Ji Bo Hemû Rêxistinên Jinan û Xwişkên Me Yên Hêja Re! 8ê Adarê RUHÊ DEMOKRASI Û AZADIYÊ YE!

8ê Adarê, Roja Jinên Kedkar ên Navneteweyî, li hemû jinên cîhanê yên ku li mafên xwe yên kedê  digerin, li mirovahiyê ku ji bo vê dozê têdikoşe û li jinên Kurd re pîroz be! 8ê Adarê ji bo hemu jinan roja yekîtî û têkoşînê ye. Wekî Tevgera Azadiya Jinên Kurd, em bi rêzdarî li beranberî bîranîna hemû jinên ku ji bo azadiyê jîyana xwe ji destdane ditewînin û em şiyarbûn û çalakiyên bi heybet ên jinan ku, tevî hemû zilm, tundûtûjî û komkujiyan, kû her aliyê jiyanê – li girtîgehan, çiyayan, kolanan, cihên kar, zevî û malan – veguherandine qadeke azadiyê silav dikin. Zêdetirî 40 salan e ku Tevgera Azadiya Jinên Kurdistanê têkoşînek mezin dide da ku îdeolojiya rizgariya jinan kûrtir bike, hêz û hişmendiya xweparastina jinan eşkere bike, temsîliyeta wekhev û azad a jinan di qada siyasî de misoger bike, li dijî zayendperestiyê di hemû warên jiyanê de bi ser bikeve û bi vê yekê azadiya jinan bilezîne. Me her tim  bi jinên çar alîyê cîhanê re girîngî û wateyek mezin daye parvekirina encamên ku me di vê rêyê de bi dest xistine. Û niha, bi heyecan, coş û biryardariyek mezin, em armanc dikin daku sed sala 21. Wergerînîn serdama azadîya jinan û ji bo pêkanîna şoreşa duyemîn a jin hewildin di nav tevgera rizgariya jinan a gerdûnî de mîsyona xwe bicîh bînin

Wekî ku hûn ji nêz ve dişopînin, em dinava pêşvêçûnên pir bi lez û awerte de derbazî sala 2026 bun. Cîhan bi lez ber bi pergalekî pir bi kutup û parçebûyî ve diçe. Sîstema cîhanî hilweşiyaye. Rêberên populîst û maço berjewendiyên xwe yên desthilatdariyê li ser hemû nirxên din didin pêş. Cîhana me ji ber pêşbaziya dijminane û têkiliyên desthilatdariyê nema dikare lê bijî. Kapîtalîzm, baviksalarî û desthilatdarî dibin sedema hilweşîna erdê di bin lingên me de. Ji ber van hemû sedeman, sîstema navneteweyî ya li ser bingeha maf û rêzikan li ber hilweşînê ye. Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump, bi hemû kiryar û gotinên xwe, mixa dawî li tabûta dewleta neteweyî xistiye. Îro, despot û rêberên populîst û dijminê jinan rêzikên cîhanek di bin hilweşînê de diyar dikin. Mixabin, demokrasî niha nikarin vê meyla zirardar a berdewam jî  sînordar bikin. Di vê rewşê de, pirsa sereke ji bo jinan ev e: divê em vê pêvajoyê çawa şîrove bikin û divê em xwe çawa bi cih bikin? Ev pirsa bingehîn e ku divê gel, û bi taybetî jî, jin, jêre bersivê biafrînin. Bi awayekî zelal derketiye holê ku sîstema navneteweyî, berevajî ya ku tê îdîakirin, çarçoveyek parastinê, hevsengiyê  ji bo jiyana gelan pêşkêş nake, lê ew hem sedem û hem jî encama hemî rewşên neyînî ji bo jinan derdixîne holê. Serdema dewleta neteweyî hilweşiyaye, û hemî maskeyên xwedayên dewleta neteweyî, digel gelek krîzên ku wan afirandine, ketine.

