KJK: PKK Giyanê Azadîyê Li Cîhanê Digerîne

KJK’ê têkilî salvegera damezirînê ya PKK’ê daxuyanî da û got,”Têkoşîna me ya azadiyê ya jinê weke xeta gewherî ya PKK’ê li Rojhilata Navîn wê mezin dibe û geş dibe. PKK weke  partiyeke jinê giyanê azadiyê di hemû cîhanê digerîne.”

Koordînasyona KJK’ê têkilî salvegera damezirînê ya PKK’ê daxuyaniyeke nivîskî da. KJK’ê got navê rabûna li dijî pergala baviksalarî ya di dîroka mirovaniyê de 5 hezar salî û berxwedana li dijî vê ye.

Di daxuyaniyê de hate gotin, ”PKK rêxistiniya kesan, gelan, komên cuda yên baweriyan ya bi hêza xwe, li ser vî hîmî li dijî serweriyê, li dijî hemû zext, zordarî û stratejiyên tije derew ên pergala hegemonîk tevgera berxwedan û serhildanê ye.

PKK partiya jinên azad e” û wiha hate domandin: ”PKK di nav zor û zehmetiyan de watedarbûn û afirandina jiyana azad û têkiliyan e, a bi hişmendî, ked, vîn û berdêlên mezin. Ji ber vê em damezirîna PKK’ê weke yek ji roja pîroz a dîroka mirovahiyê dibînin. Û em dibêjin; salvegera 42’an a damezirîna PKK’ê li gelê me, li jinan, li gelan û li hemû mirovahiyê pîroz be.

Polîtîkaya sereke ya dewleta TC’ê ya ku sedsala 20’an hatî damezirandin ew bû bi polîtîkayên înkar, asîmîlasyon û koçberkirinê bi temamî Kurdan ji dîrokê rakin. Dihate aramanckirin ku hebûna yek ji gelê qedîm ê Mezopotamyayê ji holê were rakirin. Di sedsala 20’an de her çendî Kurdan bi mînakên Seyîd Riza, Şêx Seîd bi berxwedana xweparastinê, bi raperînan xwestibin bersiv bidin jî, bi ser neketin. Kurd ber bi salên 1970’yî ve her ku çûn ketibûn nav pêvajoya qirbûnê û helandinê.”

TÊKOŞÎNA 42 SALÎ BI KED Û BERXWEDANÊ MEZIN BÛ

Di daxuyaniyê de hate gotin di rewşeke wiha de ku hêvî nebû, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 27’ê Mijdara 1978’an li gel komeke hevalên xwe bi wêrekî, bawerî û îdîayekê PKK damezirandiye û bi berdewamî wiha hate gotin: ”Bi vê roja birûmet û pîroz em careke dî rêbertiya xwe bi hezkirin û hurmetdayinê slav dikin. Di şexsê pêşengên damezirîna PKK’ê hevrê Hakî, Kemal, Xeyrî, Mazlûm, Sakîne Cansiz de, em hemû şehîdên PKK’ê bi hurmet û minet careke dî bi bîr tînin. PKK ya ku bi pêşengiya Rêber Apo hatî damizarandin, ji bo gelê Kurd, jinan û gelên herêmê bû roniyeke mezin a hêviyê.

PKK ji roja ku hatî damezirandin xwe ne tenê mîna doza azadiyê ya gelê xwe dît, xwe mîna dengê wan hemû kesan dît ku hatine reşkirin. Jiyana bi hev re ya gelan, baweriyan da ber xwe. Jiyana watedar, ya bi rêgezên azadiyê, bi serê xwe jî bimaya, parastina hemû rêgezên azadî û welatparêziyê, mîna nirxên sereke yên PKK’ê tim mezin bûn, geş bûn. PKK ji roja ku hatî damezirandin û heta nih mîna roja ku tarîtiyan ronî dike, xakên Anatoliyê û Mezopotamyayê tim germ kir û ronî kir.

Têkoşîna 42 salan a PKK’ê di serî de ya şehîdên me, bi berxwedan û keda rêbertiya me, gelê me, jinên me û gelan mezin bûye. Li dijî pergala modernîteya kapîtalîst û polîtîkayan parçekir û qirker ên dewletên statûkoparêz ên herêmê doktrîna azadiyê û rêxistiniya wê afirandiye û bûye xwedî dîrokeke têkoşînê ya domdar û tim geş bûyî. Gelê Kurd û jinên Kurd bi têkoşîna PKK’ê xwe, dîroka xwe û nasnameya xwe pênase kiriye, li xaka xwe xwedî derketiye û bi têkoşînê ji nû ve çêbûye. Kurd, bi berxwedan û helwesta xwe ya rûmetdar li hemû cîhanê bûye civekeke giramgir, jê tê hezkirin û birûmet.

