KJK: Bersiva Herî Mezin Yekîtiya Netewî Ya Jinên Kurdistanê Ye

Koordînasyona KJK’ê diyar kir dewleta mafyayî yaTirk wê bi têkoşîna hevpar û rêxistinî ya tevgerên azadiya jinan were hilweşandin, li dijî êrîşên dagirker bersiva herî mezin wê Yekîtiya Netewî ya Jinên Kurdistanê be.

Koordînasyona KJK’ê li ser mikurhatinê bi sêgoşeya dewlet-siyaset-mafyayê, êrîşên desthilatê yên li ser jinê û opersyonên dagirker nirxandin kir. 

Koordînasyona KJK’ê daxuyaniyeke niviskî da, ban li jinan kir ku xeta têkoşîna hevpar deynin.

Koordînasyona KJK’ê ku banga ”yekîtiya netewî ya jinan” li jiênên Kurd kirî, wiha got:

”Li tevahiya cîhanê nemaze jî li cografyaya Rojhilata Navîn ku em lê dijîn êrîşên pergala dagirker a li ser jinan hatiye asta şer. Dema ku mirov li reng û encamên êrîşên li ser jinê dinere aşker eye ku Şerê Cîhanî yê 3’an bi rengekî stratejîk azdiya jinan kirine hedefa xwe. Em bi şerekî wiha re hevrû bûne ku li her kêliya jiyanê, li her qada jiyanê berbelav bûye.

‘REJÎMA AKP-MHP’Ê LI DIJÎ JINAN TIM DI NAV ŞEREKÎ DE YE’

Rejîma darbekar a faşîst a AKP-MHP’ê ku li Kurdistanê û Tirkiyê xwe li ser zayendîtiyê û nîjaperestiyê ava kiriye, tim li dijî civakê û jinan şer dike. Jinan û zaroyan dikuje, tundiya cinsî li wan dibe, destdirêjî li wan tê kirin, têne revandin, gef li wan tê xwarin. Weke di mînaka Gulîstan Doku de tê windakirin, bi polîtîkayên qirkirina siyasî bi destgîrkirin û girtinan jinên berxwedêr dikin hedef. Bi devê xwe mikur hatine ku şerê dijî jinan li navendên şerê taybet ê mafya-dewletê rêxitiniya wê dibe. Daxuyaniyên Soysuz ên li ser tevgera jina Kurd, ya li ser pêşengên wan, bûye ragihandina şerê stratejîk ê li ser jinan ku hatiye rojanekirin.

‘KULTURA TECAWÎZÊ, KULTUR Û POLÎTÎKAYEKE DEWLETÊ YE’

Dema ku mirov li komkujiyên li Kurdistanê û Tirkiyê yên li ser jinan, li rengê êrîşan û nasnameya wan jinan dinere ku dibine hedef , tê dîtin ku plansaziya êrîşan ji hêla dewletê ve hatiye kirin. Li bakurê Kursistanê polîtîkayên tecawûz û komkujiyê yên li ser jin û zaroyên Kurd ji hêla endamên şerê taybt leşker, polîs û cerdevanan ve rêxistiniya wê tê kirin, kultura tecawizê weke kultureke dewletê û polîtikaya dewletê tê bicihanîn.

Li ser zarok û ciwanan, bi çarçoweya polîtîkayên pişaftinê bikaranîna madeyên hişbir tê berbelavkirin, weke amûra sektora zayendiyê tê bikaranîn. Gotina ”bêhtir li Pornoyê tê temaşekirin” a wezîrê şerê taybet Soysuz, ne xelitîneke şexsî, bi rengekî fermî û sazûmanî aşkerekirina wê ye ku qirkirina li ser jin, zarok û ciwanan bi destê dewletê  tê kirin û rêjeya kar a dewletê vedibêje.

Êşkenceya li cenazeyên jin û ciwanên Kurd di ber têkoşîna azadiyê de canê xwe feda kirine, li dijî malbatên wan bûye tevgera tohildanê û êşkenceyê ya domdar. Êşkenceya li wan dayikên ku hestiyên zaroyên wan ên birûmet bi rêya postayê didin wan sûcê herî mezin ê şer e û ev sûc li ber çavê cîhanê tê kirin .Dayikên şemiyê, yên ku xizmên xwe winda kirin, ên ku li zindanan li ber xwe didin, malbatên ku li şopa zaroyên xwe digerin dibine hedefa navenda şerê taybet, li qadên têkoşînê rûmeta dayiktiyê tê binpêkirin. Malbatên ku gerîla ku zaroyên wan li nav têkoşîna azadiyê cih digirin bi rêya gef û zextê weke amûra propagandaya qirkirinê tê bikaranîn. Temsîla bêmînak a berxwedana dayikên Kurdistanê û Tirkiyê ya li dijî pergalê Emîne Şenyaşar, di şexsê xwe de dayiktiya birûmet a berxwdêr bi tîpên zêrîn di dîroka têkoşînê de tê nivîsîn. Têkoşîna dadê ya Emîna Şenyar û qêrîna wê divê mirov lê xwedî derkeve, deynê rûmetê yê dîrokî ye ku hemû malbat bi sedemên xwe tevlî têkoşînê bibin. Jinên Kurd ji bo ku bibin latiqî berxwedana birûmet a dayikan em soz didin ku têkoşîna xwe geştir bikin û hesabê vê êşkenceyê bipirsin.

