WERIN EM LI DIJÎ ŞER, TUNDIYÊ, KOMKUJIYÊ Û TECAVUZÊ XWE RÊXISTIN Û KOMÛN BIKIN!
Bı berxedaniya xwişkên Mirabel, ku bi berxwedana xwe re bune vesileya Roja Navneteweyî ya Jiholêrakirina Tundiya li ser Jinan di 25ê Mijdarê , û heta Roza Luxemburg, Sakine Cansız, Nagihan Gulistan Tara, Hero Bahaddin, Asya, Seve, Pakize, Fatma, Deniz Poyraz, Evin Guyi, Hevrin Xelef, Zelal Haseke, Pelin, Salîha, Nesrin Amed, û Narin Güran û Rojin Kabaiş, em hemî jinên ku ji hêla şîdeta mêrê serdest re hatine qatîlkirin bi rêz, evîn û spasdarî bi bîr tînin. Em soz didin ku hezkirina jiyanê, mîrateya têkoşîn û berxwedanê ya ku wan ji me re hiştine, emê bi cîhanek ku aştî lê serdest e, li ser bingeha demokrasî, nirxên ekolojîk û azadiya jinan, tacîdar bikin.
Tundûtûjî rastiyek e ku ji hêla mêrê serdest ve li dijî jinan tê bi rêxistin kirin, ku di demên cûda û di gelek warên jiyanê de tê dîtin, û birînên kûr ên fîzîkî û psîkolojîk çêdike. Jin yekser bi awayên herî hovane yên vê tundûtûjiyê re rû bi rû dimînin. Bi taybetî tundûtûjiya psîkolojîk û giyanî di her aliyê jiyana rojane de cih girtiye û gihîştiye astek ku her ku diçe normalîze dibe û nayê dîtin,farqkirin.
Jin, bêyî ku temen, pîşe, netewe, reng an rewşa civakî farq bike, hîn jî qurbaniyên vê tundûtûjiyê ne. Dibe ku ev pitikek mîna Sîla, zarokek mîna Narîn, ciwanek mîna Rojîn, dayikek mîna Taybet Înan, jinek ku di parlementoyê de dixebite mîna Salîha Akkaş, ekolojîstek mîna Arevalo Lomas a 89 salî ya Perûyî ku dixwaze daristanên xwe biparêze, jinek Durzî mîna Fevziye El Sharani ku li dijî êrîşên çeteyên HTŞ’ê gundê xwe li Sûriyeyê biparêze, an jî jinên bi statuyên cûda li deverên cûda. Lê yek ji van nasnameyan têrê nake ku me ji tundûtûjiya rêxistinkirî, tacîz û tecawiza mêrê serdest biparêze.
Herçiqas tundûtûjî li erdnîgarîya ku em lê dijîn Rojhilatanavîn de roj bi roj zêde dibe jî, lê di rastiyê de sala 2025 an ew sal bû ku tundêtûjî din bîn wêranîya şerên li çar alîyê cîhanê de di asta herî bilînd de hat jîn.Komkujiyên Durzî û Elewiyan li Sûriyeyê û şerê berdewam ê li Xezzeyê, sarmala-sîpîrala tundîyê a kû cîhan ketîye dinav de kûrtir kirîye.Heta hîna sal neqedîya ye jî, hejmara tundûtûjî û komkujiyan a îsal ji salên berê pir zêdetir bû. Nêzîkî 86,000 jin û keç li çaraliyê cîhanê hatin kuştin, ji van nêzîkî 52,000 buyer wekî kuştinên bi destên endamên malbatê û yên têkîlîyên nêz hatine tomar kirin. Bi van hejmaran re, mal û malbat, ku wekî “pîroz” hatine ragihandin, li çaraliyê cîhanê wekî cîhê herî xeternak ji bo jinan hatine nas kirin.
