KJK: Berxwedana Jinê Rê Li Ber Azadîyê Vedike

KJK: Ruhê serdemê geşkirina têkoşîna azadiyê li me ferz dike. Ji bo me pêwîstiyeke dîrokî ye ku em vê sedsalê bikin sedsala jinê, ji xwe derfetên vê jî hene. Werin em ji bo vê bibin yek. Jinên li gelemperiya cîhanê em rabin ser piyan.

Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê deklarasyonek weşand.

Daxuyanî wiha ye:

“Ji çiyayên Kurdistanê ku li ser erdnigariyê wê beriya bi hezaran salan di pêşengiya jinan de cara yekem civakîbûn çêbû û tovên çanda jiyana hevbeş hate reşandin, em we bi hezkirinê hembêz dikin û bi eşqa xwe ya jiyana azad û têkoşîna me yê bêhempa we silav dikin. Niha dema ku em 8’ê Adarê pêşwazî dikin, di hemû dîrokê pergala baviksalarî de, hemû jinên ku hatine kolekirin, mêtînkirin û tunekirin, lê li hemberê vê tiştê jî ji bo azadî û wekheviyê têkoşîn daye meşandin, bîranîna wan hêza bingehîn a çavkaniya berxwedana me ye. Li çar aliyên cîhanê ji hemû jinên ku li hemberî serdestiya zilam, dagirkerî, hilweşandinê, kolekirinê re dengê xwe bilind dikin û li ber xwe didin, em silavên xwe yên dil û can rê dikin.

Li hemberî hemû hewldanên bêhafiza kirin û bêdîrokî kirinê yên pergala serdest, em pir baş dizanin ku em jin xwedî dîroka berxwedanê mirovahiyê ye herî dirêj, herî kevn û herî bingehîn e. Em careke din hemû jinên zana û berxwedêr ku di vê pêvajoya berxwedana daîmî de li hemberî pergala desthilatdar, baviksalarî, zayendperestî û dijminê jinan canê xwe dane, bi wesîleya 8’ê Adarê bibîr tînin.

Têkoşerên pêşeng ên Tevgerê Azadiya Jinê ku bi dehan şehîd daye, em Sakîne Cansiz, Zekiye Alkan, Gulnaz Karataş, Zeynep Kinaci, Sema Yuce, Viyan Soran, Şîrîn Elemhulî, Şîlan Kobanê, Arîn Mîrkan û hemû şehîdên xwe bi hesret û hezkirinê bibîr tînin. Dîsa ji Rosa Luxemburg heta Clara Zetkîn, ji Haydee Santamaria heta Kittur Ranî, ji Şadiye Ebu Ghazaleh heta Nwanyeruwa, ji Mary Jones heta Doria Şefîk, ji Marî Beyleryan heta Louise Michel; em hemû jinên ku mohra xwe li têkoşîna gerdûnî yê azadiya jinê xistine, bi qencî qala wan dikin. Bi taybet jî bi tekoşînên kedê û wekheviyê, di ragihandina 8’ê Adarê de rol leyistine û ji bo vê armancê jinên kedkar ên ku ked û berdelan dane em dîsa bibîr tînin û hemû şopdarên wan silav dikin. Bîranîna wan ji dilê me re agir, ji mêjiyê me re ronahî û meşaleyek e ku tarîtiyê li ser me ferzkirî, parçe dike û riya me ronî dike. 

‘EM DI SERDEMEKE WELÊ DE NE KU POTANSIYEL Û DÎNAMÎKÊN ŞOREŞA JINÊ JI HER DEMÊ BÊHTIR IN’

Em di serdemekê de ne ku hemû nakokiyên di navbera ronahî û tarîtî, xweşikbûn û kirêtbûn,  edalet û neheqî, azadî û koletî xwe herî zêde di dagirkeriyê li dijî jinan de û li hemberî wê bilindkirina israra azadiyê de nîşan dide. Bi vê ve girêdayî, tu sedsal bi qasî sedsala 21’emîn ji bo pêkanîne azadiya jin guncav nebûye. Ji ber vê em di nava serdemekê de ne ku potansiyel û dînamîkên şoreşa jinê herî zêde bi hêz e. Pergala serdest ji bo ku vê rastiyê veşêre, bi hemû cure lîstok û êrîşan hewl dide, lê belê jin, bi zanabûnê vê heqîqetê, bi zanabûna serdemê pêwîst e em nêzîkatiya xwe raber bikin û tekoşînê hembêz bikin. Ji ber ku li gel vê fersend û derfetên mezinkirinê destketiyên xwe, pergala desthilatdar û baviksalar ji bo astengkirina vê rastiyê li her derê êrîşen xwe zêde dike.