‘REJÎMEKE WIHA LI PÊŞBERÎ ME YE KU ÇAVNEBARIYÊ LI PEYMANÊ JÎ DIKE’

Pereyên ku ji ber tendiristiya civakê bêne bikarnaîn ji ber ku dane ber şer û desthilatê bi rêjeyeke ji ya demên şerê navxwe zêdetir mirov dimirin, civak ji hêla fîzîkî ve tê tinekirin. Pêvajoya padeniyê ji bo ku ev şer bi rengekî bêhtir tund were rêvebirin dikine fersend, bi pergala tecrîda di nav tecrîdê de civakeke ku dikarin bi hêsanî kontrol bikin ava dikin. Di vê avakirinê de jinên ku kirine rikiha pilingan de ji hêla fizîkî ve û ji hêla çandî ve jî têne qirkirin. Ji ber polîtîkayên AKP-MHP’ê dema pandemiyê komkujiya jinan zêdetir bûye. Dewleta ku rêxistiniya zayendiyê dike û mêr geş dike û bi vê xwe didomîne, li şûna ku kujerên jinan ceza bike, bi efûyê wan xelat dike, jinên ku li ber xwe didin û xwe dipaRêzin ceza dike.

Bi fermanekê betalkirina Peymana Stenbolê ku bi têkoşîna hevpar a tevgerên jinên Tirkiyeyê û berdêlan hatî bideststin, parçeyek ji vê polîtîkaya xelatkirinê ye. Rejîmeke wiha li pêşberî me ye çavnebarî li peymaneke wiha dike ku nayê bicihanîn jî û asta faşîzmê ya li ser jinan nîşan dide.

ŞERÊ LI DIJÎ SIRÛŞTÊ

Di pêvajoya pandemiyê de ku ji bo berxwedana civakî were astengkirin weke fersendeke tê bikaranîn zenginiyên Kurdistanê û Tirkiyê yên binerd hatine desteserkirin, li dijî sirûştê şerekî mezin hatiye kirin.  Çêkirina bendavan, maden, santralên termîk, şewitandina daristanan û tinekirina wan deh qatan zêdetir bûye. Li Tirkiyê û Kurdistanê hevsenga ekolojîk, bi jiyana civakî re tê tinekirin. Di têkoşînê de ya li dijî dagirkerkirina qadên sirûştî ya jiyanê de li eniyên pêş jin hene. Şerê serdest ê ku li dijî civakê û sirûştê tê kirin bi têkoşîna hevpar  jinan mehkûmî têkçûnê ye. Têkoşîna jinan ku bi 8’ê Adarê re geş bûyî ji Denîzlî, Mêrsîn, Meleetî ,Wan, Çiyayên Qazê ya Rîze, Şirnex, ji Rojava hea bi Başûr li dijî şerê ekolojîk û hilweşandinê divê biqulibe ser tevgera ekolojîk a jinê. 

DEWLETA MAFYA

Hemû siyasteên ku xwe dispêrên ser zayendîparêzî û nîjatperestiyê diqulibin ser rejîmên faşîst, çeteyî. Hişmendiya ku dixwaze pirsa Kurd bi polîtîkayên qirkirinê çareser bike sedema sereke ya sazûmaniya rejîma faşîst û darbekar a li Tirkiyê ye. Ev hişmendiya ku mohra xwe li vê sedsal dawî dayî, bûye sedem ku çeteyên dijî Kurdan şer dikin xurt bibin û dewlet bibe mayfa. Tecrîda li ser Rêber Apo ku bi salan e li dijî polîtîkayên dewleta mafyayê ya li ser Kurdan têdikoşe, li Tirkiyê û Kurdistanê bûye pergalek. Ji ber ku raman û perspekftîfa çareseriyê ya ku Rêber Apo danî jehrkuja dewlet mafyayê ye tê astengkirin .Ji ber vê serkeftina kampanyaya ‘dema azadiyêye’ ku bi pêşengiya jinan ji bo azadiya fizîkî ya Rêbertiya me hatiye destpêkirin, wê bibe serkeftina têkoşîna azadiya jinan.

