KJK’ê ‘Rabûna’ 8’ê Adarê Slav Kir
Koordînasyona KJK’ê ragihand, sekna têkoşînê ku di 8’ê Adarê de hate nîşandan di wê astê de ye ku çarenûsa sedsalê diyar bike û berxwedana jinê ya bi heybet a 8’ê Adarê slav kir.
Koordînasyona KJK’ê bi daxuyaniyekê berxwedana ku 8’ê Adarê, Roja Jinên Kedkar a Cîhanê de derketî holê slav kir.
Daxuyaniya Koordînasyona KJK’ê wiha ye:
“Jinên Kurdistanî ku her cure êrîşên faşîzmê şikandin û berxwedan di asta herî jor de gihandin 8’ê Adarê, bi berxwedana xwe ya bêhempa ji her kesî re bûne hêvî û wêrekî. Jinên Kurdistanî ku bi rojan e hemû meydan tije kirin, bi berxwedanê û biryardariya mezin bi ser faşîzmê de çûne, mane, rih û xisleteke din a têkoşînê dane 8’ê Adarê. Em helwesta têkoşînê ya vê salê ya jinan ku daxwaz nakin lê hesab dipirsin, îdîaya paşerojê datînin holê û ji ya berdest dibihurin, pîroz dikin û slav dikin.
Slav li wê raperîna bêhempa ya jinan ku bi coşa xwe moraleke mezin dane, bi biryardariya xwe ya berxwedanê azweriya têkoşînê civakî kirine, bi rengên xwe cih li yekrengiyê teng kirine. Slav li wan jinên wêrek û berxwedêr ku bi gotinên xwe bendên faşîzmê hilweşandin, bi lîlan û helwesta xwe qad tije kirin. Slav li wan jinan ku li Wanê bi coşeke mezin bûne xwedî helwest, li Silopiyayê bi gotina xwe û çanda xwe rih dane Botanê. Slav li wan jinên Kurd, Ereb, Suryan, Ermen, Azerî ku li Rojava bi coşa şoreşê li hemû bajaran bûne lehî û ji diyarê şoreşê peyam dane hemû cîhanê. Slav li wan jinan ku li Mexmûr, Şengalê bi sekna xwe ya li jiyana azad li ber xwe didin, li wan jinên li Tebqa, Minbic, Heleb û Şehbayê bi reng û çandên xwe yên cihê daxwaza azadiyê bilind kirin. Slav li jinên Kurdistanî û Tirkiyeyî ku li Stenbol, Îzmîr, li gelek deverên Tirkiyê li dijî faşîzm û hişmendiya dewletî ya nêr bi helwesta têkoşîna hevpar rabûn.
Li Kurdistanê, Rojhilata Navîn, Ûkrayna û gelek deverên cîhanê, tundiya dewletî ya nêr bi hemû lezbûna xwe dikuje, di pêvajoyeke wiha de helwesta têkoşînê ya jinê ku di Roja Jinan a Cîhanî ya 8’ê Adarê de derketî holê, bi wesfeke wiha ye, ku wê qedera sedsalê diyar bike. Jinên ku li her devera cîhanê rabûne ser xwe, pergala nêr a serwer dane ber pirsan, mehkûm kirine û nîşanî cîhanê dane ku ‘bi pêşengiya jinan cîhaneke din pêkan e’, vîzyona polîtîk a paşerojê jî diyar kirine.
Di serî de jinên Kurd, jinên Rojhilata Navîn û ji gelên cîhanê bûne yek deng û li ber polîtîkayên nêr ên dewletê rabûne. Ev yek jî destpêka serdema bi pêşengiya jinê ye. Têkoşîna ku li Roja Jinan a Cîhanî mezin bûye û azweriya azadiyê, di heman demê de xeta têkoşînê ya pêvajoya li pêş me diyar kiriye.
Li çar parçeyên Kurdistanê û li derveyî welat jinên Kurdistanî ku gavekê jî ji berxwedanê nemane, bi vê 8’ê Adarê re di serî de li faşîzma AKP-MHP’ê, bersiva herî zelal li meydanan dane hişmendiya zilamserwer a dijminatiyê li jinan û gelan dike. Jinan bi çand, huner, helwesta polîtîk, bi bîreweriya xweparastinê û têkoşîna xwe şanî her kesî dane ku stranên wan ên ku bistrînin û paşerojeke wan a ku ava bikin heye. Bi asteke ku ji ya hemû deman geştir, li ber polîtîkayên faşîzmê û zayendîparêz rabûne, bi milyonan jinên ku xwe berdane meydanan asta têkoşîna salê danîne holê.
Em wan hemû jinan, bi kelecanî û baweriya ji helwesta têkoşîna jinan careke din pîroz dikin ku bi rojan e her dever bi cihêtî û rengiya jinê xemilandine, bi berxwedana jinê rakirine ser piyan, bi dirûşma, ‘Dema azadiya jinê ye’ zindîbûna biharê di civakê gerandin e. Rawestîna jinan a li ser azadiyê berpirsyariyên mezin li ser me û hemû tevgerên jinan bar dike. Em careke din sond dixwin bi vê bîreweriya berpirsyariyê bi îdîayeke mezin û biryardarî bi her astê pêşengiyê li têkoşîna jinan bikin ku bûye xwedî asteke civakî.
Jin pêşengiyê li têkoşîna civakî dikin, em bwer dikin helwesta têkoşînê ya jinan ku 8’ê Adarê danîn holê li roja berxwedana civakî Newrozê bi pêşengiya jinan wê civakî bibe û bigihije asta xwe ya herî bilind. Di vê çarçoveyê de di serî de jin û ciwan ji niha ve banga li tevahiya gelê me dikin ku bi rengekî xurt û îdîa tevlî Newroza îsal bibin û hesabê dîrokî ji faşîzmê bipirsin.”