Besê Erzîncan: Rizgariya Jinê Bi Berxwedan û Avakirinê Dibe
Endama Koordînasyona KJK’ê Besê Erzîncan destnîşan kir, ku jin bi bendemayin an jî tenê bi nerazîbûnê nikarin rizgar bibinn. Erzîncan got, jin tenê bi afirandina alternatîfê dikarin rizgar bibin.
Endama Koordînasyona KJK’ê Besê Erzîncan ji aliyê têkoşîna jinê ve ya li dinyayê, Kurdistanê û Tirkiyeyê sala 2019’an nirxand.
Nirxandina Erzîncan wiha ye:
“Beriya her tiştî ez hemû şehîdên Kurdistanê bi rêz û hurmet bi bîr tînim. Em soza xwe dubare dikin ku li ser bîranîna wan em ê Kurdistana azad, civaka Azad û jin û mêrên azad biafirînin. Em bi rêz û hurmet Rêber Apo silav dikin. Jiyan, berxwedan, helwesta azadiyê ya Rêber Apo ji bo têkoşîna hemû kesên hatine vederkirin, ronahî û rêber e.
Bi sala 2019’an de ez helwesta bi rûmet a welatparêz a gelê me ya li hemberî dewleta Tirk a faşîst, berxwedana şervanên PKK û PAJK’ê yên li çiya û zindanan li ber xwe didin, berxwedana mirovên me bi rêz û hurmet silav dikim. Berxwedan û helwesta berxwedêrên zindanan ji bo me yek ji çavkaniya hêza bingehîn e.
EM BI HIŞ Û DILÊ JINAN BIFIKIRIN, EM Ê TEQEZ BI SER BIKEVIN
Em jin ji bo me gelekî girîng e ku di qewlên kurt, navîn û dirêj de em ê çi bikin û em karibin serdem û sala ku tê de binirxînin. Jixwe jinên ku pênaseyeke wan li hemberî jiyan û serdemê tune, tê wateya ku qalibên pergala mêran a serdest qebûl kirin. Divê em ‘koletîya hatiye qebûlkirin’ baş nîqaş bikin û ji nava xwe derxînin. Jinên ku xerîbê xwe be û ne aîdî xwe be, wê tu carî nikaribe azad bibe.
Ji ber vê jî em jin heke em bi dil û mejiyê xwe li jiyanê binihêrin, em dikarin tespîtên pêdiviyên xwe bikin. Em pê re taybetiyên karakterîstîk ên serdemam dikin. Li ser vî esasî em bi îrade û rêxistinbûna xwe plansaziyan dikin û têdikoşin. Em bi vê re dikarin encamên serkeftî bi dest bixin. Dema ku helwesta me wisa be, astengî derkevin pêşberî me, em bi moral û baweriyeke mezin têkevin nav karan, tu hêz nikare me bide sekinandin. Em çi bixwazin teqez em dikarin bi dest bixin. Fikirandin, têkoşîna xwebûnê, mirov înîstîyatîfê têxe destê xwe û di pratîkê de bixebite, ev tişt bi xwe re serkeftin û encamê tîne. Ji bo ku sala 2020’an ji bo jinan bibe sala destkeftiê divê em di metoda rastîn de israr bikin. Divê fikr û jiyana me ya pratîk wekî hev e û hev xurt bike. Gava pêşîn a azadbûnê destpêkirina ji xwe ye.
