkujiyan ji bo me jinan hem şert û mercên jiyanê ye hem jî sedema jiyanê ye.
Şerê ku li seranserê cîhanê, li Rojhilata Navîn û li Kurdistanê diqewime, gihîştiye asta herî bilind. Şerên di çarçoveya Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de diqewimin, xitimandin û rizîna modernîteya kapîtalîst û pergala serdest a mêr nîşan dide û her ku qels dibin, ji her aliyê ve qirkirin û krîzan ferz dikin. Di nava Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de tundiya li ser jinê roj bi roj zêde dibe. Heya ku tevgerên jinan li dijî vê tundiya piralî ku zêde dibe, têkoşîneke hevgirtî, rêxistinkirî û xweparastinê nemeşînin, wê tundî hîn zêdetir bibe. Mîna girêka heyî wê her ku biçe wê bêhtir bişide û jin, civak û xwezayê zêdetir ji hev parçe bike û qels bike.
Weke tevgerên jinan, li hemberî van polîtîkayên şer ên li cîhanê polîtîkayên xweparastin, aştî û çareseriyê bi awayekî xurtir û bi bandor xistina rojeva xwe bûye hewcedariyeke jiyanî. Tundiya li ser jinê di her kêlî û qada jiyana rojane de cih digire û çavkaniya xwe ji van şerên desthilatdarî û nijadperestiyê digire. Ji şerê ku li Ukraynayê didome, şerê ku saleke li Filistînê didome, şerê nû li Lubnanê destpê kiriye û şerê navxweyî li welatên wekî Yemen, Sûdan û Etiyopyayê bandorê bi hezaran jin û zarokan dikin. Li erdnîgariyên weke Emerîkaya Latîn, Afganistan, Hindistan, Îran û hwd. qirkirineke dijwar li ser jinan tê kirin. Dîsa li welatên ku navenda modernîteya kapîtalîst in û em jê re dibêjin cîhana rojava, mîna nêçîra pîrhebokan, qirkirineke dijwar tê veşartin û nixumandin li ser jinan tê kirin.
Divê em van şeran, ên di van şeran de tên qetilkirin, destdirêjî, koçberkirin, feqîrkirin, neçarî birçîbûn û nexweşiyê tên kirin rawestînin. Tundiya li ser jinê ku ji zîhniyet û pergala mêr a hegemonîk diqewime, xwedî taybetmendiyên hem gerdûnî û hem herêmî ye. Di heman demê de ev komkujiyên ku ji jinan destpê dike li dijî xweza, zarok û tevahî civakê tê kirin, bi tevahî tê pêşxistin. Dema ku em li dijî tundiyê têdikoşin, divê em karibin ji herêmî heta gerdûnî xeteke têkoşînê ya yekpare bimeşînin û bi yekparebûna jin, xweza, zarok û civakê li hemberî wê bisekinin. Di vê çarçoveyê de divê em li dijî dewlet, pêkhateyên dewletê yên çete, mêrantiya hegemonîk û her cure zîhniyet û sazîbûna ku pêşxistiye û ferdên mêr ên serdest, têkoşîna xwe bi tevahî mezin bikin.
Em di serdemeke ku tundî hatiye hînkirin û refleksên civakî yên li dijî tundiyê qels bûne de ne. Bi hezaran komkujî û bûyerên destdirêjiyê hene ku hesab ji wan nayê pirsîn û sûcdarên wan jî tên xelatkirin. Piştî her komkujî û destdirêjiyê 5-10 rojan di rojevê de tê hiştin û dawiyê bi demê re tê jibîrkirin, veşartin û piştî çend rojan bûyereke bi heman rengî dubare bibe, ev di serî de me jinan û civakê hînî bûyerên bi vî rengî kirine pêvtir ne tiştekî din e. Di vî warî de gelekî girîng e ku li hemberî vê tundiya şerê taybet a ku pêş dikeve, helwesta xwe ya zelal eşkere bikin, li dijî polîtîkayên normalîzekirin, rewakirin û hînkirinê peyama “Em ê tu carî hînî vê nebin û em ê ji bîr nekin” bidin, li gorî vê diyarkirina rêya rêxistinî û têkoşînê girîng e.
