Li Bakûrê Kurdistanê Tevgera Jinên Kurd

Jinên Kurd ên li Bakurê Kurdistanê her tim di nava têkoşînê de ne. Heta salên ku rêxistinên xwe ava kirine, di tevahiya dîrokê de beşdarî raperîn, berxwedan û serhildanên gel bûne. Li dijî qirkirinên hêzên herêmî û navneteweyî di nava serhildan û berxwedanan de jinên kurd jî, cihê xwe girtine. Lê hebûna wê ya di van tekoşînan de, beriya 30 salên dawî yên ezmûnên têkoşînê de herî zêde di asta derketinên ferdî re dikare were îfadekirin. Helwesta jinê ya rêxistinkirî di tu serhildanan de nayê dîtin. Jinên rêberên serhildanan, bi serbilindî li tenişta hevjînên xwe radiwestin, helwestek serhildêr nîşan didan. mixabin ew tenê bi vê yekê re sînordar maye. Pêvajoya ku jin ber bi avahiyeke bêhempa ve diçe û asta rêxistinbûna xwe digihîne asta herî jor, bi tevgera PKK’ê ya ku di sala 1978’an de hatî damezrandine, serhildana dawî ya Kurdan dest pê dike.
Tevgera PKK’ê ya ku di bin pêşengiya birêz Abdullah Ocalan de hatibû damezirandin, ev têkoşîn mezin dibû, çendanî û çawaniya jinan, paralel bi geşedanan re jî zêde dibû.
Bi awayekî şênber di salên 1990’î de jinên Kurd di nava komele, kom û kovarê de rêxistinbûna xwe xurt dikir. Tevgera jinên Kurd ku bi têkoşîna netewî ya li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ve girêdayî, piştî van salan şunde bi lez û bez dest bi teşe û mezinbûnê kiriye û gav bi gav di nava Tevgera Azadiya Kurd de bi hêz bûye. Bi polîtîkayên Rewşa Awarte yên di salên 90’î de hatin meşandin, herî zêde jinên Kurd di bin bandora zemîna şer a bê çare, îşkence û qedexeyên zêde yên li Kurdistanê de mabûn. Lê ev rewş di heman demê de bandor li ser hişmendî û hewildana xebatên rêxistinkirina jinan kir. Zêdebûna zextên dewletê bû sedema serhildanên gel û ruhê seferberiyê pêş bikeve. Ji çar aliyên Kurdistanê heta Ewropayê, ji çiyayan heta bajaran belav bû. Di vî warî de ev sal salên ku gelê Kurd û jin şiyarbûne, rêxistinbûna girseyî di gelek waran de pêşxistine û tevgera azadiyê hembêz kirine. Mirov dikare bêje ku ji salên 90’î û vir ve di nava tevgera azadiyê de hêjmarek zêde ya tevlîbûnan çêbûye û piraniya van tevlîbûnan jî jin bûne. Bivê re enerjiya şoreşgerî ya jinan li Kurdistanê qasî çiyayekî di mekanîzmayên cuda yên rêxistinî de jî kariye bibe çavkanî. Ya yekem pêvajoya birêxistinkirina Tevgera Azadiya Jinên Kurdistanê ye ku weke gerîla ji aliyê hêza jinê ve diherike çiyayan û ya duyemîn jî bi rêxistinkirina jinên Kurd li Bakurê Kurdistanê bi partiyên siyasî, komele, saziyên jinan û hwd.
Di qadan de birêxistinbûn herku diçe mekanîzmaya xwe pêşdixistin û bi awayekî herî xurt di bin banê DOKH (Tevgera Jinên Azad a Demokratîk), KJA (Kongreya Jinên Azad) û herî dawî jî TJA (Tevgera Jinên Azad) pêvajoyek yekbûnê ye.
Bi serhildanên gel ên li Nisêbîn û Cizîrê re, bi taybetî di destpêka salên 90’î de, jin her ku diçû bi înkar, zext û zordariyê re hişyar bû, li dijî faşîzma dewletê lêgerîna xwe ya maf, hiqûq û edaletê zêde kir û bi şîara “jina azadbûyî civaka azadbûyî ye” dest bi pêşengiya civakê kir. Jinên Kurd ên ku li metropolên Tirkiyeyê bi darê zorê ji gundên xwe hatibûn koçberkirin, di nava siyaset, navendên çandê, rojname û saziyên jinan ên serbixwe de bi awayekî aktîf cih digirtin û dest bi rêxistinbûnê kirin.