NE BENDEMAYÎN, TÊKOŞÎNA JI BO AZADIYÊ DIKARE MIROVAYETIYÊ Û JINAN RIZGAR BIKE
Di dîroka mirovayetiyê de gelekî hatiye dîtin. Carinan sedsal dikarin têkevin kêlîyên kurt. Tiştên ku tê jiyîn bi lez û xurt e. Ji ber ku ne diyar e wê jiyana mirovan ber bi ku ve biçe, ji ber nakokî û lihevkirin zêde ye, ev tişt pêk tê. Di serdemên wisa de, kîjan hêz têkoşîn, stratejiyeke rast û taktîkên baş bi kar bîne, wê bi ser bikeve. Tişta ku em jê re dibêjin sosyolojiya azadiyê, ji aliyê civakan ve wateya wê ev e. Kêliyên azadiyê werin hîskirin, civak û mirov li hemberî pergalên hegemonîk helwesteke jiyanê nîşan bidin, wê ev tişt pêk were. Di kêlîkên guherîn û veguherînê de zelalbûn, îrade, pêşengtî û rêxistinbûna kesên hatine vederkirin, rêya jiyanê destnîşan dike.
Di sala 2019’an de ji bo jinan jî ev tişt pêk hat. Ji ber ku tercîhên me yên azadiyê gelekî zelal bû, ligel ku astengî çêbûn jî me hin encam wergirt. Têkoşîna jinan di sala 2019’an de mezin û geş dibe. Dema mirov li tabloya xerab a li cîhanê dinihêre, em dibînin ku rewş ji tişta ku em texmîn dikin, wêdetir e. Tiştên ku tên serê me, em nikarin bidin ber sedsalên din. Em nikarin bibêjin ku ‘Ev nakokî, şer, hilweşandin, qetlîamên jinan, cînayetên kar, koçberî, hejarî û bêkarî tê serê civakan û didome.” Ji ber ku gefa şerê nukleer, krîzên avhewayê di serî de hemû daneyên ku me li jor diyar kir, ji me re wana qirbûna mirovayetiyê dikin. Beriya ku em hêvîsar bibin û berê xwe bidin qederparêziyê divê em serdem û kapasîteya xwe binirxînin. Divê em baweriyê bi vî tiştî bînin ku em bi têkoşînê dikarin bi ser bikevin. Li cîhanê, Rojhilata Navîn û Kurdistanê me di vê serdemê de dît ku hêzên dewletparêz û desthilatdarxwaz teşhîr bûne. Baweriya ji rejîmên parlementer û hilbijartinan gelekî qels bû. Divê mirov têkçûna partiyên demokratên sosyal ên li Ewropayê û li Tirkiyeyê jî têkçûnên CHP’ê baş binirxîne. Ev partî di gotinê de ji partiyên rastgir cihê ne, lê di warê demokrasî, ekonomî û polîtîkayên jinan de tu guherînê pêk naynin, ji ber vê jî di nav civakan de nikarin baweriyekê çêbikin. Dibin cîgirên desthilatdariyê û notirvanên pergalê. Di sedsala 20’emîn de me dît partiyên demokrat ên sosyal, partiyên sosyalîst çawa tevlî nav pergala kapîtalîst bûne.Vî tiştî di nav alîyên çepgiran de şikestinek çêbûbû. Ji ber vê xitimandinê lêgerînên mirovayetiyê zêde bû.
Gotinên nû, argumanên îdeolojîk, modelên rêxistinan tên nirxandin. Dogmatîzma sosyalîzma reel tê derbaskirin. Li ser çare û metodênnû tê sekinandin. Jin bi hêsanî dikarin dogmatîzmê derbas bikin. Ji ber xwezaya jinan û ji ber nêzikatiyên partiyên demokrat ên sosyal jinan bi hêsanî rexne kirin. Rexneyên femînîstû anarşîstan ên li ser partiyên reel sosyalîst rast bû. Sermesele jinan prensîbên demokrasî, azadî û wekheviyê di van têkoşînan de zêde nedîtin. Lêgerînên jinan xurt bû. Jinanên di nav têkoşîna reel sosyalîzmê de jî bîr, feraset û rêxistinbûneke xweser a jinan ava nekirin. Lê bi fedakariyeke mezin û cesaret tevkariyên girîng li têkoşîna mirovayetiyê kirin.
