Peyama KJK’ê Ji bo 30. mîn Festîvala Çand û Hunera Kurd

Gelê me Yê Bi Rûmet, Jin û Ciwan û Dostên Me Yên Hêja;

Bi dirûşmeya ‘Li diji dagirkerî û qirkirinê em Kurdistanê biparêzin û Rêber Apo azad bikin’ festîvala ku hun pêk tînin, em ji çiyayên azad bi rihê berxwedanê silav dikin. Di pêvajoyek wiha de pêkhatina festîvalê û ev hevdîtina bi wate wê rihê têkoşînê hê mezintir bike. Bi vê wesîleyê em şehîdên pêşeng ê şoreşa xwe di serî de Delal Nurhak, Bêrîvan Zîlan û tevahî şehîdên qehreman bi bîr tînin. Em careke din soz didin ku bibin layiqî têkoşîna wan.

Pergala kapîtalîst ji bo ku temenê xwe dirêj bike, Rojhilata Navîn dagir bike û cîhanê ji nûve dîzayn bike, bi komployeke navnetewî qirkirina Kurdan kiriye hedefa xwe. 24 sal in hewl didin komployê bi awayekî cûrbecûr bimeşînin. Li dijî nasname, ziman, îrade, dîrok û destketiyên Kurdan û jinan êriş qat bi qat zêde bûne û dewam dikin. Rejîma faşîst a dewleta Tirk hewl dide hebûna xwe li ser tinebûna gelê Kurd ava bike. Hedefa pêşî ya polîtîkayên qirkirina dewleta Tirk a sed salî jî pêşî jinên Kurd e. Dixwaze polîtîkayên şerê taybet, qirkirin, asîmîlasyon û dagirkeriyê li ser jinan bimeşîne. Rejîma faşîst a AKP-MHP’ê ji bo van polîtîkayan bi bandor bimeşîne tevahiya derfetên xwe seferber kiriye.

Hêzên komploger di şexsê Rêber Apo de, gelê Kurd, jin û tevahî têkoşerên tevgera azadiyê kirin hedef. Lê ev yek bi felsefeya Rêber Apo û têkoşîna wî ji roja pêşî ve têk çûye. Rêber Apo ji bo têkbirina komployê her kêliya xwe bi têkoşîn û hewldanên mezin derbas kir. Xwe fedayî azadiya gelan kir û têkoşîn mezîn kir. Bersiva li dijî komployê jî avakirina jiyanek azad ku li ser paradîgmaya azadiya jinê, demokratîk û ekolojîk bi rêve diçe.

Îro li çiyayên Kurdistanê şerê herî giran ê dîrokê û sedsalê diqewime. Gerîlayên Kurdistanê bi eşqa xwe û welatê xwe berxwedanek bi heybet nîşan didin.

Mejiyê azadiyê ku dagirker hewl didin tine bikin, bi rihê komunal ji nûve zindî dikin û şopa xwe li ser dîrokê dihêlin. Gerîlayên Kurdistanê yên ciwan û fedayî li Zap, Avaşîn û Metîna şerê sedsala 21’ê bi mejiyek xurt nîşan didin. Xeyalên Osmanî yên rejîma faşîst a AKP-MHP’ê li Zapê kirine kabûs. Di sedsaliya peymana Lozanê de planên wan ê nûjenkirinê têk dibin. Gerîlayên Azadiyê di 50 saliya xwe de polîtîkayên sed salî yên dagirkeran bi dil û mejiyê fedekar parçe dikin. Ew dewletên mezin ku nikarin mehekê li pêşberî êrîşên SÎHA, çekên kîmyewî û nukleer bisekinin, gerîla bi berxwedana xwe bersivê dide.

Ev berxwedana gerîla ku têk naçe, êdî nîşan dide ku polîtîkayên dagirkeriyê têk çûne. Vejîna Kurdan bi têkoşîna hebûn û azadiyê gihaye qonaxek nû. Gerîlayê Kurdistanê dibejê ‘Ev der Kurdistan e, ketin heye lê derketin tineye’. Ev peyam rastiyekê nîşan dide. Dibêjin êdi van polîtîkayên têkçûyî biguherin. Hêzên navnetewî û yên herêmî divê êdî vê rastiyê bibînin. Kurdê azad têk naçe û lewma jî polîtîkayên liser Kurdistanê li ber çavan derbas bikin. Êdî dema dagirkeriyê û polîtîkayên qirkirin, xiyanet û nokeriyê derbas bûye. Stratejiya me ya Kurdê azad û jina azad ji niha ve bi serketiye.

Ya giring ewe ku em li gorî wî şerê gerîla yê fedayî li dijî dagirkerî û faşîzmê têkoşîna xwe xurt bikin û dijmin têxin dorpêçê. Di vê dema dîrokî de ne tenê desteka ji bo gerîla, di heman demê de wekî şêwazên gerîla ji dijmin tola xwe hilînin û serketinê bi destxînin. Divê em li ser riya serketinê bimeşin. Li dijî êrişên qirkirinê li xwe bawer bin, xwe rêxistin bikin û çalak bin.

Îro li tevahiya Kurdistanê bi pêşengiya jinan çalakî pêk tên û ev yek girîng e. Divê em van çalakiyan hê bêtir bi encam pêk bînin û dijmin têxin wê astê ku bê çare bimîne. Em bi vî rengî dikarin bibin layiqî berxwedana gerîla û şehîdên nemir. Peyama wan ji me re; berxwedan û serketine.

Wekî KJK banga me di serî de li jinan, gelê me, ciwan û dost û derdorê re ewe ku têkoşînê xurt bikin. Li dijî ew dijminê ku bêçare maye agirê têkoşînê xurt bikin. Ev şerê ku bi pêşengiya gerîlayên HPG û YJA-STAR’ê tê meşandin serketinê heq dike. Meşa Rêbertiyê di 50 saliya xwe de serketinê heq dike. Têkoşîna bi rûmet a jinan serketinê heq dike. Bi vî rengî em li ser xeta serketinê ya Rêber Apo, berxwedana gerîla û têkoşîna bi israr a jinan bimeşin û serbikevin.

Îro em di xeta berxwedanê ya Rêber Apo de têkoşînê mezin dikin û xwedî wê biryardariyê ne. jinên Kurd, ciwanên wê, gelê Kurd û dostên wan li dijî komplogeran wekî roja despêkê, îro jî di nava berxwedanê de ne. di çarçoveya kampanya ‘Li dijî qirkirina jinê, civaka azad û jina azad biparêze’, ‘Li dijî tecrîd, dagirkerî û faşîzmê dema azadiyê ye’ em ê têkoşîna xwe mezin bikin.

Li ser vê bingehê em festîvala navnetewî ya çanda Kurd silav dikin, şehîdên xwe bi bîr tînin û bi Rêbertiyek azad em ê li Kurdistanek azad hev bibînin.

JIN, JIYAN, AZADÎ !