Ji aliyê din ve di van salan de partiyên siyasî yên ku çareseriya pirsgirêka kurd bingeh digirtin jî, erkên girîng girtin ser milê xwe. Dema ku van partiyan lêgerîna Kurdan a çareseriyê bi rêbazên siyasî yên demokratîk anîn ziman, bûn navendên ku jinan di berxwedana xwe ya girseyî de bi rê ve birinê. Lê ji bilî van geşedanan, di van heyamên navborî de mirov nikare behsa rêxistinbûneke jin a xweser-xweserî bike. Her çiqas di bernameyên van partiyên siyasî de wekheviya jin û mêr hatibe armanckirin û tevlîbûna azad a jinan di jiyana civakî de hatibe pêşbînîkirin jî, lê di asta rêxistiniya yekane de nikariye bê birêvebirin.
Dîsa di van salan de jinên Kurd bi Partiya Kedê ya Gel (HEP), Partiya Demokrasiyê (DEP), Partiya Azadî û Demokrasiyê (ÖZDEP), Partiya Demokratîk a Gelan (HADEP), Partiya Gelan a Demokratîk (DEHAP) dest bi rêwîtiya xwe ya siyasî kiriye. Partiya Civaka Demokratîk (DTP), Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) û herî dawî jî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) bi awayekî aktiv cihê xwe girtine. Di van pêvajoyan de Tevgera Jina Azad a Demokratîk ku di sala 2005’an de yekemîn rêxistinbûyîna bingehîn ya şênber bû, di gelek qonaxan re derbas bûn û heya roja me ya îro hat.
Di vê navberê de Rêxistinbûna jinan her diçû, di meclîs û rêveberiyên herêmî de cih xwe digire, ji komîsyonan bigire heta şaxan, ji pêkanînên kotayan heta pergala hevserokatiyê, ji aliyê çendanî û çawaniyê ve mezin dibû û pêş diket.
Di van deman de her çend geşedan hebin jî, di nava partî û dezgehên siyasî yên li dijî wan têdikoşin de derbaskirina zihniyeta mêr ne hêsan bû. Di van hemû pêvajoyan de jinên ku di nava şaxên jinan de hatin birêxistinkirin, tenê bi mêrên di nava partiyê de têkoşîn nedikirin, di heman demê de her du jî beşdarî çalakiyên rêxistinî yên girseyî û tundiya li ser jinan destavêtin, revandin, zewaca bi darê zorê, berdel û hwd. Bi van pirsgirêkan re mijoldibûn û hewl didan pirsgirêkên civakî çareser bikin.
Lê weke ku di gelek tecrubeyên cîhanê de jî tê dîtin, şert û mercên Kurdbûn û jinbûnê li hemberî xurtkirin û rêxistina tevgera jinê, hem zext û tundiya dewletparêz, hem jî êrîşên fizîkî û derûnî yên mêran bi xwe re anî. Lê têkoşîna jinan nesekiniye û her tim pêşketiye.
Bi teybet mirov dikare bibêje ku di sala 2007’an de di serdema DTP’ê de piştî ku jinên Kurd ketin meclîsê, têkoşîna azadiya jinê anîn meclîsê. Ji ber ku her yek ji parlamenterên jin, ji dînamîkên têkoşînê dihatin, di meclîsê de gelek qadên têkoşînê hatin temsîlkirin. Di vî warî de bi rengekî karîn behsa temsîliyeta hemû qadên ku jin tê de têkoşîna azadiyê dikin de, bike.
Di van heyamên navborî de, di heman demê de yekem car di siyaseta Tirkiyê de, sîstema hevserokatiyê tevî ku ti bingeheke wê ya hiqûqî tunebû kete pratîkê. Ji bo sererastkirina qanûnên têkildarî astengkirina pêkanîna vê sîstemê kampanyaya îmzeyan hate organîzekirin û nêzî 500 hezar îmze radestî saziyên pêwendîdare hatin kirin.
Ji sala 2007’an û vir ve tevgera jinên Kurd li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê pêşî di asta hevserokatiyê de, piştre jî bi derbaskirina kotaya zayendî gav bi gav dest bi pêkanîna prensîba temsîliyeta wekhev û beşdarbûna di qada siyasî û civakî de kir û dest bi cih anînê kir. Destkeftiyên di vî warî de ne tenê jina Kurd, ji aliyê gelek rêxistin û partiyên çep-sosyalîst-demokratîk ve jî hatin qebûlkirin. Bi hilbijartinên herêmî yên 2014’an re modela hevserokatiyê li şaredariyan bicih anîn . Her wiha tevî ku jin di hemû lîsteyên hilbijartinê de xwedî jimareke wekhev be jî namzetên jin ji aliyê tevgera jinan ve di prensîbê de têne hatin diyarkirin. Bi serkeftinên ku di warê rêveberiyên herêmî de hatin bidestxistin, hejmara saziyên jinan li navendên parêzgeh û navçeyan zêde bûn û jinên ku di warê siyasî de bi hişmendiya jinê ve girêdayî bûn, bi vê hişmendiyê xebatên xwe di hemû qadan de domadin. Bê gûman di tu serdemên dîroka Tirkiyeyê de û di ti partî, sazî û komele de rengê jinê, bi vî awayî di siyaset û hemû qadên civakî de nîşan nedaye û jinê wiha nekiriye kirde (nesne).