Pergala desthilatdar û baviksalar a 5 hezar salî ku dijî civakê ye, bi mezinkirin û belavkirinê dagirkeriyê hebûna xwe berdewam dike. Ji ber ku xwe spartiyê qezenca zêde. Şerê ku di cihanê de diqewimin, bi vê rastiyê ve girêdayî ye. Bi taybetî jî armanca şerê parvekirinê sêyemîn ku di destpêka sedsala 21’emîn de bi mudaxaleyên Efganîstan û Iraqê dest pê kir û di roja me de jî li Surî, Iraq û Kurdistanê kûr bûye, li ser esasê berjewendiyên hêzên desthilatdar ên cihanî ji nû ve dîzaynkirina erdnigariya Rojhilata Navîn e. Di heman demê de, şerê çekdarî ku li parzemînê Efrîkayê berdewam dike, girêdayî çavsoriyê kara zêde yê moderniteya kapîtalîst û emperyalîzmê, diqewime. Ev çavsoriya kara zêde, ne tenê rê li ber şer vedike, her wiha xwezaya me jî talan û tune dike. Dîsa li Amerîkaya Latîn û Asyayê Rojhilat jî tunekirina daristanên hezaran salan, di pêvajoyekî ku xeteriyê ziwabûnê zêde ye jehrkirina çemên me, bi rêya tûrbînên bayê ku li gundên me avakirine bi ser de hewaya me jî kirine malê bazirganiyê û bi vî awayî tê mêtînkirin, van hemû tenê dibin rehendekî qirkirinê avhewayê ku ji bo armanca kara zêde pêşdikeve. Em bênefes tên hiştin. Kevneşopiyên me yên bi hezaran salan, nasnameyên me yên çandî, pergalên me yên civakî tên tunekirin. Di hemû qadên jiyanê de, di asta qirkirinê de, em bi êrîşên îmhakirinê re rûbirû ne. Dixwazin me bêhafiza bihêlin.

Ji ber ku baş dizanin, yên ku hafizayê wan tune be, paşeroja wan jî nîne. Bi vî awayî dixwazin me teslîm bigrin. Yên ku nikarin teslîm bigrin jî dikujin. Di roja me de şîdeta zilam, ji hemû şer û nexweşiyan zêdetir li ser jiyana jinan xeterî ye. 

Lê belê li gel vê yekê, di roja me ya îro de qasî ku heta niha nebûye, ewqas jin di nava refên berxwedanê de cihê xwe digrin. Qasî ku hîç nehatiye dîtin, ewçend jin, îro ji bo azadiya xwe, ji bo vîna xwe, ji bo wekheviya xwe têdikoşe. Qasî ku di tu demê dîrokê de nebûye, ewqas jin bi dengekî bilind ji pergala dagirker ê baviksalarî re dibêje NA! Jin ji tevahî cureyên dagirkerî, komkujî, talan û mêtînkirinê re dengê xwe bilind dike û dibêje ÊDÎ BES E! Jin li dijî wana hemûyan derdikeve. Jin piştgiriya hev dikin, hevbeş dibin. Jin têdikoşe, xwe birêxistin dike. Jin li ber xwe dide. Bi milyonan jin li ser piyan in. Bi milyonan ji li kolanan, li meydanan, li çiyayan û li deştan in. Bi milyonan ji bi biryar in, natirsin, gava xwe paş de navêjin. Çi dibe bila bibe, dibêjin; em ê azadiya xwe bidest bixin, dawî li vê pergala mêtînger bînin, hemû zincîran bişkînin û serê xwe netewînin. Tevgera Azadiyê Jinê ya Kurdistan, em bi coşekî şoreşgerî û ji dil û can, li hemberî pergala baviksalarî û sazûmanê wî yê mêtînger hemû berxwedanên jinan silav dikin.