TÊKOŞÎNÊN AZADIYA JINAN RÊYEKE STRATEJÎK E
Îro jî mêtingeriya li ser jinan û têkoşîna azadiya ji vî tiştî yek ji stratejiya bingehîn e. Pergala hegemonîk hewl dide dîrok û kêşeyên jinan nede xuyanî lê ronakbûna jinan rewşeke berevajî vî tiştî derdixe holê. Vê êrîşa li ser jinan tê redkirin. Azadiya jinan wekî qadeke têkoşînê ya stratejîk yek ji rojeva herî zindî ya mirovayetiyê ye. Pergala hegemonîk li hemberî jinan êrîş û polîtîkayên xwe yên dijminatiyê derxistiye asta herî jor. Ji aliyê din vejî pergala mêran xwestiye bi mudaxeleyên li ser tevgerên jinan encamekê bistîne. Sermesele di dîroka azadiya jinan e, femînîzmê bi têkoşînên mezin, destkeftiyên mezin ên jinan bi dest xistiye. Femînîzmê di warê ronakbûna jinan û di warê pratîk de bidestxistina mafên jinan de bi têkoşîneke xurt danheveke mezin ava kiriye. Di van waran de ked û bîreke mezin ava kiriye. Ji ber vê sedemê pergala kapîtalîst û modernîst bi taybetî jî piştî salên 1970’î bi polîtîkayên berfireh bi hûrgilî li ser wê sekiniye.
Tevgerên ciwanan ên sala 1968’an ne bi tenê li dijî DYE di heman demê de li hemberî sosyalîzma reel jî nerazîbûnek bû û encameke xeyalşikestinan bû. Reel sosyalîzmê azadî neanî ji jinan re. Polîtikayên baviksalar domiya. Tevgerên jinan bi daxwazên azadiya jinan di nav van tevgeran de bûn. Vî tiştî di nav pergalê de tirsek ava kir. Piştî salên 1970’î li ser vê rewşa jinan hate sekinandin, polîtîka û taktîk hatin çêkirin. Pergala hegemonîk li ser tevgerên femînîzm û tevgerên azadiyê jinan sekinî û xwest wan têxe nav pergala xwe.
Polîtîkayên ku azadiya takekesî derdixe pêş û piştgiriya wna dike, fikirdarên femînîst dixe nav zanîngehan û wan elît dikin ji xwe re kirin esas. Femînîstan di nav saziyên dewletê de xebat kirin. Hê jî li welatên DYE û Ewropayê rewşeke wisa heye. Stratejî û taktîkên ku xwe naspêre azadiya civakî, bi awayekî ji awayan pergala serdest xurt kir. Pozîtîvîzmê herî zêde bandor li têkoşînên azadiyê yên jinan kir. Azadiya takekesî, parçebûn rê li ber vî tiştî vekir ku îrade û kolektîfa jinan dernekeve holê.
Ligel van tiştan jî tevgerên femînîst û femînîstan di têkoşîna azadiyê ya jinan de lêgerîn û têkoşîneke mezin bi dest xistin. Xwestin pêşengiyê ji jinan re bikin. Ji ber vî awayî divê em rast xwedî li têkoşîn û berxwedana femînîstan derkevin.Divê heqê keda wan were dayin ev jî karakterê têkoşîna azadiya jinan e.
KRÎZÊN MIROVAYETIYÊ BI PÊŞNIYAZÊN ÇARESERIYÊ YÊ RÊBERÊ ME ABDULLAH OCALAN DIKARE ÇARESER BIBE
Bi sedsala 21’an re pergala kapîtalîst êdî nikare bi reforman bijî. Bi geşkirina rejîmên demokratîk ên radîkal, ev kêşe dikarin werin çareserkirin. Li ser vî esasî rêberê me Abdullah Ocalan di parêznameyên Îmraliyê de bi konfederalîzma demokratîk, neteweya demokratîk û xweseriya demokratîk paradîgmaya xwe ya demokratîk, ekolojîk û xwe dispêre azadi jinan, perspektîfa çareseriyê bi zelalî derdixe holê. Ev pêşniyazên rêberê me ji her demê zêdetir cih ji xwe re dît. Divê ev tişt werin nirxandin. Girîng e ku wê serhildanên jinan û gelan ên li cîhanê veguherin çi. Gelo ev serhildan dikarin ji tevgerên protestoyê derkevin û xebatên afirandina pergalên alternatîf ava bikin? Ne bi tenê demokratîkbûna dewletan, gelo dikare ji taxan dest pê bike û rêveberiyên xwe yên xweser ava bikin? Pêşengiyên van serhildanan hene? Li gorî di hemû serhildanên gelan û jinan de ev tişt jî kêşeyeke bingehîn e. Her serhildan derbekê li pergala hegemonîk dixe. Kedkar, jin û kesên hatine vederkirin hin mafan bi dest dixin. Lê di sedsala 21’emîn de nêrîneke paradîgmaya ku li hemberî her cure kêşeyan karibe xwe ava bike û afirandina pergalê hewce ye.