Di têkoşîna jinan a cîhanê de rawestaneke giştî heye. Her çiqas berxwedan û rêxistinbûneke jinan a parçebûyî heye jî, xuya ye ku ji tempoya beriya koronayê paşve ketiye. Sîstema hegemonîk bi vê parçebûnê hewl dide bêrêxistinî, bêhêvî û çavtirsandî bikin. Weke hemû tevgerên jinan, divê em vê rastiyê baş analîz bikin, rê û rêbazên ku têkoşîna me ya li dijî pergala mêr a hegemonîk hîn xurtir bike, stratejî û taktîkên xwe yên têkoşînê xurtir bikin. Li dijî pergala zilam a serdest, dewlet, kevneşopiyên zayendperest, kes û êrîşan, divê em hevpariya têkoşîn, perwerde, rêxistinbûn û xweparastinê ku her kes bi rengê xwe beşdar bibe, pêş bixin. Kîjan milet, çi ol, çi reng, ji kîjan nijadê ne ferq nake. Divê em bi felsefe û çanda Neteweya Demokratîk û Modernîteya Demokratîk bi têgihiştina ku cudahiyên me dewlemendî ne, li hev bicivin, hêz û têkoşîna li dijî nîjadperestî, olperestî, zanistperestî û zayendperestiyê ku jêderên sereke yên tundiya li dijî jinan mezin bikin.
Weke tevgerên jinan di çarçoveya parastina cewherî de ji bo mayîndekirin, sînordarkirin, texilkerî û derbaskirina desthilatiya mêr, em dikarin çi bikin, gavên li ber çavan ên çawa dikarin bavêjin, kîjan çalakiyan dikarin bikin û kîjan rêxistinkirinan pêş bixin? Di van mijaran de pêwîstî bi zanebûn û nîqaşeke cidî heye. Weke jin divê teqez em ev şerê taybet ê dijminê qirker û desthilatdariya mêr bişkînin. Ev jî li ser bingeha xweparastinê di rêxistibûnek şênber û cîdî de derbas dibe.
LI DIJÎ QIRKIRINA JINAN JIN JIYAN AZADÎ!
Li cîhanê herî zêde herêma Rojhilata Navîn bi komkujiyên li ser jinan di rojevê de ye û li welatên Rojava ku modernîteya kapîtalîst lê serdest e weke ku pirsgirêkek wiha tineye û jin azad e, ferasetek çewt hatiye afirandin. Bi tevlêkirina mekanîzmayên desthilatdariya mêr re têgihîştineke çewt a ku jin azad û wekhev e, ji aliyê mêraniya hegemonîk ve weke feraseteke berovajîkirî tê pêşxistin. Gelekî girîng e ku rûyê rast ê mêtingeriya li dijî jinê ya ku ji nedîtî ve hatiye û bûye şahbanûya kelûpelan û hegemonyaya mêr a modernîteya kapîtalîst a Rojava were dîtin û eşkerekirin.
Bi qasî fêmkirina rûyê hişk ê tundiyê divê mirov rûyê wê yê maske yê nerm ê ku wekî ‘hêza nerm’ tê binavkirin, fêm bike. Operasyonên ku di bin navê moda, bedewî û estetîk de li ser bedena jinê tên kirin, her parçeyek ji bedena jinê vediguherînin eşyayekê û li bazarê tê pêşkêşkirin, azadiyê di cinsiyetparêzî û bedenê de tê sînordarkirin û tengkirin, nêrîna jinê ya li ser bedena xwe tê parçekirin û bi vê re di jinan de parçebûna hişmendiyê hatiye firandin û dîsa jinê bêhtir bi tevlîkirina nava partiyên rastgir, şerên dewletparêz û faşîzmê re li ser navê bibe ‘îrade’ dikin mêr û ev di çarçoveya hêza nerm de aliyekî din a tundiyê ye. Dîsa jinên ji ber şer û xizaniyê li welatên xwe koçî Rojava kirine bi mêtingerî, destdirêjî û fuhûşê re rû bi rû tên hiştin. Yek ji pirsgirêkên herî giran ên serdema me tiştên ku jinên koçber dijîn e.
Yekîtiya Ewropa (YE) û hin dewletên Rojavayî têgeha destdirêjiyê nerm dikin, wê dadixin asta têgeha ‘destdirêjiya zayendî’ û bi vî rengî tundiya mêr dinixumînin. Hetta di hiqûqa Yekîtiya Ewropayê de ji ber li ser têgîna destavêtinê lihevkirinek tune ye, di diyarkirina qanûnek hevpar a li dijî wê de pirsgirêk hene. Destdirêjî hema bêje ji sûcbûnê tê derxistin.
