Ayten Amed: Bêdengiya Li Hember Komployê Xiyanet e

Endama Rêveberiya KJK’ê Ayten Amed, “Bi giyanê têkoşer ê PKK’ê, vîna Zîlan, azweriya Sarayan wê azadiya Rêbertî û Kurdistanê mîsoger bibe.”

Endama Rêveberiya KJK’ê Ayten Amed li ser salvegera komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê axivî.

Ji damezrandina PKK’ê heta roja me ya îro li dijberî PKK komployên navnetewî bi şêwazên cuda xwe dane der, ev komplo bi dîl girtina Rêber APO re pir zêde bû, ev komplo di roja îro de çawa xwe rojane dike?

Belê, weke ku ji aliyên serdestan ve pir zêde tê îdakirin dîroka mirovatiyê yek alî bi pêş nakeve û li gorî diyalektîka dualîteyê jî nikare yek alî bi pêş keve. Her çiqas aliyekî vê dîrokê ji serdestî, mêtingerî, talan û dagirkeriyê pêk bê, aliyê vê dîrokê yên din; ya rast beşa herî mezin ji aliyê hêzên berxwedêr ên ku li beramberî serdestiya yekalî ku li ser civak, gel, çîn û hemû beşên civakî hatiye ferzkirin pêk tê. Di her qonaxeke dîrokê de li dijberî serdestî, kedxwarî û zilmê di nav wan civakan de dema ku êdî zext û zorî derdikeve asta herî jor, gel êdî li beramberî vê tehamula wan namîne, di nava wê civakê bi xwe de pêşengek derdikeve û serkêşiyê ji dijberî derketina serdestan dike. Li gorî vê pênaseya me Rêber APO û derketina tevgera azadiyê jî di pêvajoyeke wisa de derketin ser dika dîrokê. Di çarîka dawî ya sedsala 20’an de ev derketin ne ji rêzê û jixweber bû. Di encamê buhrana ku di nav pergal, hêzên yekdestdar de dihat jiyîn, li ser navê çareseriyê bêçaretiya ku civak neçarî wê dihat kirin weke alternatîfek ji vê ango van pergala re derketin; hîn ji roja despêkê de diyar e ku wê dijbertiya vê Tevgerê û Rêberê vê tevgerê jî bihata kirin. Jixwe ji roja damezrandina xwe û heta îro jî em dikarin bêjin ku hemû êrîşên ku li ser PKK’ê û Serokatiya PKK’ê hatine pêşxistin di vê çarçoveyê de ne.

Bihêzbûna tevgerekê, rawabûn û mafdariya wê ger mirov bixwaze fêm bike divê ku despêkê li asta êrîşên ku li ser tên meşandin binere. Nemaze dema ku em li asta êrîşên li ser PKK’ê û Rêbertiya PKK’ê dinerin dikarin vê rastiyê bi awayekî vekirî bibînin. Ji aliyên hêzên derve û navxweyî hewldanên dorpêçkirin, linavbirin û tinekirina PKK’ê bi rastiyên paradîgmaya Rêbertî ve girêdayîne. Ji ber ku paradîgmaya ku hat pêşxistin weke ku di roja me ya îro de pir zêde îdea dikin PKK, ji çend kesan pêk hatiye, dijberî pergala Komara Tirkiyê ye, vaye dixwaze di nav Tirkiyê de rê li ber alozî û gengeşiyan veke, ji rastiyê dûr in. Bîrdoziya ku ji aliyê Rêbertiya me ve hat pêşxistin berjewendiyê hemû hêzên serdest, noker û tevkarên serdestan xist nav metirsiyê û ji bo vê jî di asta navnetewî de li dijberî vê paradîgmayê tifaqên qirêj bi pêş xistin. Ev tifaq her çiqas ji sala 1985’an yanî yekemîn salvegera pêngava 15’ê Tebaxê hatibe bipêşxistin jî, di 15 Sibata 1999’an de bi dîl girtina Rêbertiya me pir zêde bû. Armanc ji pêşxistina komploya navnetewî her çiqas di kesayetiya Rêbertiya me de linavbirina tevgera azadiyê be jî, lê di cewherê xwe de linavbirina fikir, felsefe û ramanê azadiya gelan bû. Ev bîrdozî, paradîgma xeteriya ku li ser wan dida avakirin, berjewendî, mêtingerî û talankariya wan ku dixist xeteriyê de ji bo berteraf bikin ya ku ji destê wan hat kirin. 15 Sibatê jî di encamê tifaqên qirêj ên li ser vî bingehî pêşketin.