Ev serhildan di warê dîrokî de gelekî girîng in, lê ji ber xumamîyên di warê afirandina pergaleke alternatîf, her dem pergala hegemonîk mudaxeleyî wê dike. Ji ber vê jî pergala alternatîf a ku rêbertiya me li hemberî kêşeyên civakî ava kiriye, gelekî girîng e. Rêya sêyemîn, afirandina pergala alternatîf e. Divê kesên hatine vederkirin jî mafê wan ê îrade û biryardanê hebe. Ji ber vê jî wê gelekî girîng be ku, parêznameya dawîn a rêbertiya me were xwendin û pêkanîn. Wekî ku di serî de min diyar kir ku mesle ne bi tenê nirxandina rewşên siyasî ye. Ya girîng ev e wê bi kîjan metod, têkoşînê azadî, aştî û wekhevî pêk were. Heta ku bi awayekî radîkal demokrasî neyê avakirin û nebe pergal, wê çareseriyên mayinde pêk neyên. Heke ev serhildan werin têkbirin, pergala hegemonîk xwe bêtir saz dike.
DI SALA 2019’AN DE TÊKOŞÎNA JINAN GIHIŞT LÛTKEYÊ
Li cîhanê jin bi awayekî çalak tevî nav serhildanên li hemberî hêzên dewletparêz û desthilatdar bûn û rola xwe ya pêşeng bi cih anîn. Ji aliyê din ve li hemberî cînayetên li ser jinan, şîddeta li ser jinan û mafê kurtajê de jî têkoşiyan. Di domandin û radîkalbûna serhildanan de bûn diyarker. Di 25’ê Mijdarê de di çarçoveya ‘Roja têkoşîna li dijî şîddeta li ser jinan’ bi girseyî tevlî nav çalakiyan bûn. Li cîhanê yek ji rojeva bingehîn a 25’ê Mijdarê jî çalakiyên parastina şoreşa Rojava bû. Di van çalakiyan de me dît ku wê têkoşîna jinan di salên pêş de xurttir bibe. Ev jî diyar dike ku jin bi bi nêrîneke giştî li ser kêşeyên mirovayetiyê disekinin. Hin komên ku biçûk û marjînal xuya dikin, dema digihêjin hev potansiyel û enerjiyeke mezin derdixînin holê.
Li hemû parzemînên cîhanê xebatên tevgerên azadiya jinan sûdê ji hev werdigirin. Li Îspanyayê bi deh hezaran jin meşiyan. Li Hindistan, Filîstin, Fîlîpin, DYE û Efganistanê jinan çalakî li dar xistin. Di cîhana huner û akademiyê de di warê jinan de bihistyariyeke mezin çêbû. Li Şîlîyê li hemberî danseke radîkal hate kirin û hemû jinan fikrên xwe diyar kirin. Bi tenê li Tirkiyeyê mudaxeleyî çalakiyan hate kirin. Ev jî diyar dike ku dewleta Tirk li cîhanê dewleta herî faşîst e.