Ji bo fêmkirina asta tundûtûjiya rêxistinkirî ya li dijî jinan, bes e ku meriv polîtîkayên jinan ên hemî welatan lêkolîn bike. Di destpêka salê de, li Iraqê, hewl hat dayîn ku destkeftiyên jinan bi “Qanûna Rewşa Kesane” paşve werin xistin. Piştî Tirkiyeyê, Letonyayê jî vekişîna xwe ji Peymana Stenbolê ragihand. Li Afganistanê, mîmarîya xanîyan li gorî kû jin ronahîyê qet nebînin hat dizayn-(sêwirandin) kirin. Li Tirkiyeyê, li mizgeftan xutbeyên ku digotin “Jina ku dest û singê xwe tazî dike bêîman e, û divê jin nîvê parê mîrasê ya mêr qebûl bikin” hatin xwendin. Li Îranê zêdetirî 800 jin hatin îdamkirin.
Mêr Dewlet, hewl dide her tiştî, ji tiştên ku jin li xwe bike, çawa bikene, çi bixwe, çawa û bi kê re bijî, çend zarokên wê hebin bigire bin kontrola xwe, jinên ku ji van sînoran derdikevin, komkujî dike. Jin ji balkon an jî ji pencereyan nakevin, di avê de naxeniqin, xwe naşewitînin û xwe nakujin. Em dizanin ku li pişt van derewan de şîdeta mêran a maskekirî heye. Rastiya ku gelek welat hîn jî di pênaseya xwe ya tecawiz û şîdetê de ne zelal in, ev rewş şîdeta mêrê serdest teşwîq dike. Her çend profilde mêrekî ku komkujî pêk tîne nîşan didin jî, girîng e ku meriv bizanibe ku li pişt wê zihniyet û polîtîkayek dewletê heye. Em dizanin ku şîdeta li dijî jinan ji hêla zihniyeta dewletê ya mêrsalar re tê kirin, û bingeha 25ê Mijdarê ew e ku li dijî vê şîdeta ku ji hêla dewletê ve tê piştgirî kirin raweste.
Werin em bi “Jin, Jiyan, Azadî” ji Polîtîkayên Şer û Êrîşan re ” bibêjin Raweste” .
Dîtina rastiya li pişt profîlê dê bibe xalek destpêkê ji bo dîtina çareseriyan. Girîng e ku meriv bizanibe ku şîdeta li dijî jinan li pişt krîzên ku di hemî warên jiyanê de, ekolojî, aborî, tenduristî û perwerdehiyê de têne jiyîn, heye. Rêber APO di Manîfestoya xwe ya ji bo Aştî û Civaka Demokratîk de dibêje ku pirsgirêka civakî ya yekem bi koletiya jinan ji hêla kujerên qestîk ve dest pê kir, û ew her weha destnîşan dike ku divê em ji ku derê dest pê bikin da ku pirsgirêkên civakî yên îroyîn çareser bikin.
Kujerê Kastîk di demên kevnar de bi obsîdyenê, di Serdema Navîn de bi şûr û îro jî bi pîşesaziyê ji bo qezencê îstîsmar dike. Bi gotineke din, ew di her serdemê de maskeyek nû li xwe dike, lê di bingeh de herdem di nav me de wekî heman kujer dijî. Ev kujer Carinan bi rih û şûr, carinan bi kinc û kravatan, carinan wekî serokê çeteyekê, carinan jî wekî serokê dewletekê li pêş me jinan e. Ji ber vê yekê, têkiliyên civakî yên ku jin bi jinên din re pêş dixin, bêyî ku ji dewletê, kû ew bi xwe aktorê sereke yê tundûtûjiyê, parastin u beravanîyê hêvî bikin, ew e ji bo jinan bibe parastina wan a herî mezîn. Tişta kû jinan bide jîyankirin u parastin, hêza jin a rêxîstinkirî û jîyana komüne.Ji bo vê armancê, divê li dijî vê pergalê, ku tundûtûjiya li dijî jinan gihandiye asta şer, li dijî komkujî û koletiyê, ‘bi JÎN JÎYAN AZADÎ’xwe birêxistin bikin û li kolan û meydanan de vê tundûtûjiyê protesto bikin.
Ev Şer, Şerê Me Nîne!