Di dawîya sedsala 20 de Bi hilweşîna pergala cîhanî ya du qutup re , lêgerîna Pergala Cîhanî ya Nû dest pê kir. Şerê Yugoslavyayê, Şerê Iraqê, serhildan û şerên ku bi Bihara Ereban re dest pê kirin, şerê Rûsya-Ukraynayê, şerê Îsraîl-Xezeyê, û şerên berdewam li hemû beşên Kurdistanê ku ji hêla çar dewletên kolonyal ve hatiye dabeş kirin, ji salên 1990î vir ve zêde û kûrtir bûne. Ev şerên kolonyal, ku gerstêrka me wêran kirine, nesekinîne; ew ji hêla hêzên serdest ve bi awayekî sîstematîk têne berdewam kirin. Li şûna ku pirsgirêkên heyî çareser bikin, van şeran ew kûrtir kirine û her tiştê ku aîdî cîhana kevin bû wêran kirine. Wekî ku Gramsci gotiye, “Cîhana kevin dimire, cîhana nû têdikoşe daku ava bibe; niha dema cinawiran e.” Di demên dawî de, her kes vê rastiyê bilêv dike. Mirovahî niha di serdemek ku hêzdar serdest in de dijî. Dewleta neteweyî, dema ku civakê bi rêya hemwelatîbûnê bi desthilatdariyê ve girêdide, derbeya herî mezin li xwezaya wê ya komunal daye. Her tiştê ku civakekê didomîne û li ser lingan dihêle – qadên wekî aborî, ekolojî, tenduristî, cîhbuyîn, perwerde û parastina cevherî – ji hêla dewletê ve hatiye desteser kirin. Gel, civak û jin bêparastin mane. Hêzên ku divê berpirsiyarê parastina gel bin, yan ji bo desteserkirina erd û dewlemendiya yên din wekî êrîşkar têne seferber kirin, yan jî ji bo şerkirinê dişinin enîya kû êrîşan didin çêkirîn.

 Tevî ku gerstêrka me demek dirêj e sînyalên SOS dişîne jî,ji ber daxwaza dewlemendbunê  wêrankirina ekolojîk, qirkirin û pêşxistina koçberîya girseyî berdewam dike. Çima, rixmê ku gerstêrka me ji ber îstîsmarê li ber mirinê ye ji, dewlet naxwazin peymanên pêwîst bikin, û çima sînorkirinên pêwîst li ser şîrketan nayên ferzkirin? Zanist û teknolojî, ku divê çareseriyan ji bo pirsgirêkên me yên heyî bibînin, lê ew di destên navendên hêzê de vediguherine çekek cidî û li dijî mirovahiyê têne bikar anîn. Çima xwarin û ava vexwarinê ya me tê jehrîkirin, û çima nexweşiyên ku di encamê vêde pêş dikevin nayên astengkirin? Bersiva van hemî pirsan pir hêsan e: da ku hin kes karibin bêtir qezenc bikin. Xizanî, newekhevî, zexta civakî, otorîterîzm, krîza jîngehê, qirêjî, windabûna biyolojîk û karanîna bêkontrol a teknolojiyê hemî encamên şerên ku ji hêla pergala kapîtalîst ve têne kirinin. Pergala kapîtalîst bî van şeran re armanç dike daku deverên xwe yên pêşbaziyê ewle bike.

Dem hatiye ku em dev ji xepandina ku dewlet di xizmeta gel de ne berdin. Dewletên neteweyî kevirê bingehîn ê pergala kapîtalîst in. Ji bo ku desthilatdariya xwe biparêzin, ew hewceyê gel, karker, bêkar, artêş, madeyên xam, koçber, malbat, teknolojî û îdeolojiyên ku îstîsmarkirinê çêdikin (neteweperestî, fundamentalîzma olî, zayendperestî û zanistperestî) ne. Tu gel, nemaze hêzên dervehî pergalê, nikarin îdîa bikin ku dewletên neteweyî wan temsîl dikin. Gel dizane ku ew di bin desthilatdariyê de tên bindestkirin, îstîsmarkirin û tepeserkirin, lê ew van hemû binpêkirinên mafan ji ber têgihîştina xelet a ku ew bêyî dewletek nikarin bijîn tehemûl-tolere dikin.