‘HER KU DENGÊ ME BILIND DIBE, SÎSTEMA BI SERWERIYA MÊR BÊHTIR DIHEJE’

Pêwîst e hûn bizanin ku li Kurdistanê li hemberî êrîşên rasterast û tund ên serdestiya zilam û faşîzmê têkoşîna azadiyê ku me mezin kiriye çawa ji berxwedanên we re hêz û îlham dide, her kîjan cihê dinyayê be bila bibe, dengê azadiyê jinê ku bilind dibe, li çiya û deştên Kurdistanê de deng vedide. Bi qasî ku dengê me yê bilindbûyî li hemberî desthilatdarên zilamtî deng vedide, pergala serdestiyê zilam ewqasî zêdetir diheje. Zemînê ku 5 hezar sal e li ser disekine, hîn zêdetir diqelişe.

Dema qelşên wî kûr dibin, tirsê wî hîn mezintir dibe. Bila tirsa wî mezin bibe, bila hîn zêdetir bitirse! Ji ber ku em pir bi biryar in, em ê serdema xwe biguherînin serdema azadiya jinê. Ji ber ku tekoşîna me roj bi roj mezintir dibe, hîn bêhtir bi hêz û bi bandor dibe. Bila pergala baviksalarî bitirse, ji ber ku em paşeroja azad ji niha de ava dikin! Li her derê! Li bostekî axê ku tav lê dide û tavahîv ronî dike, em ê jiyana azad lê ava bikin. 

‘KUŞTINA JINAN NE BÛYERÊN TEKANE NE’

Li çar aliyên cihanê, gelek têkoşîn tên meşandin ku ji niha ve encamên pir girîng bi dest dixin, ji me hemûyan re moral didin, me bi hêztir dikin û tirsa pergala baviksalarî mezintir dikin. 

Li Amerîkaya Latîn, bi dirûşmê Ni Una Menos, yanî em ê jinekî din winda nekin, tekoşîna girseyî ku li hemberî qirkirina jinan berdewam dike, em silav dikin. Kuştina jinan, ne bûyerên yekjimarî ne û bingehê xwe ji dijminatiya jinan û zayendperestiyê civakî digire. Ji ber vê yekê, em pê bawer in, ji bo ku pêşî li qirkirina jinan bê girtin, bi mentalîteyê zilamperestî tekoşîneke bibandor pêwist e. Bergiriyên zagonî girîng in lê herwiha tenê dikare bibe perçeyekî biçûk yê tekoşînê û rola xwe bileyize.

Em silavên xwe yên dilgerm ji bo xwişkên bi fularê kesk ên Arjantinê re dişînin. Ji axê heta kedê, hemû cureyên mêtingerî û dagirkerî, destpêkê li ser bedena jin pêşketiye. Jin di dîrokê de, mêtîngeha yekemîn e. Ji lewre jî li ser bedena xwe, parastina vîna jinê bixwe ye, destnedayînî û xweseriya bedena jinê qadeke bingehîn a tekoşînê ye. Dema em mafê xwezayî yê jinan, mafê kûrtajê biparêzin jî, ji bo ku em bi tevahî vê têkoşînê bidin meşandin û mafên zagonî bi dest bixin jî pir girîng e ku em bi mentalîteyê ku jinê mêtîn dike re, şer bikin. 

Hevrêyên me yên Zapatîst ku li daristanên Chiapasê hem li hemberî dewleta Meksîka û ji êrîşên kapîtalîzmê kûrewî re li ber xwe didin hem jî pergala xwe ya xweser û komînar ava dikin, îsal nikarin duyemîn Hevdîtina Jinên Berxwedêr lidarbixin. Em dixwazin ji wan re bêjin ku; Hevrêno, bizanin ku agirê ku we pêxistiye, li Kurdistanê jî pêketî ye. Wekî ku agirê me dilên we germ û geş dike. Ji Zagrosan heta Sierra Madre, ji Feratê heta çemê Usumacinta, tekoşîna me yek e, berxwedaniya me tek e û gelên me xwişk û bira ne. Li hemberî arteşên dagirker, em di berxwedaniya we de bi we re ne, baweriya me têkûz e ku hûn ê vê berxwedanê qezenc bikin. Em we bi hezkirin, rêhevaltî û bibiratî silav dikin û dilgermî we hembêz dikin. 