Eşekere ye ku ji bo vê jî di roja me ya îro de wê ji vê şûn de nemînin. Çiqas tevgera azadiya gelan bi pêş bikeve, xwe bi bingeh bike, raman û felsefeya xwe belav bike wê li dijberî wê jî ji aliyê hêzên serdest ve di vê astê de êrîşên dijber bên kirin. Her tim dubarekirina rojevê, bi şêwazên cur be cur plangêriyên ku pêş dixin, zindîkirin û pêkanîn bi vê rastiyê ve girêdayî ye. Êdî navê vê xwe rojevkirinê dibe, girtina lîsta tarorîzmê, navê wê dibe tehdîdên li ser Bakurê Sûrî û Rojavayê Kurdistanê û hwd. Bi vî rengî lîsteya sedeman dûr û dirêj tê kirin. Hemû sedemên ku diyar dikin tenê û tenê bi armanca berdewamkirina planên xwe yên qirêj li ser gelan e, bi taybet gelên azadixwaz ku îro di herêmê de ji aliyê gelê Kurd ve pêşengatiya wê tê kirin.

Bi taybet ev komplo di heman demê de li ser Tevgera Azadiya jinê jî pêk hat. Ji roja komployê heta roja îro Tevgera azadiya jinê sekin, berxwedanî û têkoşîneke çawa nîşan daye. Ji îro û şûn de wê ev berxwedanî çawa bê kirin?

‘RÊBERTIYA PKK’Ê HER WIHA RÊBERTIYA JINA AZAD E’

Rêbertiya PKK’ê di heman demê de Rêbertiya jina azad e. Di vê wateyê de her êrîşeke li ser Rêbertiya me tê kirin em weke êrîşa li ser jinê hesab dikin. Çawa ku di dema dîl girtina rêbertiyê de weke mîlîtan û tevgara jinê me ji bedenên xwe xelekek ji agir li dora Rêbertiyê avakir, sekneke berxwedêr û serhildêr nîşan da, eşkereye ku wê ji niha û şûn de jî ji vê bi ti awayî tawîz neyê dayîn. Ger em bi kurtî be jî piştî 15’ Sibatê têkoşîn û asta çalakgeriya rêxistina jinê vebêjin, dikarin bêjin ku di gel li darxistina çalakiyên ferdî, pêşengatiya pêvajoyên herî giring û perpirsyariya wê girtina ser milê xwe; xala ku herî zêde jî divê ku girîngî bidinê pêşxistina partîbûyîna tevgera jinê ye. Dema ku Rêbertiya me hat dîlgirtin ji bo tevgera azadiya jin got; “Pêşxistina Tevgera Azadiyê Projeya min a nîvçû mayî ye”. Me tevgera jinê ev proje tenê bi pêş nexist, me gihand asteke ku bi hezaran mîlîtanên wê bên avakirin, bibin şopdarên vê bîrdoziyê û di roja me ya îro de weke ku di kesayetiya berxwedêra serdemê Leyla Guven de jî derdikeve holê jina têkoşer, leheng û mêrxas hat afirandin. Ev, di heman demê de dibe xeleka berxwedaniya ku bi Zekîye Alkan, Rojbînan, Delal, Zîlan, Ronahî û Elefteryayan ve hatiye despêkirin û domdariya wê ye. Ev xelek her roja ku diçe xelekeke din li ser xwe zêde dike pêş dikeve. Heta azadkirina Rêbertî, Jinan, hemû gelê bindest jî dê bidome.

Berxwedaniya gelê Kurd, jinên Kurd û gelên Kurdistanî, li bermaberî komploya navnetewî nîşan dide, pêwîst e ji îro û şûn de çalakî û berxwedaniyên bi çi awayî were kirin?