Wek jin, dewleta me tune ye; wek karker, dewleta me tune ye; wek koçber, dewleta me tune ye; wek gelên xwecihî, dewleta me tune ye. Dema ku em dibêjim dewleta me tune ye, mebesta me qet dewletek tune ye ku me temsîl bike, berjewendiyên me biparêze û refaha me bide pêşiyê nebu û wê nebejî. Li seranserê cîhanê, jin hîn jî neçar in ku di her warî de ji bo wekheviyê têbikoşin. Ji ber ku di hemî warên jiyanê de, jin hîn jî bi awayekî sîstematîk rastî şîdeta mêran tên. Jin hîn jî tên biçûkxistin, dagirkirin û obje kirin. Kî û çawa tevî ku nîvê nifûsa cîhanê digire nav xwe de  vê pergalê didomîne?

Çima serokên dewletan (wek Talîban li Afganistanê, Jolanî li Sûriyeyê) bi piştgiriya hêzên biyanî, tevî nerazîbûna mirovên ku li wan welatên de dijîn bi zorê têne ser desthîlatdarîyê? Û çima rêber an hêzên ku piştgirî û erêkirina gelen digirin têne kuştin, revandin, sûcdarkirin, an jî girtin? Ji ber ku ne îradayê gelan, berjewendiyên hêzên ku di desthilatdariyê de ne têne esas girtin.

Gelan kişandine di nav şerên ku ne yên wan in, bûne amûrên têkoşîna desthilatdariyê ya yên din. Çawa dibe ku gel ji bo polîtîkayên ku wan nehilbijartine bedela herî giran didin? Têgihîştina xelet ya  ku garantîkirina daxwazên rewa yên gel  bi destxistina dewletê re gire dide, gelan ji bingehên xwe yên esasî mehrûm kiriye û li şûna wê rê daye kû em hêza desthilatdarî ya yên din ser pîyan bigirîn.

Gelo, desthilatdariyan, ev çawa kirin? Wan ev tişt ne tenê bi hêza çors-kaba kirin,  bê guman ev jî  her tim kêmnebûye. Leşker, polîs, qanûn û medyaya dewletê her gav li dijî komên civakî yên îtaet nakin, nemaze jinan, hatine bikar anîn. Lê ya girîngtir, wan gel û civakan bi rêya îdeolojiyên desthilatdariyê: neteweperestî, olperestî, zanistperestî û olperestî re tevlî  vê pargalê kiriye. Ji ber vê zîhnîyete Hemî têkoşînên ji bo azadî û wekheviyê derketîne holê, nekarînê xwe ji şibandina dijberê xwe biparêzîn.             Ne tenê nekarîne xwe ji şibandina dijberên xwe dûr bigirin,  bi vê  di heman demê de wan xurt kirine. Têkoşînên rizgariya neteweyî û çînî yên sedsalên 19 û 20 an heman tişt jîyan kirin. Hemû navendên têkoşînê yên ku li himberî vê pergalê de ger nikari bin modernîteya xwe ya alternatîf biafirînin, nikarin ji heman çarenûsê jî birevin.