Ji Demavendê heta Hindukuşê, ji Gazzeyê heta qada Tahrîrê, em leşkerên bêtirs ên berxwedana bilindbûyî yê jinê bi rezdarî silav dikin. Li Iranê 40 sal e li hemberî şewazê herî tund ê mentalîteyê zilam berxwe dide û teslîm nabe, tevî hemû cure gefan û zextan, jinên berxwedêr yên ku dev ji azadiyê xwe bernade, em bang dikin ku em bi wan re di nava hevgirtinê de ne. Em bi jinên wêrek ên ku li Afganîstanê li dijî mudaxaleyên emperyalîst û çeteyên hevkar ên şer dengê xwe bilind dikin, li beranberê mentalîteyê paşverû ku jin wekî kirde nahesibîne berxwedanê radîkal birêxistin dikin, em bi we re ne. Em ji rêhevalên me yên Filîstînî yên re ku ji me re nîşan dan, heger bibe divê aşitî bi rûmet û heqanî be û li hemberî dagirkeriyê pêşengtiya berxwedanê axa xwe rizgarkirinê girtine li ser milên xwe, piştgirî didin.

Em ji hemû jinên Êzidî, Suryanî û Ereb ku pêşengtiyê berxwedanê li hemberî DAIŞ’ê kirin û ji hemû jinan re nîşan dan ku parastina cewherî pêwîstiyeke çiqas girîng e, silav û rêzên şoreşgerî dişînin. Li Rojhilata Navîn, duyemîn şoreşa jin heqîqetek e û em hemû perçeyên vê heqîqeta pîroz in. Em hemû bi hev re, tarîtiyê ku li me tê fêrzkirin li bin bixin û xaka xwe dîsa bikin welatê dayika xwedavend. Dengê şoreşa jinê ji niha de bilind dibe, ji Rojavayê Kurdistan, belavî Rojhilata Navîn dibe. Di van rojên me de ku DAIŞ bi pêşengtiya jinan têk diçe, careke din em dixwazin bala we bikşînin berxwedanê ku li Efrînê li hemberê çeteyên Îslamî û artêşa Tirk a dagirker didome. Ji bo me Efrîn bajarekî jinan e û em ê tu carî vê bajarê ji çeteyên dijminê jinan re nehêlin. Salek berê, di 8’ê Adarê par de çawa ku me got ’em ê li Efrînê şoreşa jinê biparêzin’, îsal jî em ji hemû xwişkên xwe yên li cihanê bang dikin ku ji bo azadiya Efrînê, li dijî dagirkeriya Tirk dengê xwe bilind bikin. Dîsa heta rizgariya jin û zarokê dawî ji aliyê DAIŞ’ê hatin esîrgirtin, em soz didin ku em ê têkoşîna xwe berdewam bikin. Em ê hesabê jinên Şengalî ku bûne sembola wijdanê serdema me, bipirsin. Ji fermanê re bersiva herî xurt, parastina cewherî û xweseriya demokratîk e ku di pêşengiya jinan de pêşdikeve. Di heman demê de ev rêya tekane ye ku dikare pêşî li fermanên nû bigire. 

‘BI DEHAN HEZAR JINÊN DÎLGIRTÎ BERXWEDANÊ MEZIN DIKIN’

Em berxwedana bi dehan û dibe ku bi sedhezaran girtiyên siyasî yên jin ku ji ber têkoşîna azadiyê didin meşandin di nava çar diwarê de esîr tên girtin, silav dikin.

Hûn li hemberî hemû tehdeyên derûnî û fizîkî, ceza û tecrîdan, teslîmiyetê qebûl nakin û dibin pêşeng, ku zindanan dike qada berxwedanê. Bizanibin ku dîwarên di navbera me de çiqas bilind û stûr bibin bila bibin, nikarin me ji hevdu qut bikin. Bi vê wesîleyê, bi taybet jî ji girtiyên siyasî yên jin ku di nava zindanên dewleta Tirk de li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne, em silavên xwe yên taybet dişînin, bang li hemû jinên cihanê dikin ku xwedî li çalakiya girtiyan derkevin û bibin dengê wan. 