Di vê serdemê de di warê têkoşîn û mafê jinan de li Tirkiyeyê HDP di serî de CHP, partiyên Îslamî û hin jinên AKP’yî jî xwedî li têkoşîna jinan derdikevin. Li Kurdistanê jin bi reng û cilên xwe yên neteweyî tevkariyê li tevgerên jinan ên li cîhanê dikin. Jinên Kurd divê çalakiyên xwe yên xweser ava bikin. Wê girîng be ku jinên Tirkiyeyê karibin vî tiştî bikin. Jinên ku li ser baweriya Îslamê jî dikarin çalakiyên xweserî xwe ava bikin. Çalakiyên yekgirtî jî dikarin werin kirin.
Wekî ku di mînaka Şîlîyê de hatiye dîtin, li Emerîkaya Latîn jî jin pêşengtiyê dikin. Dema li her welatî jin li hemberî êrîşê dewlet û mêran nerazîbûnekê nîşan bidin, wê demê dikarin encaman bistînin û dikarin kêşeyê têxin rojeva cîhanê. Jinên Kurd jî bi pêşengiya Leyla Guven bi grevên birçîbûnê yên li Bakurê Kurdistanê û piştî vê berxwedanêjinên Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li dijî dagirkeriya dewleta Tirk li ber xwe dan. Ji ber ku tê zanîn Şoreşa Rojava, şoreşa jinan e û jiyana jinan a alternatîf ava dike, hemû jinên cîhanê li ser esasê parastian Rojava yekîtiyek ava kirin. Berxwedana Rojava li hemberî pergala baviksalar û hegemonîk jî berxwedanek bû. Li çiyayên Kurdistanê divê mirov helwesta azadiyê ya gerîlayên YJA STAR’ê jî baş biîne. Her gerîlayeke YJA STAR’ê tê wateya serhildana li hemberî baviksalarî ye. Gerîlayên jin yek ji hêza bingehîn a têkoşînên jinan e. Şerê me yê gerîlayan, bandorê li hemû cîhanê dike. Di sala 2019’an de gerîlayên YJA STAR’ê li hemberî dewleta Tirk a faşîst Ii ber xwe dan û careke din diyar kirin ku ew pergala mêran red dikin. Li ser vî esasî di sala 2019’an de jinan careke din îddîa û biryardariya xwe ya avakirina jiyana azad danîn holê. Yekîtiya neteweyî ya jinên Kurd, yekîtiya jinên li Rojhilata Navîn û cîhanê û zemînên avakirina tifaqan xurt bû. Di vê serdemê de jinên li cîhanê bêtir nêzî hev bûne û hev fêm dikin. Jineolojî bi pêşengiya jinên Kurd di rojeva hemû jinên cîhanê de ye. Asteke girîng a nîqaş û rêxistinbûnê hatiye zeftkirin. Bi Jineolojiyê em ber bi sedsala 21’emîn diçin. Li cîhana mêrên serdest karesatên mezin çêbû. Em jinên sedsala 20’emîn me mêr berpirsyarê van tiştan didît û rexne dikir. Rast bû. Lê êdî rexnekirin û lêpirsîna li ser mêran têr nake. Rastiya jinan a rêxistinbûyî ava bû. Ji vê rewşa mirovayetiyê em jî berpirsyar in. Heke em li hemberî cîhana mêrserwer têkoşîneke xurt nedin nîşandan, em jiyana azad û alternatîf ava nekin dibe ku êdî cîhaneke me jî nemîne. Em têkoşîna afairandina cîhaneke demokratîk, ekolojîk û azadîxwaz bi xurtî nekin, li hemberî trajediyan helwesta xwe zelal nekin, em ê jî bibin berpirsyarên vî tiştî. Ji ber vê em jin îddîa û biryardariya me ya avakirina jiyaneke nû heye. Jin li ser pêyan in, hêviyên me bilind e. Em ê sala 2020’an bi têkoşîn û berxwedanê bikin sala azadiya jinan. Li ser vî esasî em dikarin bibêjin ku wê sala 2020 bibe sala azadiya jinan.”