Serdestiya mêran û avahiyên desthilatdariyê, dabeşbûna çînî, mîlîtarîzm û fundamentalîzma olî ku li ser vê bingehê ava bûne, bi hezaran salan e li jinan dixin, dikujin û îstismar dikin. Şaristaniya baviksalar, ku zilm û kedxarî sîstematîze kiriye, îro ji hêla rastiyên ku dişibin hovîtiyê ve tê hejandin. Dosyayên sûc ên Jeffrey Epstein, ku tevahiya mirovahi û jin bi rojan e bi matmayî temaşe dikin, îtîrafa  pergala serdestiya mêran bu. Eşkerekirina tecawizkarên ji milyarder û elîtan pêktên, mirov nikare wekî xirabûnek tenê çend kesan  an jî bûyerek îstîsna di nav pergalê de bibîne.Di rastîyê de Tecawizkarê rastîn pergala kapîtalîst bi xwe ye, ku ji hêla kodên baviksalar ve form qezenç kirîye.

Belê, xwişkên delal, em tam di wê gavê de ne ku tê gotin, “Yan azadî an barbarîzm!” Pêşniyara ku dibêje azadiya jinan bingeha hemî azadiyan e ne tenê pêşniyarek teorîk e, lê bingeha hemî azadiyên civakî ye. Koletiya jinan û femînîsîd jî di heman demê de bingeha hemî formên koletiyê û têkoşînên desthilatdariyê ne. Tenê rêya xilasbûna ji hemî xerabiyên ku ji hêla  desthilatdarîyê ve hatine afirandin û ji pêkanînên barbar yên wekî femînîsîd xwe rizgar kirin jî ji azadîya jinê re derbaz dibe.Eger desteserkirina mafan, desteserkirina îradeyê û îstismara kedê ya ku ji hêla pergala baviksalar ve hatiye afirandin ewqas kûr nebûya, mirovahî, bi taybetî jin, piştî eşkerekirina dosyayên Epstein, dê dojeh rakiriba. Pirsgirêk ji skandalek bêhempa wêdetir e. Careke din, em dibînin ku têkiliyên sermayeyê, yên bi torên desthilatdariyê yên serdestiya mêran ve girêdayî, qada hiqûqî veguherandiye qada taybet a mêran.

Torên desthilatdariyê yên ku ji hêla mêran ve serdest in, sûcdaran diparêzin, şahidiyên qurbaniyan bêqîmet dikin û wan nedîtî dikin. Tundûtûjî di hemî pergalên baviksalar de diyardeyek avahîsaziyê ye. Îro, şeytanîkirina J. Epstein dibe ku bibe sedema veşartina çandamêr û têkiliyên desthilatdariyê yên ku ew wehşet gengaz kirine. Wekî jin, pêşî divê em bi lêpirsînkirina pergala ku bûye sedema barbariyeke ewqas mezin re dest bi tekoşînê bikin. Doza J. Epstein wêneyek xerabiya mêran a rêxistinkirî ye. Rastiya dîrokî ya yamyamtî(mirovxwerî), barbarîzm û nêçîrvanîyê tam jî xwe  di tora sûc a ku ji hêla Epstein ve hatî afirandin de  anîye ziman. Ev ne mînakek îstîsnayî ya pergala mêrsaler e. Girava sûcê ya Epstein bi xwe nizama kapîtalîst e. Em li seranserê cîhanê, kêlî bi kêlî şahidiyê dikin hevgirtina sermaye û desthilatdarîya mêran çendî dikarîn xirabiyan berbelavî cîhanê bikin. mînakên vê xirabîyê di her dewerên dinyayê dibinin û dijîn. Ger em bêyî armanckirin, guhertin û têkbirina nizama mêran a ku îstîsmar gengaz dike bijîn û nêzîkî tiştan bibin, dibe ku her eşkerekirin bibe rojev, lê pergal dê li cihê xwe de bimîne.