Li aliyê din li cîhanê bi xurtbûna nêzîkatiyên rastgir ên faşîst û olperestî re ferzkirina ‘malbata pîroz’ her ku diçe zêdetir dibe, ji mafê kurtajê bigirin heta mafên ku di gelek mijaran de bi dest xistine, ji wan tên stendin, jinan mehkûmî malbat û zarokan dikin û gotina ‘dayikbûna pîroz’ tê ferzkirin. Hêzên Îslamî yên desthilatdar jî kirina vê yekê dispêrin gotina ‘fitratê’ û her cure destavêtin, şikandina îrade û tundiyê li gorî bingeha bîrdoziya xwe rewa dikin. Her çiqas serdema me weke cîhaneke azadî û paşverûtiyê tê pêşkêşkirin, her çiqas dijberî hev xuya dikin jî modernîteya kapîtalîst û modernîteya kevneşopî di esasê xwe de li ser şikandina îradeya jinê û kolekirina jinê hevpar in. Ji bo vê jî divê em taybetmendiyên gerdûnî û herêmî yên polîtîkayên mêr ên hegemonîk, bê çawa li hemberî jinê dibin kulmek hevpar baş fêm bikin û deşîfre bikin û têkoşînê bilind bikin.
Li Ewropa, DYE, Abya Yala, Hindistan, Belûcistan,Efganistan, Îran, Efrîka, Rojhilata Navîn û li gelek deverên cîhanê jin li dijî qetilkirina jinan çalakî lidar dixin û li ber xwe didin. Weke KJK’ê em hemû heval û dostên xwe yên jin ên berxwedêr silav dikin û bang li wan dikin ku hêza xwe ya têkoşînê ya hevpar zêdetir pêş bixin û vê 25’ê Mijdarê weke roja mezinkirina têkoşîna hevpar a li dijî tundiyê bigirin dest.
HER JINEK KU TÊ QETILKIRIN BANGA ŞOREŞA JINÊ YE!
Rojhilata Navîn qada şerekî germ e, komkujiya li ser jinê her ku diçe li ber çavan pêk tê. Rejîma îdamê ya dewleta Îranê, desthilatdariya çete ya li Efganistanê, pêkhateya netew-dewlet û komên çete yên li Yemen, Sûdan, Bakurê Efrîka û welatên Rojhilata Navîn li dijî jinan di nava êrîşeke dijwar de ne. Dewlet û saziyên zayendperest, kevneşopî û zîhniyetên zayendperest ji darvekirinê heta lînçkirinê, sinetkirina jinan, nixumandina bi darê zorê û zewaca zarokan heer cure bê îradekirin, qanûn û polîtîkayên qetilkirinê ji xwe re maf dibînin. Çalakî û berxwedana li hemberî van êrîşan pir girîng e.
Bi vê re berpirsyariya me ya sereke ew e ku em di çalakî, protesto û xwepêşandanên 25’ê Mijdarê de li dijî darvekirina jinan rojevê çêbikin, di serî de Îran, netewe dewletên ku van êrîşên li dijî mirovahiyê pêk tînin eşkere bikin. Li Îranê bi sedan jinên hatine darvekirin hene û niha li benda darvekirinê ne. Em weke hevrêyên wan ên li derve yê têkoşînê xwedî li wan derkevin û ev peywira me ya bingehîn a jinan e. Divê em di rêya serhildana Şîler Resûliyan û Jina Emîniyan de bimeşin, têkoşîna Jin Jiyan Azadî mezin bikin û bîranîna wan û bi hezaran jinên weke wan zindî bihêlin.
Di encama êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezeyê û şerê dawî yê li dijî Lubnanê û encamên wê de bi hezaran jin û zarok hatin qetilkirin. Jin û zarokên Filistînî û Lubnanî bi encamên herî giran ên vî şerê hegemonîk û qirkirinê re rû bi rû ne. Ji xeynî komkujiyan, bi pirsgirêkên giran ên wek birçîbûn, xizanî, nexweşî, fuhûş, destavêtin û koçberiyê re rû bi rû dimînin. Têkoşîna li hemberî van encamên ku Şerê Cîhanê yê Sêyemîn bi xwe re derxistiye holê, pir girîng e. Her wiha divê em karibin di vî warî de hevgirtina jinan û têkoşîna hevpar pêş bixin.
LI DIJÎ DAGIRKERÎ, XIYANET Û TUNDIYA MÊR JIN, JIYAN, AZADÎ!