Di çend salên dawiyê de, greva jinan ku li hinek welatan de hat destpêkirin, îsal di 8’ê Adarê de wê belavî cihên berfirehtir jî bibe. Bi taybetî jî li Elmanyayê jinên ku îsal li dehan bajaran beşdarî grevê bibin, em bi coşekî mezin silav dikin, wana hembêz dikin. Pêwîste em bizanibin ku, wekî jinan, ew hêza me heye ku em jiyanê bidin sekinandin. Bes pêwîst e, em birexistinî bibin! Bendewariya jinên ku di nava hevgirtinê de ne, ew e ku destpêkê li Elmanya, li hemû cihên ku greva jin pêk were, grubên herêmî yên ji hevdu qut in û perçe perçe ne, bi wesîleya 8’ê Adarê bibin torek û tifaqên mayînde pêşbixin. Pêwîste em bi rojekê re sînordar nemînin û yekîtiya xwe domdar bikin, li ser vê esasê tekoşînên xwe hevpar bikin. Ev pêwîstî û armancek e ku serdema me li ser me ferz dike. 

Li Emerîkayê jinên ku gotin wexta wê hatiye û zayendperestiya civakî di gelek qadên jiyanê de eşkere kirin, bi kampanyayê #MeToo çanda destavêtin û destdirêjiyê pêşandan, heta Washingtonê meşiyan û ragihandin ku ew Trump wekî nûnerê xwe nasnakin, em wana silav dikin. Wekî din, em jinên reşik ên berxwedêr ku li hemberî nîjadperestî, cihêkarî û tundiyê dewletê tedikoşin, hembêz dikin. Em hêvî dikin ku hûn ê mîrateya tekoşînê we yê 200 salî mezintir bikin û helwestê xwe biguherînin rexistinbûyînekî bihêztir. 

‘PÊNGAVA BERXWEDANÊ YA JI BO RÊBER APO BI PÊŞENGIYA JINAN DIMEŞE’

Mîna gelek ji we dizanin, wek gel û tevgera azadiyê, li dijî faşîzmê Tirk, em di nava berxwedaneke mezin de ne. Pêngava berxwedanê ku dirûşma wê ‘Em ê tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin û bi Rêber Apo re azad bijîn’ e, di pêşengtiya jinan de dimeşe. Hevrêya me, hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk û parlamentera HDP’ê Leyla Guven, di 7’ê Mijdarê 2018’an de, di şert û mercên zindanê de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir. Di nava bi sedan Kurdên ku di şopa Leyla Guvenê de ketin greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger, bi dehan jinên berxwedêr ên ku li zindanê ne jî hene. Daxwaza wan tenê ew e ku tecrîda li ser Rêberê me Abdullah Ocalan ku 20 sal in li girava Imraliyê dîl tê girtin, were rakirin. Lewre, Rêberê me Abdullah Ocalan di 15’ê Sibatê 1999’an de bi awayekî korsanwarî û di çarçoveya operasyona NATO’ê de ji Kenyayê hat revandin û ji dewleta Tirk re hat radestkirin niha ji hemû mafên xwezayî muaf e, wekî ku ji meha Tîrmehê 2011’an ve hevdîtinên bi parêzeran re tê astengkirin û ji 5ê Avrelê 2015’an ve jî di nava tecrîdê girankirî de ye. Bi hiquqî tu mafên wî nayê dayîn. Bi tena serê xwe di hucreyekê de tê girtin. Li girava Îmraliyê kiryarên hiquqî yên ji bo yek kesî taybet e, tê bicîhanîn.

Dewleta Tirk zagonên xwe bi xwe pêk nayîne û pergaleke taybet ku hemû mafên mirovan ne derbasdar e, dide meşandin. Di serî de CPT ku girêdayî Konseya Ewropayê ye û dewleta Tirk jî endamê wê ye, di ve mijarê de sazî û rêxistinên berpirsiyar bêdeng dimînin û bi vî awayî pergala êsîrî û êşkenceyê dipejirînin. 