Ji ber vê yekê di sala 2003’an de rêxistinbûneke hîn berfirehtir ji bo sazîbûna jinê pêwîst bû. Di encama vê pêwîstiyê de rêxistinbûn weke tevger derketiye pêş. Di encama van nîqaşan de, di serî de şaxên jinan ên DEHAP’ê, şaredarên DEHAP’ê û hemû jinên ku di qada siyasî û qadên din de jî xwe rêxistin kirin û jinên Kurd ên di nava rêxistinên jinan de bi rêxistin bûne, biryar dan ku bi aktivîstên têkoşîna azadiya jinê re di asta ferdî de werin cem hev û Tevgera Jinên Azad a Demokratîk ku wê rola rêxistineke sîwanê bilîze ava bikin. Bi vê biryarê DOKH hat îlankirin û di konferansa xwe ya yekemîn de meclîs xwe avakirin. Biryar hat dayîn ku ev meclîs di hemû qadan de ji yekitiya jinên Kurd, koordînasyon û pêkanîna biryarên hevpar berpirsyar be. DOKH’ê pirsgirêka ekolojiyê, pirsgirêka azadiya zayendî, pirsgirêka aborî xiste navenda modela xwe û çareserî avakirin. Qadên çalakî û xebatên sazîbûna jinên Kurd di bin sîwana DOKH’ê de bûn, heta sala 2015’an gav bi gav zêde bûn.
Di kongreya sala 2015’an de hatî lidarxistin de, bi armanca ji bo hîn bêhtir ji têkoşîna ku pêşdikeve û mezin dibe bibe bersiv, DOKH hate betalkirin û bingeha rêxistina sîwanê ya jinên Kurd KJA (Kongreya Jinên Azad) hate îlankirin. KJA bi fereseta ‘Bila jinek bê rêxistin nemîne’ têkoşîna xwe ya avakirina pergala jinê domand, di sala 2016’an de di çarçoveya Rewşa Awarte de bi (Biryarnameya di Hukmê Qanûnê) de hat girtin. Li ser vê yekê Tevgera Jinên Kurd bêyî ku dev ji sîstem û bîrdoziya KJA’yê berdin, biryar da ku bi TJA’yê (Tevgera Jinên Azad – Özgür Kadınlar Hareketi) bidome û îro jî bi vê rêxistinbûnê têkoşîna xwe didomînin. Dikare bê gotin ku bersiva pirsa ku jinên Kurd çawa digihêjin statuya xwe ya siyasî û raya giştî di ezmûna dîrokî ya etno-polîtîk de ye. Wek mînak darbeya leşkerî ya 12’ê Îlonê û binpêkirina mafên endamên malbatên jinên kurd piştî wê û diyardeya tundûtûjiyê ku bandorê li jiyana rojane dike, yek ji xalên destpêkê yên vê ezmûnê ne. heman demê de di dema 12 Îlonê dû şûnde cihê ku herî zêde binçavkirin û girtin, binpêkirinên mafan û êşkenceya li girtîgehan tê jiyan kirin parêzgehên Bakurê Kurdistanê ne.
Di vê serdemê de, jinên Kurd di destpêkê de ne bi nasnameya xwe ya jinê, bi nasnameya xwe ya netewî derdikeve pêş. Di salên 1990’î de Rewşa Awarte, cînayetên faîlî meçhul, windakirin û bi giştî mezinbûna faşîzma dewletê û serhildanên gel ên ku hatin li darxistin zêdetir xuya bûn û bi rêxistin bûn ku, bandorek gerdûnî çêkir. Ji ber ku jinên Kurd dest bi têkoşîneke birêxistinkirî kirin û bi saziyên mînak ên wekî Dayikên Şemiyê, Dayikên Windayan û Dayikên Aştiyê di qada giştî de ji bo mafên xwe dest bi têkoşînê kirin.
Jinên Kurd îro bi paradîgmaya modernîteya demokratik ya rêxistinkirî, ji meclîsê heta rêveberiyên herêmî, jin bi saziyên ve li her derê ne, bi giştî bi pergala hevserokatiyê di salên dawî de bi taybetî rûxmî zextên faşîst ên ku zêde bûye, li her qadê têkoşîna xwe didomînin. Keçên ciwan ji her temen, reng,ji her alî, dayik û hemû jin bi rêxistinbûna xwe ya ji bo “Şoreşa Jinê” mezintir dikin tekoşîn dikin.