Di pêvajoya dawî de rastiyên di mikurhatinên rêveberên şer de herî xweş civak û jinên Kurd pê dizanin. Bi rengekî fermî li xwe mikur hatine ku dewlet bi ranta şer liş ser piyan e, dirize û pişiviye. Bi têkoşîna jinan rejîma faşîst a AKP-MHP’ê bi rêjeyeke zêde qels bûy.e  Geşedanên dawî nîşan didin dewleta Tirk di şexsê tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê de bûye dewleta mafyayê. Sedema krîza aborî, ekolojîk, siyasî û civakî ji ber neçareserkirina pirsgirêka azadiyê ya jinê ye. Weke encama siyaseta zilamê serwer ku li Tirkiyê serdest kirine siyaset teslîmî çeteyan kirine. Jin zêdetir tevlî siyasetê bibin, temsîliyeta wekhev, pergala hevseroktiyê pêk bînin wê siyasetê demokratîk bike û her wiha çetebûnê jî asteng bike. Ji ber ku ev tê znaîn jinên ku siyaseta azadiya jinê dikin dibin hedef, modêla jinan ku tesîmî pergala serwer bûne derdixin pêş.

WÊ BI TÊKOŞÎNA JINAN HILWEŞIN

Li bara wan kesan ku her hevoka wan bi zayendîparêziyê hatiye danîn, li komkujiyan, êşkence, tecawizan mikur tên, behsa têgînên namûsê dikin lê temsîla bênamûsiya herî mezi in û her peyva wan heqaretek li jinan e, em jin alî ne.

Saziyên dewletê ku bûne rêxistina sûc û mafyayê û nûnerê wan dixwazin rojevê şîlo bikin, li ser rojevên talî siyasetê dikin, tevgerên jinan divê li bara vê hişyar bin. Li bara rûdanan divê mirov bêdeng û bêhelwest nemîne, divê mirov rojevên esasî li siyasetê û civakê berbelav bik.

Helbet girîng e were pirsîn bê ka çi qas pere dane kê lê divê qirkirina li ser Kurdan, ya jinan, talana sirûştê û ranta aborî divê were pirsîn û hesab were xwesttin.  Em nehêlin ku çeteyên dewleta mafyayî jinên ku tecawîz li wan kirin û kuştin di şerê berjewendiyê de weke amûra tolhildanê were bikaranîn,  em nêlin ku aqil bidin tevgera jinan û hesab ji tevgerên jinan bipirsin. Berevajî, yên ku divê hesab bipirsin, wan darizinînin divê jin bin.

Em jin  divê zemînên ku li pirsên xwe yên hevpar, hedef û rêbazên xwe yên têkoşînê nîqaş bikin zêde bikin, divê em xeta têkoşîna hevpar deynin. Tifaqa AKP-MHP’ê ya ku bi têkoşîna jinan qels bûyî dîsa wê bi têkoşîna hevpar a jinan hilweşe.

OPERASYONÊN DAGIRKERIYÊ

Li Rojava herî dawî li Efrîn û Şengalê, jinên Kurd bi mejiyê fetihkirinê hatin revandin, destavêtin li wan hate kirin, li bazaran hatin firotin, li zindana bi êşkenceyê hatin qetilkirin û hîn jî aqûbeta bi hezaran ji wan jinan nayê zanîn. Êrişa li dijî jinên Ereb ên tevlî şoreşa jinê bûne, êrişa li dijî avakirina Neteweya demokratîk a Jinê ye ku li Rojava pêk tê. Bi operasyonên dagirkeriyê yên li ser xaka Başûrê Kurdistanê, êriş li dijî destketî û şoreşa jinê ya li Rojava, Bakur, Rojhilat, Şengal û Mexmûrê tê kirin. Jin û ciwanên ku li dijî çeteyên herî barbar ên cîhanê berxwedaneke mezin nîşan dan, niha li dijî şerê fetih û qirkirinê yê rejîma AKP-MHP’ê li Zap, Avaşîn û Metînayê bi berxwedaneke bêhempa dagirkeran têk dibin. Xweparastina ku bi pêşengiya jinên Kurd tê kirin, di serî de parastina jinên Tirkiyeiyî parastina hemû jinên Rojhilata Navîn û cîhanê ye. Her wiha hesabpirsîna ji êşên ji dayik û jinên Kurd e. Ev hêzên ku li xaka Kurdistanê hatine têkbirin, pêşî li wan hatiye girtin ku êrişî jin û gelên cuda nekin. Ji bo jin bigihêjin wê astê ku ji aliyê fikrî, ruhî û fîzîkî ve hebûna xwe li her cihî biparêzin, pêngava ku me bi dirûşma ‘Li dijî qirkirina jinê, dema jin a azad û parastina civakê ye’ li parçeyên Kurdistanê bi rojevên xweser tê meşandin û hêzeke mezin a berxwedanê bi xwe re tîne. Girîngiya rojane ya vê kampanyayê di nava vê pêvajoyê de eşkere bûye. Jina ku li dijî êrişên sîstema bi serweriya mêr xwe diparêzin, wê xwe hîn bêhtir nêzî azadiyê bibînin.

