KJK: Berxwedana Bi Giyanê Azadiyê Wê Faşîzmê Qels Bike
KJK’ê diyar kir ku êrîşên dewleta Tirk a li dijî Başûrê Kurdistanê ne bi tenê li dijî PKK’ê ye, li dijî hemû gelên Kurdistanê ye û got ku “Berxwedana bi giyanê azadiyê, xwebirêxistinkirin û çalakbûn wê faşîzmê qels bike.”
Koordînasyona KJK’ê derbarê êrîşên dewleta Tirk daxuyanî da û nerazîbûn nîşanî têkiliya di navbera dewleta Tirk, hikumeta Hewlêrê û PDK’ê da.
Di daxuyaniya KJK’ê de ev tişt hate diyarkirin:
“Operasyona dagirkeriyê ya ku ji aliyê dewleta Tirk a faşîst û dagirker hatiye destpêkirin, li hundir û derve didome. Ev operasyonên dagirkeriyê piştî hevdîtina bi Rêbertî re û bidawîkirina grevên birçîbûnê hate destpêkirin. Di heman demê de ev dagirkerî bi hilbijartina serokatiya herêmê ya Kurdistanê û bi serdana Serokkomarê Iraqê ya li Tirkiyeyê hate destpêkirin. Ev jî asta têkiliyên di navbera Tirkiye, hikumeta Iraq û hikumeta herêmî diyar dike.
EV ÊRÎŞ NE BI TENÊ LI DIJÎ PKK’Ê LI DIJÎ HEMÛ GELÊN KURDISTANÊ YE
Artêşa Tirk a dagirker gelek caran bi operasyonên faşîzan û terorîstî êrîşî Başûrê Kurdistanê kiriye. Di van êrîşan de malên gel hatine bomberdûmankirin û gelek mirovên me hatine qetilkirin. Tê dîtin ku ev êrîş ne bi tenê li dijî PKK’ê li dijî hemû gelên Kurdistanê ye. Faşîzma AKP û MHP’ê bi projeya Osmaniyan a nû re dixwazin têkevin her derê û bi rêya operasyonên dagirker hewl didin krîzên xwe yên siyasî, ekonomîk û civakî veşêrin.
ZEMÎNA ÊRÎŞÊN LI DIJÎ ÎRANÊ TÊ AMADEKIRIN
Hikumeta Başûrê Kurdistanê û PDK jî alîkariyê didin vê operasyona dagirker. Di heman demê de hewl tê dayîn zemîna êrîşên li dijî Îranê jî were avakirin.
Dewleta Tirk ji sala 1992’an û vir ve, li dijî Başûrê Kurdistanê gelek operasyon li dar xistiye. Di van operasyonan de berxwedana bi rûmet a gerîlayan baş tê zanîn. Şehîd Bêrîtan li hemberî dagirker û hevkarên wan, helwesteke gelekî zelal nîşan daye. Ev helwest û xeta azadiyê hê jî didome. Em helwesta berxwedêr a gerîlayên HPG û YJA STAR’ê silav dikin.
PKK HÊVIYA HEMÛ KURDISTANÊ YE
Di gelek qonaxên têkoşîna me de gelê me yê li Başûrê Kurdistanê xwedî li gerîla û PKK’ê derdikeve. Gelê me yê li Bradostê bi salan e xwedî li nirxên xwe derketine. PKK û gerîla jî her dem bi gelê Kurd re bûne. Li Kerkûk, Şengal û Rojava bi hezaran caran ev diyar kirine. PKK Başûrê Kurdistanê jî di nav de, hêviya hemû Kurdistanê ye. Gelê me baş bi vê yekê dizane.
Dewleta Tirk a dagirker li Başûrê Kurdistanê 22 baregehên wê yên leşkerî, îstîxbarat û yekîneyên veşartî hene. Sedema ku bêyî astengî dikarin li vê derê xebatên xwe bidomînin, helwesta hikumeta Başûrê Kurdistanê û ya PDK’ê ye. Hikumeta federe ya Kurdistanê ji bo hin berjewendiyên xwe yên aboriyê, bi rayedarên dewleta Tirk tifaqan çêdikin. Di vê tifaqa PDK û Tirkiyeyê de berjewendiya gelên me tune.
Berevajî vê, nirxên gel tên dizîn û gelê me hejartir dibe. Bi vê operasyona dagirkeriyê re dixwazin qada Bradostê bikin navenda mêtingeriyê. Ji ber vê jî têkoşîna li dijî vê dagirkeriyê, peywira hemû Kurdan e. Gelê me yê li Başûrê Kurdistanê wê van operasyonan qet qebûl nekin. Gelê me herî dawîn li Şêladizê hêrsa xwe nîşan dabû û xwestibû artêşa Tirk a dagirker ji nav axa Başûrê Kurdistanê derkeve. PDK di serî de divê hêzên siyasî vê helwesta gel bibînin.
BERXWEDANA GERÎLA
Li hemberî vê dagirkeriyê gerîlayan derbên giran li artêşa Tirk a dagirker xistine û helwesta Şehîd Bêrîtan temsîl dikin. Em hêzên gerîlayan ên li Xakurkê silav dikin.
Hemû rewşenbîr, ronakbîr, rêxistinên jinan û ciwanan ên li Başûrê Kurdistanê divê ji dagirkeriya Tirkiyeyê re bibêjin ‘Êdî bes e’ Ji ber ku Erdogan êrîşî hemû destkeftiyên gelê Kurd dikin.
Li Kurdistanê tişta diyarker wê helwesta gelê Kurd û ya hêzên demokrasiyê bin. Berxwedana bi giyanê azadiyê, xwebirêxistinkirin û çalakbûn wê faşîzmê qels bike û wê serkeftinê bîne.”