‘DI VÊ PÊVAJOYÊ DE BÊDENGÎ DI HEMAN DEMÊ DE XIYANET E’

Eşkere ye ku ji roja yekem ya vî komployî û heta roja îro li dijberî kopmlo ji aliyê gelê Kurd û hemû gelên ku xwedî li paradîgma Serokatî derdikevin, bi taybet jî mirov û gelên azadîxwaz ve têkoşîneke bê hempa hatiye meşandin. Ji ber vê ye ku Rêbertiya me di yek ji hevdîtinên di Îmralî de bi parêzerên xwe re ev got; “komplo di encamê têkoşînê de hatiye pûçkirin, hêzên serdest ya ku pêşxistina komployê kiribûn armanc nekarîn ser bixin.” Weke ku ji vê nirxandina Rêbertiya me jî tê fêmkirin di encamê têkoşîn, berxwedaniya jinan, gelê Kurd û dostên wan ve çalakiyên ku heta niha hatine lidarxistin heta radeyekê komplo hatiye pûçkirin. Ji ber vê ye ku hêzên komploger di roja me ya îro de serî li nûjenkirin û rêbazên cuda yên berdewamkirina vê komployî didin. Her çiqas wan xwestibe vê komployî nûjen bikin, bi rojevkirinê têkoşîna gelê Kurd biçewsînin, terkî çarenûsa wan bikin jî; di serî de ji eniya jinan û herweha gelê Kurd û dostên gelê Kurd ve bi çalakiyên ku hatin pêşxistin, didomin ve wê nehêlin ev komplo xwe nûjen bike. Bi taybet bi pêşengatiya tevgera Jinên Azad û ciwanan pêngava ku ji bo azadiya Rêbertiyê hatiye despêkirin qonaxeke mezin li şûn xwe hişt û di van sê mehên dawî de ket qonaxeke nû. Di gel ku bi vê armancê çalakiyên cur be cur tên li darxistin jî, çalakiya ku mohra xwe li vê serdemê da eşkereye ku çalakiyên grevên birçîbûnê yên bêdem û dorveger in.

Asta çalakî û vîna ku di vê mijarê de hatiye nîşandan ti nîqaş li ser tine. Lê di mijara xwedî derketina li van çalakiyên bi rûmet di asta civakî de hema bêje gelekî lewaz e. Li aliyekî mirovên ku ji bo rûmet, şanazî, hesyet, dîsa ji bo bi destxistina azadiya Rêbertî û gelê xwe dev ji canê xwe berdane; li aliyê din bê bertekmayîna gelê ku ji bo wan ruhê xwe feda dikin. Ev nakokiyeke gelek cidî ye. Li beramberî çalakiyeke wisa bêdeng mayîn, nebûna xwedî helwestê wê tenê ji aliyê dîrokê ve neyên darizandin, di heman demê de bêdengî li beramberî van çalakî û çavê xwe li polîtîkayên tinekirinê girtin tê wateya xiyanet li qewmê xwe jî.

Di vê pêvajoyê de bêdengî di heman demê de xiyanet e, bûyîna şirîkê komploya navnetewî ye, ji polîtîkayên linavbirin û tinekirina Kurdan re bûyîna şirîkê. Ji ber vê ye ku her kesê xwedî hesyet, anûr, rûmet divê ku ji niha û şûn de çavê xwe li kiryarên bi vî rengî negire, serê xwe netewîne, bi hemû hêza xwe dengê xwe tevlî nava dengê Leylayan, Nasir, Gulîstan, Fadîle, Sebahat û Irmakan bikin, da ku bikarin hevrêtiya azadî, wekhevî û serfiraziya welatê xwe bi dest bixin. Bêdengbûn li beramberî van çalakiyan tê wateya pejirandina kuştina bi sedan Kurd, tê wateya radestî û bindestiyê.

ji bo vê jî her kesê ku ji xwe re dibêje; “Ez mirov im” divê ku fêrî bêdengiyê nebe, dengê xwe tevlî dengê çalakvanan bike, da ku faşîzmê têk bibin, Rêbertiyê azad bikin. Ji bo vê ye ku divê herkes bêje azadî hema niha, ne sibê û tevlî pêvajoya berxwedaniya serdemê, ya Leyalayan, ku dibe Mazlûmên berxwedaniya serdema nû. Bi ruhê têkoşeriya PKK’ê, vîna Zîlanan, azweriya Sarayan tevlîbûn ji vê pêvajoyê re wê azadiya Rêbertî û Kurdistanê misoger bike.