‘FAŞÎZM, NETEWEPERESTÎ, DIJMINATIYA CIVAKÎ Û ŞER HERÎ ZÊDE BANDORÊ LI JINAN DIKIN’

Rêber Abdullah Ocalan, ne girtiyekî ji rêzê ye. Ew rêberê gelek e ku navê wî jî hatiye qedexekirin. Ew, di salên 1970’î de ji komeke xwendekaran re pêşengtî kir û bi komeke ciwanan re Partiya Karkerên Kurdistan PKK’ê ava kir, îro tevgera gelan a ji milyonan pêk tê afirand. Îro asta birdozî, polîtîk, parastin û rexistinbûyîna civakî ya jinên Kurd ku îlham dide û herkesî diheyirîne, rasterast encama keda Rêber Abdullah Ocalan e. Di nava şert û mercên tecrîdê girankirî de, paraznameyên ku wî nivîsandiye îro li çar aliyên cihanê ji aliyê gelek tevgerên dij-pergal, gelên herêmî, rêxistinên jinan, partiyên çepger û sosyalîstan û hwd. ve bi kelecanekî tên lekolînkirin, felsefeya azadiyê ku pêşxistiye û têgîn û têgehên demokrasiyê ji bo wan dibin mînak. Di şexsê rêberê me Abdullah Ocalan de, yê ku tê tecrît kirin, çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd e, hêviya aştiyê ye, jiyana hevbeş a gelan e û azadiya jinan e. Ji ber ku Rêber Abdullah Ocalan di bin tecrîtê de ye, li dewleta Tirkiye faşîzm bilind dibe, şer kûr dibe, netewperestî jinûve zindî dibe. Faşîzm, netewperestî, dijminatiyên civakî, şer û qeyranên aborî herî zêde bandora xwe li jin dikin.

Bi qasî ku tu rêberê şoreşê nekiriye, ew dahûrandina zilamtî çêkir û tekoşîna azadiya jinê xistiye navenda şoraşa civakî. Di şexsê Rêber Abdullah Ocalan de yên ku tên tecrît kirin, em in. Herî zêde, jin e. Ji ber vê yekê em dibêjin ku azadiya Rêber Abdullah Ocalan, azadiya me ye. Ji ber vê sedemê, em di nav çalakiyan de ne û em pêşengtiya berxwedanê digrin li ser milên xwe. Ji ber ku eger ew azad bibe, em jî azad bibin. Ger ku em berxwedanê mezin bikin, wê tecrît ji holê rabe, faşîzm têk biçe, Kurdistan azad bibe. Bendewariya me ji we, ev e ku hûn jî ji bo vê berxwedanê piştgiriya xwe nîşan bidin, deng bidin dengê me û bi me re li hemberê faşîzma Tirk li ber xwe bidin!

Îro, ji bo faşîzma ku rejîma Erdogan nûnertiya wê dike, bidin sekinandin, pêwîst e em bibin yek. Ku faşîzm herî zêde êrîşî jinan û destketiyên wan dike û rolên kevneşopiya paşverû ferz dike. Weke ku em vî tiştî li Tirkiye dibînin, li Brezîlyayê di şexsê Bolsonaro, li Fîlîpînlerê di şexsê Duterte, heya li Rusyayê di şexse Putîn û li Amerîkayê di şexsê Trumpê de jî dikarin bibînin. Taybetmendiyê bingehîn ê faşîzm ew e ku dijminê jin e. Lewma, herî zêde ji berxwedana  birêxistinkirî ya jinan ditirse.

Bi navê Tevgera Azadiyê Jinên Kurdistanê, em tînin ziman ku, li dijî desthilatdarên populist-faşîst ku li ser jiyana me hereşeyekî bingehîn e, em berxwedana xwe hevbeş bikin û wana bikin yek. Li hemberî faşîzmê, dem dema avakirina eniya berxwedana jinê ye! Dem dema yekbûn, destê hev girtin û bi vî awayî li pêşiya faşîzmê girtin e!

Em dikarin. Bi vî ruhê berxwedanê li Bakurê Kurdistan û Tirkiye, eger jin li hemberî faşîzmê tekoşîna hevbeş bilind bikin, teqez wê faşîzma AKP-MHP’ê hilweşe. Wekî xwişkên me yên ji Tirkiye jî dibêjin, ‘Em bi hev re bi hêz in! Em serê xwe natewînin û ji faşîzmê re rê nadin!’

‘JIN XWEDÎ WÊ HÊZÊN E KU LI HER DERÊ NERAZÎBÛNA XWE NÎŞAN BIDIN’

Li her derê, em dibin şahidê mezinbûna zanistiya jinê, çalakiyên dijderketinê jinan. Jin li hember çanda destdirêjî û destavêtin, cihêkarî, mêtînkirin, dagirkirin, newekhevî, qetlîam, şîddet û zayendîperestiyê disekine, protesto dike, li ber xwe dide. Jin daxwazên xwe û jiyaneke çawa dixwaze bi dengekî bilind tîne ziman.