Şer, ku forma herî dijwar a tundûtûjiyê temsîl dikin, her roj ji hêla nûnerên vê pergala kapîtalîst û dewletên neteweyî ve têne kûrkirin û domandin. Di demekê de ku li Tirkiyeyê ji her çar zarokan yek birçî diçe dibistanê, dayik ji bo têrkirina zarokên xwe ji çopê bermahîyan berhevdikin, û Rêber Apo (Rêber Apo) ji bo aştiyek bi rûmet pir hewl dide, lêbelê budçeya kû hikûmeta AKPê ji bo şer dîyar kirî ji ya ku ji bo jin, zarok, perwerde û tenduristiyê hatiye veqetandin pir zêdetir e. Bi hezaran jin û zarok di şerê berdewam ê li Xezzeyê de jiyana xwe ji dest didin, di heman demê de ji hêla mêrên ku ji bo rêxistinên alîkariyê dixebitin ve rastî şîdeta cinsî, psîkolojîk û fîzîkî tên. Bi heman awayî, li Kenyayê, jin dema ku hewcedariyên xwe yên herî bingehîn, wek av û xwarinê, peyda dikin, rastî êrîşa cinsî tên. Li Abya Yala, her çend jê re şer neyê gotin jî, jin bi êrîşên mîna şer re rû bi rû dimînin. Bi gotineke din, hebûn, ked û debara jinan çar alîyê cîhanê de dibe hedef û qurbaniyên têkoşîna desthilatdariyê a ku ji hêla serdestiya mêran ve tê meşandin. Hemû karesatên ku hatine serê karker, bindest, jin û zarokan û berdewam dikin, karê vê pergala serdest a mêran in. Ji ber vê yekê, li dijî şer sekinîn tê wateya parastina hebûna me, ked, debara me, zarokên me, xwezaya me, hewaya me, ava me û pêşeroja me. Wekî ku gelê Sûdanê, ku bi deh hezaran kes lê koçber bûne û bi hezaran kes jî hatine qirkirin, dibêje, “Kîjan alî bi ser bikeve, em winda dikin. Ev şer ne şerê me ye.”
Li ser vê bingehê, beşdarbûn, xurtkirin û rêxistinkirina pêvajoya “Civaka Aştî û Demokratîk” a ku ji hêla Rêber Apo ve hatiye destpêkirin, dê gelek qeyranên li Rojhilata Navîn û cîhanê, bi taybetî li Kurdistan û Tirkiyeyê çareser bike. Her wiha dê sedema mayînde ya sûdwergirên şer, çete û mafyayan ên ku bi şer û tundûtûjiyê geş dibin ji holê rake.
Çareseriya van krîzan di avakirina paradîgmayek demokratîk, ekolojîk û azadiya jinan de derbaz dibe.
Divê Em Pêşî li diji Komkujiya kû binavê evînê Ruh û laşê Jinan Dike Hedef Bigirin!
Hemû dane û tomar-bîlanco nîşan didin ku jin pir caran ji aliyê mêrên ku îdîa dikin ku ji wan hez dikin ve têne xapandin, îstismarkirin, şermkirin, lêdan û kuştin. Wek jin, divê em bi ciddî vê rastiya mêran, derew û tundûtûjiya ku ew di navê evînê de vedişêre, çareser bikin û bi wan re şer bikin. Diyar kirina polîtîkayên li ser bingeha ka em çawa dikarin tundûtûjiya fîzîkî û hestyarî asteng bikin, û zelalkirina pîvanên têkiliyan, gelekî girîngî qezenç kirîye.
Bi vê wateyê, bi boneya 25ê Mijdarê, divê em wekî jin bi perspektîfek hin berfirehtir ve parastina xwe a cevherî çareser bikin. Bi zanîna ku mêrên ku dixwazin me bixin xwarê ne hêjayî silavekê me ne, divê em pîvanên xwe pêşve bibin û van pîvanan di her kêliyê û di her aliyê jiyanê de li ser pergala serdest a mêran ferz bikin. Rastiya ku mêrê ku nizane çawa bi jinan re biaxive nikare sosyalîst be, tekez dike ku pîvana mirovbûnê di awayê nêzîkbûna kû bi me ya jinan re derbaz dibe. Ji ber vê yekê, divê em bi pirsîna ka divê em bi kîjan mêran re heval bin, bi kîjan mêran re silav bikin û ji kîjan mêran dûr bisekinin, pîvanek saz bikin û divê em mêran teşwîq bikin ku rêz li van pîvanan bigirin û qebûl bikin. Bi taybetî, divê em bi navê evînê komkujiyên ku li ser ruh u gîyana jinan tê kirin pêşî lê bigirin.
