Jiyan Bi Têkoşîna Rêxistinbûyî Û Berxwedanê Dibe
Desthilatdariya qirker û faşîst a AKP-MHP’ê êvarekê qeyûm danî ser şaredariyên Dersim û Pulurê, êvara din jî dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ qedexe kir. Destpêkê şaredarên li Colemêrg, Mêrdîn, Êlih, Xelfetî û Esenyûrtê yên bi dengê di asta rekorê de weke îradeya gel hatin hilbijartin ji wezîfeyê dûr xistin, dest danîn ser şaredariyê, waliyên mêtingeriyê bi cih kir û îradeya gel tine hesibandin. Herî dawî li Dersim û Pulurê bi rê û rêbazeke ne kêmî dadgehên rewşa awarte bi lez û bez ji xwe re sûc peyda kirin û bi biryarên dadgehên ji qazî, îradeya gelê Dersimê hate desteserkirin. Em ji desthilatdarî û dewleta faşîst a Tirk re careke din dibêjin, di komkujî û qirkirina ku we di salên 1937-38’an de li Dersimê kirin û hemû seferên piştî wê pêk anîn, we serketin bi dest nexistin. Dewleta Tirk a mêtinger ku ji gotina ‘Sefer li Dersimê dibe lê serketin nabe’ ti ders wernegirtiye, bi rêya desteserkirina şaredariyê careke din sefer lê kir. Çawa ku di seferên we yên beriya niha de rû da, her polîtîka û êrîşên we yên dijminane û dagirkeriyê ji bilî xweparastina di nava lanet, tecrîd û dîwaran de wê bi kêrî tiştekî neyê. Di şexsê waliyê mêtinger de dewleta dagirker a Tirk li pêşberî têkoşîn û berxwedana gelê Dersimê di nava dîwaran de asê maye. Em vê sekn û berxwedana xurt pîroz dikin. Hêza dagirker ku li pêşberî berxwedana gel ketiye nava panîkê, bi qasî ku êşkenceyê li mirovê me yê çavkaniya moralê yê dilpak, saf ê Dersimê bike, ku weke General Zêng jî tê naskirin, êrîşên dijminane kir.”
DIRÛŞMA ‘JIN, JIYAN, AZADÎ’ BÛYE TIRSA WAN A HERÎ MEZIN
Di daxuyaniya KJK’ê de hate gotin, “Li gel vê yekê dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ji aliyê waliyê Diyarbakirê ve hate qedexekirin.” daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir: “Tirsa desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê mezin e, ji ber ku li pêşberî têkoşîna azadiyê ya jinê wê hîn bêhtir bitirse, bikeve nava panîkê. Dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ku tevahiya cîhan bi pêşengiya jinê diqîre, veguherî çavkaniya sûdwergirtinê ya têkoşîn û berxwedanê ji hemû civakan, çand û gelan re, têkoşîn û berxwedana jinên Kurd gerdûnî kir û veguherî tirsa wan a herÎ mezin. DirÛşmeke welê ye ku nîşan dide, berxwedan û têkoşîn rûmet û sekna herî mezin e. Desthialtdarî û rejîmên faşîst, otokratîk, dîktator, antî demokratîk û dijminê jinê wê li hemberî vê dirûşmê têk biçin. Mîna her qedexeyê, ev qedexe jî wê li dîwarê îradeya berxwedan û têkoşîna rêxistinbûyî ya jinan bikeve û têk biçe.
Li gel hemû êrîşên dijminane û qedexeyan jî li pêşberî îradeya berxwedêran, ciwanan, gelan û jinan têk diçin. Bi tirsa windakirinê êrîşê dibin ser her îtirazê, deng, sekn, hevkarî û îradeya rêxistinî. Kiryara xwe ya destpêkê ya piştî desteserkirina şaredariyan girtin û qedexekirina tabela, kreş, her tiştên çand, huner û wêjeyê yên bi navê Kurdî bûn. Konserên hunermendên Kurd têne qedexekirin, stranên bi Kurdî yên bi zimanê dayikê têne astengkirin û konser têne betalkirin.
Li hemberî desteserkirina îradeyê, qedexekirina dirûşman û mîna li Dersimê li hemberî êrîşên dijminane yên li ser baweriya Elewî û Kurdî, pêwîstî bi berxwedan û sekneke rêxistinî ya hevgirtî heye. Nirxên me parçe bi parçe qut kirin, lewma bi têkoşîn û berxwedaneke ji hev cuda û parçebûyî em ê nikaribin biparêzin. Ji ber vê eykê jî pêwîstî bi têkoşîn û berxwedaneke li tevahiya Kurdistan û Tirkiyeyê belavbûyî û daîmî heye. Divê jin û ciwan di asta pêşengiyê de tevlî vê berxwedanê bibin û bi rol û berpirsyariya xwe rabin. Her wiha tirsa wan a herî mezin ji sekna rêxistinî ya hevgirtî û ehvpar ajin, karker, kedkar, bindest û gelan e. Lewma bi rengekî eşkere gefan dixwin, hewl didin hevgirtina hêzê û tifaqa rêxistinbûyî asteng bikin. Wê demê divê em bi rengekî hîn xurt, bi tifaq û yekîtiyê li ber xwe bidin, têbikoşin û faşîzmê têk bibin. Dem dema vê yekê ye.
TÊKOŞÎNA JINAN WÊ BIBE AZRAÎLÊ REJÎMA ZAYENDÎPEREST A FAŞÎST
Her wiha propagandayên manîpulatîf ên bi navê ‘pêvajoyê’ dikin, ji bo nixumandina êrîşên xwe yên dijminane ye. Rewşa tecrîdê ya ku li ser Rêber Abdullah Ocalan gi rengekî girankirî dewam dike, li ser bingeha cezayên dîsîplînê yên nû hatiye kûrkirin û dewam kirin. Hevdîtinên parêzeran û malbatê têne astengkirin. Li dijî Kurdan, jinan û hemû derdorên muxalîf polîtîkaya êrîşê û şer a dijminane di meriyetê de ye. Bi rêya berdevkên payebilind ên desthilatdariyê careke din anîn ziman ku ew amadekariya şerekî li dijî Rojava dikin. Planên êrîşê yên mezin ên dijminane di dewrê de ne. Li hemberî hêz û kesên ku vê yekê nerm dikin, dibêjin normal e, ‘karakterê bi vî rengî yê pêvajoyan dibe ku hebin’ divê helwesta pêwîst bê nîşandan û têkoşîn bê meşandin. Ji bilî mezinkirina berxwedan û têkoşînê, ji bilî têkbirina faşîzama AKP-MHP’ê rojeveke me ya din nîne. Dem dema têkbirina faşîzmê û serketina jinan û gelan e. Li ser vê bingehê em bang li hemû rêxistinên jinan, derdorên demokratîk dikin ku li hemberî van êrîşên faşîzan helwestê nîşan bidin. Jiyan bi berxwedan û têkoşîna rêxistinî dibe. Têkoşîna jinê wê bibe Azraîlê rejîma zayendîperest a faşîst a sexte.