Rizgariya jinan tê wateya meşandina têkoşînek pir mezin û pir radîkal. Ji ber van pirsgirêkên ku me  nirxandine, wekî jin, divê em xwe ji her tiştê ku bi desthilatdariyê ve girêdayî ye – zîhniyet, çand, şêwaza jiyanê û amûrên wê – paqij bikin. Wekî din, em nikarin xwe ji rewşa qurbaniyê ya vê pergala cinawir rizgar bikin. Divê em niha têkoşîna xwe pêş bixin, ne têkoşîna yên din. Ji bo vê armancê, divê em paradîgmaya xwe, sazî, pergala alternatîf û çanda xwe biafirînin ku bi riya wê em bikarin xwe, civaka xwe, axên xwe (cîhên jiyana xwe), xwezaya xwe û keda xwe pêş bixin û biparêzin. Her wehe ji bo şêwazek jiyanek alternatîf, ku dijjehra hemî şêweyên desthilatdariyê ye were pêşxitin, jin dîvê tekoşîna kû tê dayîn re pêşengiyê bikin.

Ji ber ku sîstema kapîtalîst li ser îstismara jinan hatiye damezrandin – ji ber vê yekê, îstismara jinan stûna herî girîng a pergalê ye. Ji bo hilweşandina vê stûna herî girîng a pergalê em divê ji tekoşînên alternatif re pêşengtî bikin.

Ji ber ku têkoşîna jinan ya herî dirêj  û gerdûnîye. Polîtîkbuna jinan,  girîngiya xwe ya gerdûnî li pêşê, ew dê têgihîştinên kûr û çareseriyên radîkal ji bo mafên mirovan, mafên civakî û çandî, pirsgirêkên jîngehê, mafên zarokan, tenduristî û pirsgirêkên perwerdehiyê pêşkêş bike. Ji ber ku jin di heman demê de hêza motor ya Sosyalîzmê ye jî. Pirsgirêka jinan ji rastiya çîn û neteweyî girîngtir e. Ew hem ji hêla dîrokî ve hem jî ji hêla civakî ve berfireh e. Ew ji siyaseta ku bi navê çîn û neteweyê tê meşandin hêjatir û berfirehtir e. Ji ber vê yekê, em bawer dikin ku têkoşîna komunalîst dê bi naskirin û derbaskirina rastiya ku jin çîna herî nizm in û bi tevahî ji civakê hatine dûrxistin, serkeftina ku heq dike bi dest bixe, û em dibêjin ku jin pêşenga avakirina Sosyalîzma Demokratîk in! Ti tekoşînekî sosyalist a kû di cerîbandina rizgarîya jinan de sernekeve nikare encamekî haq dike dest bixîne. Ezmunên Dîrokî ev rastî eşkere kirîye.

Li hemberî pêkanînên sîstema baviksalar a barbar ku jiyana hemû zindiyan dijwar dike, divê jin wekî hêzekî derkevin holê ku herî zêde aştî û demokrasiye  bi awayekî berbiçav bide pêş. Yên kû  xwînrijandinê jî rawestîne û hemû barbariyên ku ji hêla eqlê mêr ve hatine afirandin sînordar bikin em jinin. Divê jin li her derê parêzvanî û  mîlîtanayî  aştî û demokrasiyê bikin;  ger em jin vêya nekîn ji ber şêrên deshilatdarî ya mêran wê ti stargehên aram neminin  ji bo me.

Serhildana li dijî hişmendi û sîstema serdest a mêran bê guman bedelên mezin hewce dike; ew rêxistinek mezin, têkoşînek kûr û hewldanên xweparastinê hewce dike u li me ferz dike. Wekî ku dîsa hate dîtin, li hemî herêmên ku krîz lê heye û di pêvajoyên hilweşandina rejîmên otorîter de, jin di çalakiyên girseyî de dînamîka herî radîkal bûne. Lê di heman demê de maf, hebûn, deng û destkeftiyên wan li ser maseya danûstandinan- muzakereyan de  têne paşguh kirin. Li her deverê, divê em statuya jinan wekî mijarek stratejîk bînin rojevê. Bi hesasiyet û zanîstîya ku em bi hev re qezenc dikin û bi hev re winda dikin, divê em guh bidin berxwedan û nerazîbûnên jinan ên kû li çaraliyê cîhanê  zêde dibin.  Divê em  hevgirtinê bigihînin astek ku ji hemî sînorên ku ji hêla desthilatdaran ve hatine danîn derbas dike. Divê em êş, kêfxweşî, serkeftin û destkeftiyên xwişkên xwe wekî mîrateya xwe bibînin û qebûl bikin. Di vê berbanga dîrokê de, pir girîng e ku em li ser asteke gerdûnî xwe birêxistin bikin û li dijî pergala cîhanê ya zayendperest, baviksalar û kapîtalîst li ser asta gerdûnî pergalek azad û wekhev ji bo jinan ava bikin. Ji bo vê armancê, divê em îtîfaqên jinan ên demokratîk pêş bixin.