Werin Em Li Dijî Tundiya Sîstema Mêrê Serdest Bi Slogana “Komûn Dide Jîyan Kirin” Birêxistin Bibin û Derkevin Meydanan!
Sîstema mêrê serdest herî zêde êrîşî rastiya rêxistin û komînbunê dike, lê ew forma herî bîngehîn a parastina cîvakê ye. Ji ber vê yekê, divê tu jin bê rêxistin û tenê nemîne. Divê tu jin li kampusan, li cihên kar, li zeviyan, li taxan, an li gundan xwe tenê hîs neke. Divê ew beşek ji komînan be ku ew dikare xwe tê da îfade bike û biparêze. Komîn rêya hebûna civakê ye, şaneya bingehîn e, bi xwezayî azadî û wekheviyê dihewîne, û xwedan karakterek demokratîk e. Li ser vê bingehê, divê jin bikaribin li gorî pêdiviyên xwe di warên wekî xwendin û nivîsandin, sohbet, werzîş, huner, aborî, çand, ekolojî, parastin û gelek warên din de werin cem hev, her malekê veguherînin komînekê. Di van komînan de jin dikarin nîqaş bikin ka ew merekî,bav,bîra an jî hevalekî çawe dixwazîn, u pîvanên ku mêrek nêzîkî wan bîbe destnîşan bikin. Sîstema serdest a mêr, ji bo ku gîrêdanên dirokî yên dinavbera jinan de bişkîne, bi direwa ku dîbêje du jin nikarîn werîn gel hev, jînan îzole dike, û li her qadê êrîşî jînên îzolekiri dîke u wan qatîl dike. Tenê bi rêya rêxistina komînan em dikarin vê yekê derbas bikin û rêbazên alternatîf ên jiyanê pêşve bibin.
Ji bo vê armancê, di 25ê Mijdarê de, em ê:
Werin em hewlên xwe yên hişyarkirin û perwerdekirinê di asta seferberiyê de pêşbîxînîn!
Werin em kolan û meydanan bi têkoşîna xwe ya li dijî tundûtûjiyê tijî bikin! Werin em xwe bigihîjin jin û ciwanên ku tenê bi fîzîkî tundûtûjiyê dibînîn lê nikarin tundûtûjiya aborî, psîkolojîk û ekolojîk a ku ew dijîn nas bikin!
Ji bo vê yekê, werin em bigihîjin tax, dibistan, kampus, cihên kar û gundan! Werin em jinan, bi taybetî ciwanan u her endamê cîvakê li ser vê mijarê hijyar bikin u rêxîstin bikin.
Pirsgîrêka tundîtujîyê di bîngeh de pirsgîrêka mêranîya serdeste, Divê em vê rave bikin, bêtir nîqaş bikin, û li gorî vê yekê mêran, nemaze mêran, perwerde bikin, biguherînin û veguherînin. Di semîner û panelan de, mijarên wekî jina sosyalîst, mêrê sosyalîst, malbata sosyalîst û hevjiyana azad dikarin werin nîqaş kirin û di platformên nîqaşê yên vî şewazî de pîvanên jîyana azad dikarin werîn pêş xistin.
Li ser vê bingehê, wekî KJK, em bang li hemû jinên cîhanê dikin, bi taybetî yên Kurdistan û Rojhilata Navîn, ku di vê heyama 25ê Mijdarê de şîdeta mêr dewlet eşkere bikin û bi ruhekî seferberiyê hewlên xwe yên rêxistin, perwerde û hişyarkirinê berfireh bikin.
Her wekî jinên Afganistanê gotin, “ev heyama tarî heman demê de ronahiya jinan jî mezin dike. Berxwedana jinan nîşan da, ne tenê li Rojava, lê di heman demê de li Afganistanê jî dijmîn dikare were têkbirîn.” Careke din, eşkere dibe ku dema jin mil bi mil radiwestin, ti astengiyek tune ku neyê şikandin, ti zehmetiyek tune ku neyê derbaskirin. Ji ber vê yekê, werin em mil bi mil bisekinin û jiyanek azad û bi rûmet ava bikin! Werin em li dijî şîdetê li her derê xwe birêxistin bikin û bibêjin, “Komîn Dide jîyan Kirin!”