Em Têkoşîna Ji Bo Azadiya Fîzîkî Ya Rêber Apo Bi Ruhê Seferberiyê Mezin Bikin

Di serî de jin û ciwan li gel berxwedan û têkoşîna gelê me û dostên me ya 27 salan a li dora Rêebertiya me kom bûn û bi felsefeya ‘Azadiya Rêber Apo, azadiya me ye’ jiyan, dan jiyîn û bang kirin hemû dinyayê komplo hate pûçkirin.

Lê belê li hemberî vê berxwedan û vejînê komploya 15’ê Sibatê xwe nûdike û berdewam dike. Çareseriya demokratîk û hewla ji bo aşitiyeke birûmet a Rêbertî ev 27 sal in di bin şert û mercên tecrîda Îmraliyê de dixwaze pê bixe, hemû caran bi komployê re rû bi rû dîminin. Hêzên komploger û mekanîzmaya derbeyê li hemberî bandora li seranserê cîhanê ya Banga Aşitî û Civaka Demokratîk a 27’ê Sibata 2025’an a Rêbertî jî  versiyona duyemîn xistin dewrê. Versiyona duyemîn a komployê ya li Helebê hate destpêkirin û hê jî berdewam dike, perspektîfa neteweya demokratîk a li gel şoreşa jinan a Rojava hate afirandin û bû wesîle ku nirxên mirovahiyê, felsefeya civaka komunal a demokratîk a Rêber Apo pêş xistiye gel bi hev re bijîn hedef girtiye. Li dijî têkoşîna me ya azadiya jinan li gel avakirina rejîmên terorîst ên dijminên jinan û weke monarşî keyatiya serdema navîn ên weke DAÎŞ, Talîban û HTŞ’ê dixwazin bibin asteng. Di parvekirinên enerjiyê yên di navbera serweriya mêran û hêzên dagirker de di şexsê jinan de kolekirina gelan tê armanckirin. Ev komplo bes ne gelê Kurd û destkeftiyên şoreşê di serî de Tirkiye bi armanca tasfiyekirina hêviya gelên Rojhilata Navîn û mirovahiyê ya li gel banga 27’ê Sibatê derketiye holê, hatiye kirin. Rêber Apo li hemberî van êrîşan  bi rêya perspektîfa çareseriya ku pêş xistiye, rê li ber pêkanîna armanca komployê û komkujiyê girtiye. Gelê me li çar perçeyên Kurdistan talûkeya komplo û komkujiyê dîtiye û bi ruhê yekîtiya neteweyî û hişmendiya neteweya demokratîk li dora Rêber Apo û şorela jinan a Rojava kom bû û bû bersiv. Em vê berxwedana li dijî komployê ya di pêşengtiya şervanên YPJ’yî de şervanên ku parastina rûmeta mirovahiyê dikin, gelê me yê li kolanên Rojava felsefeya Rêbertî diparêzin, hemû jinên ku ji neteweya demokratîk û jiyana azadiya jinan bawer dikin û dostên xwe silav dikin. Dubare di şexsê şehîdên mezin û nûnerên dawîn ên xeta berxwedanê hevrê Ş. Zeyad, Ş. Denîz, Ş. Ehmed Hêmin de şehîdên berxwedana Rojava bi bîr tînin.

Li gel ku em dikevin sala 28’emîn a komploya 15’ê Sibatê li hemberî komploya 15’ê Sibatê ya duyemîn em bang li hemû gelê xwe dikin ku têkoşîna dabînkirina azadiya fîzîkî ya Rêbertî bi ruhê seferberiyê mezin bikin. Bidawîkirina polîtîkayên komplo û komkujiyan a di sala 28’emîn de, li gel azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêkan e. Pêkhatina Banga Aşitî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo ya li gel ‘Azadiya Rêbertî Azadiya Me Ye’ girêdayî jiyana azad a hemû gelan û jinan wê vejînê pêk bîne û ev yek jî wê komployên 15’ê Sibatan pûç bike. Pêkanîna şertên birêvebirina pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo, şertê sereke yê serkeftina vê pêvajoyê ye.

Girêdayî vê yekê em bang li hemû jinan dikin ku beşdarî avakirina civaka komunal a demokratîk û seferberiya dabînkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bibin.