KJK: Divê Ji Bo Bîranîna Denîz Poyraz Em Têkoşînê Geş Bikin
Koordînasyona KJK’ê: Em jinên Kurd ji bo bîranîna xwişka me Denîz Poyraz em soza geşkirina têkoşînê didin.
Koordînasyona KJK’ê ji bo Denîz Poyraz a ku li Îzmîrê hatibû qetilkirin, daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniya KJK’ê de ev tişt hate diyarkirin:
“Di 17’ê Hezîrana 2021’an de Denîz Poyraz li avahiya HDP’ê ya Îzmîrê bi awayekî hovane hate kuştin. Em sersaxiyê ji malbata Denîz Poyraz, malbatê wê û gelê xwe re dixwazin. Em jinên Kurd ji bo bîranîna xwişka me Denîz Poyraz em soza geşkirina têkoşînê didin. Wê gelê me cihê bi rûmet ê di nav gelên dinyayê de b berxwedanê bi dest bixe.
Tirkiye di serdema herî krîtîk û hesas a dîroka xwe de ye. Şefên faşîst Erdogan û Bahçelî bi kirinên xwe yên li nava welat û derveyî welat civaka Tirkiyeyê xistiye nav krîzên mezin. Vê desthilatdariya faşîst a ku sond xwariye Kurdan qir bike, ne bi tenê dijminê gelê Kurd e, dijminê civaka Tirkiyeyê ye.
Pergala civakî ya ku hikumeta AKP’ê ava kiriye, xwe dispêre talan, dizî, nelirêtî, derew,desteserkirin, şîddet û tecawizê. Vê pergala li Tirkiyeyê bi rizandin û bêdaletiyê hatiye avakirin. Di nav civaka Tirkiyeyê de krîzeke gelekî mezin a ekonomîk û siyasî heye. Dewleta Tirk bi hemû derfetên xwe êrişî têkoşîna azadiyê ya Kurdan dike, li pêşberî hemû dinyayê li çiya, bajar, zindan û derveyî welat rastî berxwedana gelan û jinan hatiye û qirkirina wan negihiştiye armanca xwe. Dewleta Tirk bi pêşengiya mafya û çeteyan, bûye dewleteke terorê. Vê desthilatdariya faşîst a ku temenê xwe tijî kiriye, bi provokasyon û qetlîaman dîsa dixwaze desthilatdariya xwe ava bik. Êrişa li hemberî avahiya HDP’ê ya Îzmîrê jî li ser vî esasî pêk hatiye.
Di 17’ê Hezîranê de li hemberî rêveberiya HDP’a Îzmîrê planeke mezin a qetlîamê hate kirin. Ev kujer li Minbîc û Helebê li dijî Kurdan şer kiriye û dewletê ew perwerde kiriye. Di çarçoveya vê plansaziyê de ev êriş kiriye.
Li avahiya HDP’ê ya Îzmîrê civîna nêzî 40 kesan hebû û ev civîn bi tesadufî hatiye taloqkirin. Desthilatdariya faşîst dixwaze provokasyon û qetlîamên nû bike.
Em jinên Kurd me bi ruhekî fedaî di nav têkoşîna azadiyê de cih girt. Di şertên herî dijwar de em xwedî li xebatan derketin. Li ser vî esasî me gelek berdêl da. Sakîne Cansiz, Sêvê, Fatma, Leyla Agirî û Xevrîn Xelef mînakên herî şênber in. Hevala me Denîz Poyraz jî di nav vê têkoşînê de mezin bûye û xwedî hestên mezin ên welatparêziyê bû. Ji ber vê jî jinên Kurd dibin hedef. Wekî helwesta bi rûmet a dayika Denîz Poyraz de jî tê dîtin, gelê Kurd û jinên Kurd tu carî dev ji têkoşîna xwe ya azadiyê bernadin. Em vê helwesta dê, bav, malbata Denîz Poyraz silav dikin.
Divê hemû gel, bawerî, jin, ciwan, kedkar, kesên demokrasî û azadiyê dixwazin divê têkoşîneke hevpar bimeşînin. Divê desthilatdariya AKP û MHP’ê were xistin. Divê hemû hêzên mûxalif li dijî faşîzmê li ber xwe bidin. Desthilatdariya AKP û MHP’ê di demeke herî qels de ye. Wê têkoşîna hevpar a jinan, gelan, baweriyan û kesên azadiyê dixwazin, vê desthilatdariya faşîst biavêje ser sergo.”