Ji bo Kurdistanê sala 2024’an bû salek ku tê de êrîşên qirkirin û qirkirina jinan zêde bûn. Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê îsal jî êrîşên xwe yên qirkirinê dewam kir, ji çiyayan heta bajaran, ji gerîlayan heta sivîlan, ji jinan heta zarokan, li her derê Kurdistanê her kes hedef girt. Herî dawî sûcekî din li sûcên şer ên bi salan e ku sivîl, jin û zarok û saziyên xizmetguzariyê li Rojava û Şengalê dike hedef zêde kir. Dewleta Tirk a faşîst ji Efrînê heta Şengalê jinên Êzidî, ji Başur heta Bakur, Rojava û Mexmûrê li hemû qadên Kurdistanê sûc dike. Desthilatdariya AKP-MHP’ê sûcdarê şer e, sûcdarê qirkirinê ye, sûcdarê qetilkirina jin, zarok û xwezayê ye. Bi salan e vê yekê li ser gelê Kurd û jinên Kurd ferz dike. Bi boneya 25’ê Mijdarê divê em bibin bîra jin û zarokên li Kurdistanê hatin qetilkirin, êşkencekirin û rastî destdirêjiyê hatine û bi qîrkirina navê her yekê bikin sedema têkoşînê. Divê em bibin dengê jinên Êzidî yên hîn di destê DAÎŞ’ê de ne û jinên ku li Efrîn û Serêkaniyê ji cih û warên xwe hatine dûrxistin.
Li Kurdistanê bêyî ku qanûn, hiqûq û sînoran bikin van sûcan dikin, zîhniyeta dewletê, leşker, polîs, cerdevan, çawişên pispor, sîxur û çeteyên wê van sûcan dikin û her roj li ser erdnîgariya Tirkiyeyê komkujiyên jin û zarokan pêk tînin. Encamên vî şerê qirêj ê qirkirin û qirkirina jin û zarokên, jinên Tirkiyeyî, zarok girantir dijîn. Li Tirkiyeyê nîjadperestî, şovenîzm û zayendperestiya wê di asta karesat û kaosê de ye. Krîza zîhnî ya modernîteya kapîtalîst di zayendperestiyê de xitimiye. Tundî bi taybetî li ser mêran û ji ser wan jî li ser jinan û her kesî tê meşandin. Rengvedana şer li ser jiyana rojane û ji nû ve teşekirina civakê bi vê tundiyê tê kirin.Pir girîng e ku tevgerên jinên Kurdistan û Tirkiyeyê bi hev re têkoşînê mezin bikin û li hemberî çavkaniya tundyê têkoşîna jinan a yekbûyî û têkoşîna çareseriyê berfireh bikin.
Jinên ku di zindanan de li ber xwe didin, êşkenceya dewleta mêr jî bi awayên herî giran dijîn. Jinên di zindanên Tirkiye, Bakurê Kurdistanê û Îranê de girtî ne, jinên di zindanên Rojhilata Navîn û cîhanê de li ber xwe didin, gav bi gav bi êrîşên zayendîparêz ên dewleta mêr re rû bi rû dimînin. Di vê 25’ê Mijdarê de jî divê em bi tevahî hevrêyên jin ên li zindanan li ku dibin bila bibin xwedî li berxwedanê derkevin, xwedî li wan derkevin û dengê wan bigihînin qadên çalakiyê. Bi taybetî jî berxwedana bi rûmet a dayikên me yên ku tevî nexweşiyên xwe yên giran, bi temenên xwe yên mezin di zindanan de tên girtin, li dijî dewleta Tirk a faşîst a qirker li ber xwe didin, wê nav, jiyan û çalakiya wan weke meşaleyekê rêya me ronî bike. Dîsa dayikên şehîdan, dayikên şemiyê, xizmên jinên winda yên ku cenazeyên zarokên wan nehatine dayîn û hestiyên wan di çente de hatine dayîn kevirê bingehîn ê têkoşîna me ya jinan in. Weke KJK’ê em berxwedana bi rûmet a van dayikên leheng silav dikin û careke din dubare soza ku di 25’ê Mijdarê de ji wan girtiye em ê çanda berxwedanê hîn zêdetir berfireh bikin, didin.
Zarokên keç û bi giştî zarok di asteke bilind bi tundiyê re rû bi rû ne. Zarok bêtir bê parastin in. Dema behsa xweparastina jinê tê kirin, divê em zanibin ku erka bingehîn parastina zarokan e. Rastiyên ku di şexsê Narînê de derketin holê, karesat tê jiyîn zêdetir derxist holê. Zarok yan bi fizîkî tên qetilkirin yan jî vîna wan bi temamî tê şikandin. Pêşîlêgirtina vê yekê erka sereke ya tevgerên jinan e. Ji bo vê jî divê bi munasebeta 25’ê Mijdarê ji destavêtina zarokan bigire heta komkujî, kedxwariyê û bikaranîna bi şêweyên curbecur gelek aliyan li ber çavan bigirin û mijara ku em çawa dikarin zarokên xwe biparêzin bi awayekî berfireh binirxînin. Zarok hemû zarokên me ne! Divê em xwedî li zarokên berî bên kuştin derkevin.