Potansiyela çalakiyên jinan, gihîşt asteke pir girîng. Em xwedî hêzêke ewqasî mezin in ku di demeke pir kurt de dikarin bi sedan, bi milyonan însan derxin kolanan.

Hejmara me roj bi roj zêde dibe. Roj bi roj em mezintir dibin. Em bi reng in, aktîf in, bi biryar in, xwedî armanc in û bi hêz in!

Niha tiştê girîng ew e ku em ê berxwedana xwe zêdetir birêxistinî bikin û bi vî awayî hêza guhertinê derxin holê. Pêwîst e pir baş bê zanîn ku rêxistinbûyîna yekemîn rêgeza berxwedanê azadiya jin e. Rêxistinbûyîn nebe, azadî jî ne pêkan e. Li gel vê yekê pêwîst e, em protestoyên ku çêdibin, biguherînin rêxistinbûyînên mayînde. Şert û mercên di yekemîn çaryeke sedsala 21’emîn de û sekna jinan ne tenê li hember sekinandinê, di heman demê de ji bo avakirina jiyana azad jî guncaw e. Ango êdî em dikarin asta têkoşîna xwe bilind bikin. Dijderketina xwe birêxistin bikin, li dijî pergala antî demokratîk, zordar û li ser serdestiya zilam, têkoşîna xwe zêdetir bitevahî û hevpar bidin meşandin. Lewre, dema ku têkoşîna me perçe perçe dimîne û hevdu temam nake, em nikarin qasî ku tê xwestin bibin hêza guhertinê. Lê belê, dem dema pêkanîna şoreşa jinê ye, dema sedsala 21’emîn guhertina serdema azadiya jinê ye. Şert û mercên wê, ji her demê zêdetir guncaw in. Wek Tevgera Azadiyê Jin ê Kurdistan, em ji bo hemû têkoşînên jinan ku di asta kûrewî de tên meşandin, bikin hevpar pêşniyara xwe wekî Konfederalîzma Jinên Cihanê bi nav dikin.

Bêyî wekehevkirin em ê hevpar bikin, xweseriyê biparêzin û bi vî awayî armanc dikin ku yekitiyê têkoşîna jinan pêş bixin. Wek tevger û rêxistinên jinan, pêwîst e em perçebûyîn û qutbûyînê di navbera me de derbas bikin û helwestên hevbeş pêş bixin, taktîk û stratejiyên hevpar diyar bikin, di çalakiyan de jî yek bibin û pergalên hevkar ava bikin. Ji ber vê yekê, pêdiviya me heye ku em bi hev re rêgez û ferasetên pêwîst ê rêxistinbûyînê nîqaş bikin û biryaran bigirin. Hevpeymana Civakî ya ku wek tevger di sala 2002’an de me ragihand û di van rojan de dîsa li ser dixebitin, ji bo vê armanca dikare bibe çarçoveyeke bingehîn. 

‘JI BO SEDSALÊ BIKIN SERDEMA AZADIYA JINÊ, EM BIBIN YEK’

Ruhê serdema me fermana bilindkirina têkoşîna azadiyê dide. Mîna ku em dikarin serdema xwe biguherînin çaxa azadiya jinê, ev di heman demê de ji bo me pêwîstiyeke dîrokî ye. Werin em ji bo vê armancê bibin yek. Wek jinên cîhanê rabin ser piyan. Em dibêjin ku berxwedana jinan rê li ber azadiyê vedike. Ku wisa be, em li derdora agirê berxwedanê bigihîjin hev, destên yektir bigrin û govenda azadiyê bikşînin, agirê şoreşê geş bikin. Li dijîdagirkeriyê, faşîzmê, mêtîngeriyê û baviksalariyê em ê her rojê bikin 8’ê Adarê û berxwedana xwe mayînde bikin. Wê demê wê jiyan biguhere. Hingê, dinya wê xweş bibe. Wê demê şoreş pêk were. Em hemû bi hevre şoreşa jinê mezin bikin û paşeroja xwe ava bikin!”