Divê em stratejî, rêbaz û perspektîfên têkoşînê yên guncaw li gorî şert, taybetmendî û pêdiviyên sedsala 21an pêş bixin. Di bingeh de, divê em bi hev re bernameyeke rizgariya jinan a sedsala 21an biafirînin. Di asta gerdûnî de Zêdebûna êrîşên li dijî jinan rasterast bi têkiliya kû di navbera pergala cîhana kapîtalîst a baviksalar û rizgariya jinan de re girêdayî ye. Divê em têkiliya di navbera tecawizên girseyî yên li Asyayê û şîdeta cinsî ya li Dewletên Yekbûyî de bibînin. Divê em bi berfirehî li ser kuştinên jinan ên mîna femînîsîd  li Amerîkaya Latîn û revandin û kolekirina jin û keçan ji hêla  komên olî li Afrîka û Rojhilata Navîn dinava yêkparêbunê de bigirin dest.

 Divê em bilindbûna rejîmên faşîst-dijmînê jinê, ligel desteserkirina mafên jinan ên bi têkoşînê hatine bidestxistin binirxînin. Û divê em bi zelalî fêm bikin ku ev şerê ku ji hêla pergala baviksalar ve di asta gerdûnî de tê meşandin armanc dike ku lêgerîn û têkoşîna bilindbûyî ya ji bo rizgariya jinan bitepisîne. Ji ber ku pergala serdest a mêran ti dem qasî vê demê tengav nebuye, bingehên wê ewqas  ne hejîya ye. Û şert û mercên ku jin azadiya xwe misoger bikin qet ewqas gihîştî nebûne. Îmkanên bidestxistina duyemîn şoreşa mezin a jinan di dîrokê de qet ewqas mezin nebûne. Ji ber vê yekê, em di pêvajoyek dîrokî re derbas dibin. Derfetên mezin hene, lê xeter jî mezin e. Bi rastî di vê qonaxa dîrokî de xeta tekoşîna hevgîrtî wê me bide qezenç kirin. Û parastin li himberî tundî, mirîn, kedxwarî û bêdadîya mêr ancax bi tekoşîna hevbeş dibe. Bi enerjîya kû em ji duruşma ‘jîn jîyan azadî’digîrîn re wek jinên Kurd,  116.  Roja Jinên Kedkar a Navneteweyî bi vî rengî û bi van hestan bi bîr tînin. Bi vê nameya kurt re, me xwest ku raman û daxwazên xwe yên di derbarê vê pêvajoyê de bi xwişkên xwe yên delal û rêxistinên jinan re parve bikin. Bi vê boneyê, em 116emîn Roja Jinên Kedkar a Navneteweyî li we hemûyan pîroz dikin. Bi hêz û ronahiya têkoşîna me ya hevpar a jinan re, em soza xwe nû dikin û dibêjîn  tarîtiya ku ji hêla serdestî û baviksalarî ve hatî afirandin emê ji jiyana xwe derxînin û her rojê bikin 8ê Adarê.  Bîla her rojekî wê mina 8 adarê xweş be, dagirtî bi hêvî û ronahî be.

Ji Roza heya Sara silav ji tevahî sembolên me yên berxedanê re!