BERSIVA HERÎ MEZIN, YEKÎTIYA JINÊ YA NETEWEYÎ YE

Êrişên hikumeta Başûr ên li dijî çalakiyên şermezarkirina dagirkeriya dewleta Tirk, girtina mirovan a ji ber vê yekê nayê qebûlkirin. PDK’ê bi daxuyaniyên fermî ragihandiye ku polîtîkayên AKP li Tirkiyeyê li dijî Kurdan dimeşîne, ew jî li Başûr dimeşîne. Xwedîderketina li jin û ciwanên Kurd ên li dijî dagirkeriya Başûrê Kurdistanê şerê man û rûmetê dimeşînin, wezîfeya tevgerên jin ên Başûrê Kurdistanê ye. Divê li dijî polîtîkayên hikumetê têbikoşin û mohra xwe li siyasetê bixin. Li dijî polîtîkaya qirkirinê ya ji derve û li dijî xeta hevkariyê ya li hundir, bersiva herî mezin wê Yekîtiya Jinê ya Neteweyî ya Kurdistanê be.

Li hemberî polîtîkayên dewleta Tirk ên qirkerî û dagirkeriyê yên li Tirkiye, Kurdistan û Rojhilata Navîn, li hemberî bêdengiya saziyên navneteweyî, piştgiriya siyasî, leşkerî û aborî û hevkariya bi polîtîkayên Tirkiyeyê re, divê tevgerên jinê yên lİ Ewropayê têkoşîna hiqûqî, dîplomatîk bimeşînin.

Li dijî civakê, jinê, xwezayê sûcê şer, talankirinê tê kirin û ev yek tê belgekirin. Bi têkoşîna li qada hiqûqî, belgekirina sûcê şer ji bo darizandina berpirsyaran lidarxistina kampanyayan wê bandorê bike.

XEMSARÎ DIDE KUŞTIN

Bûyerên li Tirkiyeyê diqewimin rojeva jinên li Kurdistanê, Rojhilata Navîn û Ewropayê jî diyar dikin. Ji bo belgekirina şerê qirkirinê yê ku tifaqa AKP-MHP’ê yê li Rojava, şengal, Başûrê Kurdistanê û Mexmûrê û darizandina vê tifaqê li nava saziyên navneteweyî divê jinên Kurd û Kurdistanî bikevin nava liv û tevgerê. Kampanya ‘Sed sedemên ji bo darizandina dîktator’ ku ji aliyê Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê ve hate destpêkirin, weke tecrûbeyeke girîng divê bi rojevên xweser ên parçeyên Kurdistanê bê meşandin.

Li gel ewqas talan, mêtingerî û eşkerebûna çetetiya dewletê, nêzîkatiya xemsarî dide kuştin, civakeke ku xwe û mafê xwe naparêze hebûna wê dikeve metirsiyê û ji aliyê fîzîkî ve dikare tune bibe.

Berxwedana hevrêyên li zindanan ku ji bo azadiya Rêber Apo yê li Îmraliyê dîl girtiye bedena xwe dane ber birçîbûnê, dixwazin sîstema tecrîdê hilweşînin. Ev bexwedana li zindanan divê bi pêşengiya tevgerên jinê civakî bibe. Li zindanan, çiyê, qadan, kargehan, dibistanan, malan em berxwedana jinan silav dikin ku li dijî êrişên sîstema bi serdestiya mêr têdikoşin. Mîna têkoşîna azadiyê ya civakî, wê têkoşîna bi pêşengiya jinê ya li dijî dewleta Tirk a bûye mafya, mezin bibe. Sîstema bi serweriya mêr wê bi têkoşîna jinê ya hevpar û rêxistinbûyî ji holê bê rakirin û jin wê bi ser bikevin.

Li ser vê bingehê di serî de jinên Kurdistanî û Tirkiyeyî em bang li jinan hemûyan dikin ku tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê ya sîstema serweriya mêr, li dijî polîtîkayên qirkirina jinê û qirkirina Kurdan, li dijî talankirina aborî-ekolojiyê têkoşînê mezin bikin.”