YJA STAR WEKE MODELA XWEPARASTINA JINÊ YA SERDEMA ME TÊDIKOŞE!
Li Kurdistanê artêşa jinan 32 sal li pey xwe hişt. YJA Star ku pêşenga artêşa me ya jin e, li dijî desthilatdariya mêr, dewleta mêr û çanda zayendperest,li dijî mêtingerî û faşîzmê têkoşîneke xweparastinê ya pir xurt dimeşîne. Taktîk, hêza derûnî, pisporî û ruhê fedaî di nava yekparebûnê de ne. Rastiya gerîlayeke jin a ku bi lehengî li dijî artêşa Tirk a bi piştgiriya NATO’yê şer dike, hemû çekên qedexekirî, ji çekên kîmyewî heta çekên nukleerî yên taktîkî bi kar tîne, li ber xwe dide. Di vê têkoşînê de bi hezaran şoreşgerên jin şehîd bûn û bedelên mezin hatin dayîn. Em Berwar Dersimî, Bêrîtan Nurhak, Axîn Mûş, Dr. Sara, Asya Alî û hemû hevrêyên xwe yên jin ên di têkoşîna li dijî tundiya mêr de şehîd bûne û di şexsê Rojger Hêlîn de hemû hevrêyên mêr bi hezkirin, rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Hemû hevrêyên jin û mêr ên di vê têkoşînê de şehîd bûne, şehîdên afirandina çanda demokratîk a hevjiyana azad a li dijî çanda tundiyê ne. Soza me bi boneya 25’ê Mijdarê ji wan re ew e ku em ê layiqî bîranînên wan bibin û bigihêjin armancên xwe.
YJA Star di vê têkoşînê de rola pêşeng lîst, YPJ li Rojava, YJŞ li Şengalê û HPJ li Rojhilat ev têkoşîn mînak girtin û têkoşîna xweparastinê ya jinan hîn xurtir û berfireh kirin. Ev têkoşîn hem li Rojhilata Navîn û hem jî ji bo jinên cîhanê mînak û modelek e. Zêdetir zanîn û têgihiştina vê nimûneyê û birêxistinkirina wê li gorî bingehên xwe wê girîng be.
Yê ku jin, keç, jinên ciwan û dayikên me ji komkujî û tundiya zilamê serdest rizgar bike xweparastin, rêxistinbûn û têkoşîn e. Rizgarî bi tenê, bê têkoşîn û bê xweparastinê nabe. Ger em weke jin xwe bi rêxistin bikin û di parastina cewherî de têbikoşin, em dikarin bijîn, bibin hêz û çavkaniya jiyanê û vê tundiya mêr a bûye axtapotan derbas bikin. Têkoşîna me divê rêxistinbûnê biafirîne, xweparastinê biafirîne û bibe çavkaniya jiyanê. Ji bo vê jî divê em her qada jiyanê veguherînin eniyên têkoşînê, li her derê kursiyên jinan ava bikin û heqîqetê bibêjin, desthilatdariya mêr li kursiyên edaletê bidarizînin.
Ji bo vê;
Weke KJK’ê em bang li hemû tevgerên jinan ên cîhanê, bi taybet jinên Kurdistanî û Rojhilata Navîn dikin ku 25’ê Mijdarê ya îsal weke kampanyaya ku 15 rojan dom dike, bi rêxistin bikin. Werin em ji 10’ê Mijdarê heta 25’ê Mijdarê bikin rojên ku tundiya mêr a li ser jinê dinirxînin û derdixin holê û di heman demê de li hemberî vê tundiyê hişmendiya xweparastinê û rêxistinbûnê pêş dixin. Em bang li jinan dikin ku hêza xwe bikin yek û li dora dirûşma “EM BI JIN JIYAN AZADÎ XWE DIPARÊZIN” hêza xwe mezin bikin. Di rastiya îroyîn de ku komkujî ji aliyê bedenî û ruhî ve pir zêde bûye, em bi “JIN JIYAN AZADΔ ku Rêber APO weke formuleke efsûnî aniye ziman, xwe û jiyana xwe biparêzin! Ji bo vê jî em her qada jiyanê veguherînin qadên çalakî û zanebûnê, destên xwe bidin hev û dengê xwe li dengê hev zêde bikin. Herî dawî jî em desthilatdariya mêr hilweşînin û jiyana azad ava bikin.