TÊKOŞÎNA PKK’Ê LI KURDISTANÊ GIYANÊ YEKÎTIYA NETEWÎ AFIRAND

Hebûna jinê ya di civîna damezirîna PKK’ê de stratejiya Rêbertiya me ya di nav têkoşîna  PKK’ê de nerîna li têkoşîna azadiya jinê datîne holê. Bi destpêkirina ji Şehîd Sakîn Cansiz, bû têkoşîna azadiya jinê ya ku bi milyonan jin di nav de cih digirin. Di vê têkoşîna ji nû ve bûyinê ya gelê Kurd de, xeta azadiyê ya jinê, ji hêla PKK’ê ve mîna kana sereke ya berxwedan û azadiyê tim hate mezinkirin. Ji ber vê, xeta azadiya jinê û têkoşîna wê, hêmanên sereke ne ku sîsîka PKK’ê pêk tînin. Îro têkoşîna PKK’ê bêhtir bi xeta azadiya jinê, bi têkoşîn û berxwedana jinê tê naskirin.

Sîsika azadî, demokrasî û wekheviyêxwaz a PKK’ê bi tekoşîna jinê re bi rengekî mayinde li nav civakê rayên xwe bi kûr ve berdane. PKK mîna partiyeke jinê giyanê mezin ê azadiyê di hemû cîhanê digerîne. Îro rasteqîniya me ya Rêbertiyê, têkoşîna PKK’ê li hemû cîhanê tê naskirin. PKK bi berxwedan û şerê azadiyê li Rojhilata Navîn û cîhanê bûye hêzeke wiha ku hurmet jê re tê nîşandan, tê naskirin. Li Rojhilata Navîn hebûn û têkoşîna gelê Kurd mîna faktoreke stratejîk bi rist û rola xwe radibe.
 
Hatiye rewşeke wiha ku hemû hêz guh bidinê. Têkoşîna PKK’ê li Bakur, Başûr, Rojava û Rojhilatê Kurdistanê, li cîhanê li hemû deverên ku Kurd lê dijîn, hişmendiya netewî û azadiyê û yekîtiyê ava kiriye. Bi têkoşîna PKK’ê re, li Kurdistanê giyanê yekîtiya netewî ji nû ve hatiye afirandin. Gelê Kurd pir bîrewer bûye. Êdî polîtîkayên qirker ti caran qebûl nake. Gelê Kurd û jinên Kurd bi îdeolojiya azadiyê û doktrîna azadiyê ya Rêber Apo pêşengiy rizgarkirina mirovahiyê dike. Gelê Kurd û dostên wan, bi têkoşîna rêxistinî ya PKK’ê hatiye rewşeke wiha ku bandorê li hemû cîhanê bike, diyar bike.”

PKK WEKE TEVGEREKE GERDÛNÎ YA AZADIYÊ LI HEMÛ CÎHANÊ HATE QEBÛLKIRIN

Di daxuyaniyê de hate gotin  PKK mîna tevgera azadiyê ya gerdûnî li hemû cîhanê hatiye qebûlkirin û hate gotin, ”Li kûderê têkoşîneke azadiyê hebe, PKK’ê ev mîna têkoşîna xwe ya azadiyê dîtiye. Bi vî rengî tevlê bûye û hêz dayê. PKK pêşîlêvekirinên îdeolojîk ên rêbertiya me yên modêla demokratîk, azadîxwaziya jinê, xeta ekolojîk, konfederalîzma demokratîk, neteweya demokratîk bi pêşengiya xeta azadiya jinê û têkoşîna wê li Rojhilata Navîn pratîze dike.

PKK partiya geşkirina azadiya jinê û wekheviyê ye. PKK di nav rasteqîniya şerê cîhanê yê sêyan de ku niha em di nav de dijîn, bûye xwedî rasteqîniya têkoşîneke wiha ku dikare çareseriya krîza mirovahiyê bîne. Îdîaya mirovahiyê ya avakirina jiyan û pergala alternatîf, bawerî û biryardariya  vê bi têkoşîna me tê geşkirin.

Bi vê çarçoweyê em jin bi coşî û kelecaniyeke zêde careke dî damezirîna PKK’ê pîroz dikin. Têkoşîna me ya azadiya jinê weke sîsîka PKK’ê li ser xakên Rojhilata Navîn wê geş û gur bibe. Em bang li hemû gelê xwe, li jinan, gelan û baweriyan dikin ku bi rengekî hê karîger û çalak tevlî doza geşkirina têkoşîna bibin, jê re bibin destek û mezin bikin.”